Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyana azad bi azadiya Rêbertiya me wê misoger û mayînde bibe

09/10/2025
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Di ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an re 27 sal derbasbûn û hîn jî bermahiyên vê komployê berdewam dikin. Di serî de ez vê komploya qirêj û bêbext, şermezar û rûreş dikim. Bimire komploya navneteweyî û hemû hêzan û hişmendiya qirêj.

Dewleta Tirk jî her li pey rojeke wiha bû ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd bi temamî qir bike. Jixwe dewleteke welê ye ku hebûna xwe  di qirkirina gelê Kurd de dibîne. Bi wê hişmendiyê dixwast ku Rêber Apo tine bike.

Li ser vê mantiqa komploya navneteweyî hîn jî Rêbertiya me di nava tecrîdeke girankirî de ye û di niyeta dewleta Tirk de diyar nabe ku wê tecrîdê bi dawî bike. Her kes dizane ku komploya 9’ê Cotmehê wiha xweber çênebûye. Berevajî bi awayekî pir zirav û plankirî hatiye pêşxistin. Di vê komploya navneteweyî de divê em zanibin ku ti sûcekî gel û neteweyan nîne. Bi tevahî komployeke li ser esasê berjewendiyên qirêj ên dewletan hatiye pêşxistin. Xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, di şexsê gelê Kurd de hêvî û daxwazên azadî û wekheviyê yên hemû gelan ji holê rakin.  Hêzên emperyal û dewletên netewe yên mezin dîtin ku fikir, raman û felsefeya Rêber Apo roj bi roj pêşde diçe û gelan bandor dike. Her wiha ji bo mudaxexleya xwe ya li hember Rojhilata Navîn Rêber Apo weke astengiyeke herî mezin dîtin.

Lewma demildest xwe kirin yek û li hember Rêber Apo ketin nav pêşxistina komployê. Dema em bi çavdêriyeke hîn zêdetir zanistî û dahûrîner li mijarê temaşe dikin, em dibînin ku her çiqasî haya Tirkiyeyê jê nebû ku wê Rêbertî radestî wan bikin jî, haya wan ji komployê hebû. Ji ber Serokwezîrê demê Bulent Ecevît di hevdîtineke xwe de digot, “Min hê jî fêm nekir bê Amerîka çima Apo radestî me kir.”  Rêber Apo di nav şert û mercên herî giran ên Îmraliyê de ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin dest bi hewldanên felsefîk, ramanî û îdeolojîk kir. Ji dîrokê divê mirov çawa dersan derxe nîşanî her kesî da. Bi parêznameyên ku amade kirin, bingehê jiyana li ser esasê azadî û wekheviyê ava kir.

Di vê merheleyê de jî weke jin û civakên azadîxwaz pêwîst e, em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê pêş bixin. Ji bo merheleya Aştî û Çareseriya Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin hîn xurttir bibe, bi hemû derfetên xwe divê em ji her demê zêdetir bixebitin. Wê jiyana azad bi azadiya Rêbertiya me misoger û mayînde bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.