Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Qamişlo bi yek dengî gotin “Bê serok jiyan nabe”

09/10/2025
in NÛÇE
A A
Welatiyên Qamişlo bi yek dengî gotin “Bê serok jiyan nabe”
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi armanca şermezarkirina berdewamiya komploya navneteweyî li ser Rêber Apo li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hate lidarxistin.

Li bajarê Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina komploya navnetewî ku li dijî rêbertî pêk hat meşeke girseyî hat lidarxistin û bi hezaran şêniyên bajêr tevlî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Sonî destpêkir û li ba çerxerêya Şehîd Rûbar bi dawî bû. Di meşê de siloganên weke Bijî Berxwedana Îmraliyê û Bê Serok Jiyan Nabe hatin berzkirin, pankartên li ser nivîsên Dem dema Azadiya Rêber Apo ye û wêneyên Serok Apo, QSD û Rêvebriya Xweser hatin hildan.

Dema ku meş veguherî mîtingê deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat rawestandin û piştre li ser navê PYD’ê Perwîn Yûsif axivî û wiha got: “Bi armanca dûrxistina gelê Kurd ji Rêber Apo û ji fikir û ramanê wî yê azad, ev 27 salin rêber Apo di zindana Îmraliyê de hatiye dîl girtin û sîstema îşkence û tecrîdê li ser tê meşandin, lê îro bersiva gelê Qamişlo xuyabû ku ne tecrîd, dagirkerî û dîlgirtin wê tu caran vî gelî dûrî rêber Apo neke. Rêber Apo Îmraliyê kir navenda şaristaniya demokratîk û ji bona Rojhilata Navîn di nava aramî û aştiyê de li gorî pîvan û nirxên netewa demokratîk bi sîstema biratiya gelan bijî her tim ew di nava têkoşînêdebû. Herwiha Rêber Apo tevî ku di zindanê de ye fikrê azadiya gelan pêş xist û ev fikir îro li Rojavayê Kurdistanê şîn dibe û bi riya vî fikrê azad xwe bi rêxistin dike.

Bi navê Însyatîfa gel Kenan Berekat axivî û wiha anî ziman: Heta ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de be wê komplo berdewam be. Li hemberî komployê bi milyonan gelê me banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Ji milekî din ve jî delweta Tirk siyaseta xwe ya li ser înkar û zordariyê berdewam dike, tevî ku Rêber Apo gelek insyatîfên aştî û çareseriya doza Kurdî raghand, lê dewleta Tirk ji bona qirkirina gelê Kurd her tim êriş dike. Meş bi siloganên Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.

  

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.