Hêvî Keleş/ Qamişlo
Şeş sal di ser dagirkirina bajarên Sêrêkaniyê û Girê Spî re derbas bûn. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê her du bajar kirin navenda binpêkirin û sûcên dijmirovî. Li aliyekî din bi awayekî lez guhertina demografîk pêk tînin û herêmê ji gelên wê yên resen vala dikin.
Bajarên Serê kaniyê û Girê Spî, yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne, êdî ne ew bajarên ku berê bûn, ku du bajarên jiyana hevbeş û pirrengiya çandî bûn. Di 9’ê Cotmeha 2019”an roja destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bû. Piştî dagirkirinê her du bajar ketin qonaxeke tarî, qonaxeke ku taybetmendiyên wê yên sereke dagirkirin, koçberî û êşa mirovan bûn.
Guhertina demografîk
Dagirkeriya Tirk û kên çete yên girêdayî wê êrîşeke berfireh li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Gelek cureyên çekên giran û balafirên şer hatin bikaranîn, ku bû sedema koçberbûna girseyî ya niştecihan. Piştî şerên çend rojan, herdu bajar hatin wêrankirin û dagirkirin. Armanc ne tenê dagirkirina axê bû, lê di heman demê de xwestin nasnamewya bajêr biguherin.
Binpêkirin berdewamin
Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dîrokî ve du bajarên cihêreng bûn ku Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re lê dijiyan. Dagirkeriyê ev tevin wêran kir û bi deh hezaran malbat, ku piraniya wan Kurd bûn, neçar man ku malên xwe biterikînin û çeteyan dest danîn ser.
Ji dema ku dagirkeriya Tirk di Cotmeha 2019”an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di nav nebûna hesabpirsînê û bêcezatiyê de, gelek binpêkirinên mafên mirovan hatine kirin. Hîn jî bi dehhezaran şêniyên resen ên deverên dagirkirî bi darê zorê koçberkirî ne û di rewşeke mirovî ya pir zehmet de li nav kamp û penagehên kêmderfet û kêmalîkarî dijîn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bûyerên di êrişan û piştî êrişan belge kirine û li gorî wê:
Zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn.
136 kes hatin kuştin.
293 jî birîndar bûn.
Di nava wan de 64 zarok in.
4 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn.
Êşa Koçberan
Aliyê mirovî yê herî xirab e, bi deh hezaran koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî hîn jî li kampên mîna Waşokanî, Serdemê û Serêkaniyê, di şert û mercên dijwar de bê elektrîk an xizmetên bingehîn dijîn. Zarokên ku li van kampan ji dayik bûne û mezin bûne qet malên xwe nasnekirine. Veger ji wan re xewnek dûr xuya dike, ji ber ku bajêr hîn jî di bin dagirkeriyê de ne û fikarên ewlehiyê rê li ber her vegerê digirin.
Îro, piştî zêdetirî 6 salan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî birînên wan hîn jî vekirî ne. Niştecihên resen di sirgûniya navxweyî de dijîn, di heman demê de bajarê wan di guhertinên radîkal re derbas dibe ku dîrok û bîra wê tehdîd dikin. Daxwaza sereke ya koçberan ev e, vegerin malên xwe û mafên wan werin misogerkirin. Lêbelê, rêya bidestxistina vê yekê ji ber dagirkeriya berdewam û bêdengiya cîhanê dirêj û dijwar xuya dike.





