Ayşa Silêman/Dêrik
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê di bin dirûşmeya ‘Em Komployê Şermezar Dikin, Rêber Apo Fîzîkî Azad Bikin’ meşeke girseyî li darxistin.
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ji aliyê şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê meşeke girseyî din bi dirûşmeya ‘Em Komployê Şermezar Dikin, Rêber Apo Fîzîkî Azad Bikin’ hat lidarxistin. Di meşê de endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, Mamoste, welatî û Xwendekar beşdar bûn.
Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li pêş Navenda Ciwanan veguherîn mîtîngê. Piştî ku meş veguherî mîtîngê hemû beşdarvan xulekek bêdengî li ser giyanê şehîdan rawasetiyan.

Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso axivî û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Komploya Navneteweyî di derheqê Rêber Apo dest pê kir. Ev 27 sal in komplo berdewam e, li hemberî komployê jî coş û sekina gel a berxwedêr berdewam dike, ji bo vê yekê ez we silav dikim. Li seranserî cîhanê gelên azadîxwaz serhildanekî mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, dengê vê serhildanê jî wê heya Îmraliyê here. Li ser asta tevahî cîhanê komployeke xapînok di derheqê Rêber Apo de hat kirin.
Dema di navbera du dewletan de şer derdikeve, dewletên din mudaxele dikin, da ku wî agirî bitefînin. Lê mixabin ji bo ku Rêber Apo dîl bikin û rê li pêşiya pêvajoya aştî û îradeya gelê Kurd bigrin û wan bikin qurban ji bo siyaseta xwe ya qirêj, heya roja îro yek dewlet helwesta xwe nîşan neda. Dewletên hegemonîk heger ne amadene ji bo aştiyê dêmekî amadene ji bo şer û qirkirinê, ji ber ku ew in ên ku dixwazin pirojeyên aştiyê têk bibin. 27 sal in Rojhilata Navîn xwe li ser piyan girtiye û wê bi projiyên Rêber Apo ava bibe ji ber ji xeynî wî kes nikare pirsgirêkên wê çareser bike.”
Meş bi siloganên ‘Bijî Berxwedana Îmralî, Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.






