Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, herwiha endama komîteya amedekar a 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol Firyar Çolî diyar kir ku gelek amedekarî ji bo lidarxistina 9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol tên kirin û got, armanca me belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de ye.
Di 20‘ê Cotmehê de, wê 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye”li parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Di heman demê de, îsal wê zêdetirî 100 çapxaneyên xwecihî û navnetewî tevlî pêşengehê bibin. Herwiha beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan wê bên pêşandan.
Îsal wê tevlîbûn weşanxaneyan ji Sûriyê, Bakur û Rohilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Libanan, Misir û dewletên kendava erebî be. Dê pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Kurmancî ya Soranî, Suryanî û Ermenî, Engilîzî, Almanî, Tirkî , Fransî û Rûsî bin. Mijarên pirtûkan ev in: Wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda bên pêşandan. Herwiha di pêşangehê de, bernameyên çandî û hunerî mîna semîner û panel bên lidarxistin, lewra karên destan diwirde bên pêşandan.
Di derbarê amedekariyên 9’emîn pêşengeha Şehîd Helekol de, hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, herwiha endama komîteya amedekar a 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol Firyar Çolî ji Rojnameya me re axivî.

‘Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye’
Firyar Çolî da zanîn ku ku wê 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol di 20 Cotmehê de, di bin dirûşmeya “Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye” were lidarixistin û wiha got: “Gelek amedekarî bi ji aliyê Desteya Çandê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantona Cizîrê ve ji bo lidarxistina 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol tên kirin. Herwiha wê ji aliyê kampaniya Şemal ve pêşengeh were birêxistin kirin. Di heman demê de, komîteya amedekar bi hemû beşê xwe hatiya avakirin. Ji bo serkeftina vê pêşengehê, ji dîwane wêje, rêxistina Tev-Çandê, nivîskar û rewşenbîrên serbixwe tevlî komîta amdekar bûn e.
9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol wê di 20 Cotemehê de li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Hewiha pêşengeh heta 26’ê Cotemehê berdewam dike, îsal kar û xebat ji bo dîkorê pêşengehê, herwiha ji bo hemû çalakiyên ku di hundirê wê de werin kirin hatin guhertin. Di heman demê de, hazirtiyên me heta niha bi dawî ne bûn e û berdewam in. Lê ya herî girîng em dixwazin ku weşanxaneyên cîhanî jî tevîl 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol bibin, ji welatên mîna Kendava Erebî, Misir, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Bakur Kurdistanê û heta di asta navnetewî de jî armanca me ew e, ku tevlîbûn çêbibe.”
‘Armanca me belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de ye’
Firyar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me vexwendname ji weşanxaneyên di hundirê Sûriyê de şandiye, ji ber rewşa Sûriyê a ku niha tê re derbas dibe, mumkine astengî û zehmetî di aliyê hatina waşanxaneyan de derkevin. Di heman demê de, waşanxaneyên ku tevlî pêşengehê bibin ji sedî 85 me li cem xwe qeyît kirin e. Waşanxaneyên ku hatine qeyîtkirin pirtûkên xwe j bo Rojavayê Kurdistanê rêkirin e.
Armanca lidarxistina pêşengehê belavkirina çanda xwendinê di nava civak û bi taybet di nava ciwan de ye. Zor û zehmetiyên ku em dibînin ew jî, ji ber rewşa Sûriyê a ku niha tê re derbas dibin, lê em hewl didin ku van astengiyan li ber çavan re derbas bikin. Herwiha em dixwazin ku îsal gelek guhertinan di 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol de çêbikin, da ku pêşengeh di asta navdewletî de pêş bikeve.”
Endama komîteya amedekar a 9’emîn pêşengeha Şehîd Helekol Firyar Çolî da xuyakirin ku di aliyê hunerî de, wê gelek kom û hunermend tevlî pêşengehê bibin û wiha bi dawî kir: “ Di aliyê nirxê kirina pirtûkan de, em ê bi kesên ku derfetên wan kêmin bibin alîkar.”






