Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ti carî wê hewldanên neheq û zordaran bi ser nekevin

11/10/2025
in ROJEV
A A
Ti carî wê hewldanên neheq û zordaran bi ser nekevin
Share on FacebookShare on Twitter

 Barîn Sorxwîn

Em ketin 27’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê. Di destpêkê de ez hêzên komploger şermezar û rûreş dikim. Teqez niyeta komplogeran ew bû ku gelê Kurd bi temamî, têk bibin û ji holê rakin.

Rêber Apo bi sebir û fikra xwe ya kûr komplo vala derxist, planên dagirkeran kir bela serê wan. Bi fikir û felsefa xwe ya li dij pergala sermayedar, pergala civaka exlaqî û polîtîk pêş xist. Ji bo aştî û azadiyê têkoşîneke bi heybet meşand. Rêber Apo li hember pergala hêzên desthilatdar,  pergaleke  demokrat û wekhev pêşxist.

Rêber Apo bi kedeke pir mezin, bi têkoşîneke bêhempa fikir û ramanên xwe li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav kir. Bang li mirovahiya pêşverû kir ku li hember pergala sermayedar û tundrew derkevin, tesîra wê sînordar bikin. Gelê Kurd tevî dost û hevalên xwe yên demokrat her sal di salvegera komplo yê de bi  helwest û çalakiyên cihêreng, komplogeran şermezar û rûreş dikin.

Îro Rêbertiya me pêngaveke nû pêş xistiye. Gelekî pêşengên wê yên berê dibirin sêdarê gihiştiye asteke ti kes nikar wî înkar bike. Ev bêguman bi têkoşîna zêdetirî nîv sedsalê û berxwedana 27 salên li Girava Îmraliyê ya Rêbertî pêk hat. Ev ji bo gelê Kurd cihê dilfirehî û dilşadiyê ye.

Di dîrok û salvegereke wiha bi wate û girîng de em rexnedayîna hevaltiya xwe ya kêm ya bi Rêbertiyê re didin. Lê belê em soz didin Rêbertiya xwe û tevahî şehîdên azadiyê ji bo hevaltiya rast û kamil em ê têkoşîn bikin, tecrîdê hilweşînin û Rêberê xwe ji destê komplogeran rizgar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmeha 2019’an bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dagirkir. Weke gelê Kurd û Ereb me gelek şehîd û birîndar dan. Di şexsê şehîdên berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî de ez tevahî şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Bejna xwe li hemberî qehremanî, dilêrî û fedaîtiya wan ditewînim. Şehîd pêşeng, serkêş û rûmeta me ne.

Dewleta Tirk her çavsorî li gelên herêmê kiriye. Vê helwesta xwe hîn jî didomîne, êrîş û gefên xwe didomîne. Dewleta Osmanî jî di bin navê Îslamê de hemû axên gelê Ereb dagir kir û zêdetirî 400 salî bi zext û zorê hukim li ser wan xakan kir. Komara Tirkiyeyê ya li ser xirbeyên Osmanî ava bû jî heman polîtîkaya xwe ya dagirkirina xakên gelên Rojhilata Navîn didomîne.

Dewleta Tirk a pêkve jiyana gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Ermenî tehemul nake. Dixwaze bi destê çeteyan aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xerab bike. 6’ê Cotmehê li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji wan gefên dewleta Tirk serbixwe nînin. Di demeke ku 3 roj ji salvegera Komploya 9’ê Cotmehê re mabû, êrîşî wan taxên ku bi salan e li hember rejîma Esed, DAÎŞ û hwd. komên çete berxwedaneke mînak nîşan dane kirin. Êrîşên dawiyê yên li herêma Dêrezorê jî di çarçoveya heman konsept û planê de tên kirin.

Pêwîst e ev destdirêjî were bidawîkirin, dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî were darizandin û hesab jê bê pirsîn.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê canê xwe jî feda bikin. Teqez em ê bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Em dikarin bêjin ku wê ti carî ev hewldanên neheq û zordar bi ser nekevin. Weke di tevahiya dîroka mirovatiyê de hatiye dîtin wê yên ji bo mirovatiyê têkoşîn dikin ji sedî sed bi ser bikevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.