Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi daxuyaniyekê Meclisa Jin a PYD’ê kampanyek ragihand

08/10/2025
in NÛÇE
A A
Bi daxuyaniyekê Meclisa Jin a PYD’ê kampanyek ragihand
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Meclisa Jin a PYD’ê ji bo kampanyayek derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriyê de, li bajarê Qamişlo, navenda PYD’ê  daxuyaniyek da. Tê de jî meclisê bi dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” kampanyek ragihad.

Îro Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD), bi armanca destpêkirina şeşemîn kampanya roldayîna jinê di qada siyasî, civakî û hwd, li navenda PYD’ê ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin û gelek endamên meclisê tevlî bûn.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di nava veguherînên jeopolîtîkên kûr ên li Rojhilata Navîn de diqewimin, ku nexşe û pêşeroja herêmê, bi taybetî li Sûriyê ji nû ve tê xêzkirin, di nav metirsiyên girêdayî çarenûsa gelên Sûriyê û bi taybetî jinên Sûriyê de ku Hêzên herêmî û navneteweyî li ser hesabê vîna gelan şerdikin û li ber çavên tevahiya cîhanê، mafên mirovan û ewlehiya civakî têne binpêkirin. Em li pêşber berpirsiyariyek dîrokî ne, ku destkeftî û serkeftinên xwe yên di van salên têkoşîna dirêj de bi dest xistine biparêzin. Li ser bingeha berpirsiyariya me ya dîrokî, mîrateya me ya dirêj a têkoşînê û ezmûna me ya demokratîk a bêhempa, ku dibe bingeha destpêkek demokratîk a rasteqîn li Sûriyê û herêmê, ezmûnek e ku pişta xwe dide îdeolojiya “Neteweya Demokratîk” a jin hêzdar kiriye. Piştî hezarê salan ji piştguhkirinê, rola xwe ya dîrokî ji nû ve vegerînin, destkeftiyên kalîteyî bi dest bixin bi ermanca ku civakek demokratîk ava bikin.”

Di berdewmiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo bilindkirina têkoşînê di hemû warên siyasî, dîplomatîk û civakî de, di pêşengiya qonaxa avakirina aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk de, meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destpêkirina kampanya şeşemîn bi dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” radigihîne.”

Meclisa Jin bernameya kampanya xwe ya şeşemîn wiha da eşkerekirin: “Em ê rêzepanelên gelemperî li bajarê kantona Cezîrê bi sernavên “Malbata Demokratîk” “Rûbirûbûna bi Tundûtûjiyê re”, bi armanca çandina van têgehan di hişmendiya civakê de li dar bixin. Herwiha du forman  li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her du kantonên Cezîrê û Reqayê li dar bixin. Di heman demê de rêzecivînên û panelên hevrêzîyê bi saziyên Rêveberiya Xweser re, bi hevkariya Kordînasiyona Jin di rêveberiyê de bidin lidarxisitn. Hem jî çend atolyeyên perwerdehî û amedekirinê çêbikin. Li hêleke din ji bo bîranîna şehîd Şîlan li bajarên Kobanê û Qamîşlo bi rêya şevbuhêrkên çand û hunerî yên ku li gorî meqam û têkoşîna wê li dar bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.