Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo pêşxistina werzîşê pêwîst e ciwan xwe berwerde û rêxistin bikin’

08/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji bo pêşxistina werzîşê pêwîst e ciwan xwe berwerde û rêxistin bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberê Meclisa Ciwanan a Werzîşê ya Kantona Cizîrê Zîr Qamişlo diyar kir ku ji bo pêşxistina qada werzîşê, pêwîst e ciwan xwe perwerde û bi rêxistin bikin û wiha got: “Di roja îro de dewletên dagirker dixwazin bi rêya werzîşê ciwanan bidin pişaftin.”

Werzîş amûreke girîng e ku têkiliyên civakî xurt dike. Werzîşên komî ango lîstikên tîman jiyana mirovan ji bo hevkariyê, ragihandinê û gihîştina armancên hevpar baştir dike. Werzîşên wekî goga piyan, ​​basketbol û voleybol vebijarkên mezin in ku hem aliyên laşî û hem jî yên civakî xurt dikin. Werzîş ruhê tîmê û çanda xebata bi hev re pêş dixin.

Di derbarê xebat, çalakî û zehmetiyên werzîşê, Rêveberê Meclisa Ciwanan a Werzîşê ya Kantona Cizîrê Zîr Qamişlo ji Rojnameya me re axivî.

Zîr Qamişlo di destpêka axaftina xwe de balkişand ser xebat û çalakiyên werzîşê li herêmê û wiha got: “Wekî Meclisa Ciwanan a Werzîşê me gelek tîmên werzîşê li ser asta kantona Cizîrê bi rêxistin kirine, herwiha di kantona Cizîrê de 17 bajar hene û di her bajarekî de jî, me komîteya werzîşê daye avakirin. Bêguman me pêwîstî dît ku di her bajarekî de komîteyên werzîşê were avakirin da ku hîn zêdetir di nava kar û xebatên werzîşê de bingehek were danîn, bi rêya her komîteyekê berwerde tên dayin, ji ber ku dema berwerdeyên Îdelojîk û yên werzîşê tên dayin  komîteyên bi rêxistinkirî û serkeftî derdikevin. Ji ber vê yekê em wekî ciwanan girîngî didin xweperwerdekirin û perwerde dayin. Bêguman leystokên herî navdar di bajarê me de goga piyan û voleybol e, li her bajarekî tîmên van lestokan hene, mîna bajarê Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Terbespiyê, Çil Axa,Til Koçer, Rimîlan, Amûdê, Derbêsiyê, Zergan, Şedadê, Erîşa, Hol, Mergeda, Til Birek, Til Hemîs û Hesekê. Herwiha li bajarê mezin yên wekî Qamişlo, Hesekê û Rimêlan tîmên gelek leystokan hene, ne tenê tîmên goga piyan û voleybol in. lê belê leystokên mîna Basketbol, Şetrancê, Pêşbazî, lestikvanên Hêzê, avjînî, Pîng Pong, tênis, Kîng boksîng û Karetê di nava xwe de dihewîne.”

Di her bajarekê de nêzî 40-50 lîstikvanê werzîşê hene

Zîr da zanîn ku di civaka me de tenê goga piyan û voleybol bala ciwanan dikşîne û wiha domand: “Di rastiyê de di civaka me de gelek leystok hene ku hatine ji bîr kirin û girîngî jê re nayê dayin, li ser vê esasê me Meclisa Ciwanan a Werzîşê da avakirin da ku ev leystokên hatine ji bîr kirin, ji nû ve di nava civaka me de vejîn û navdar bibin, leystoka ku herî zêde bala ciwanan dide kişandin goga piyan û voleybol e, lê ne ev tenê di werzîşê de ye, pêwîst e ciwan ji her rengê werzîşê hez bike. Li gor vê yekê jî Meclisa Ciwana ya Werzîşê karîbû piştgeriyê bide gelek ciwanan ku xwe di nava her beşê werzîşê de reng bidin çi xort be û çi jin be, bêguman di salên borî de me zehmetî ji aliyên hijmara kêm yên ciwanan dît, ji ber ku ew hezkirina ciwanên me ji werzîşê re pir kêm bû, di heman demê de piranî ji aliyên jinan de ku ji ber sedemên kevneşopiyên civakê nikarî bûn jêhatiyên xwe derxin holê. Lê belê piştî derketina rêzknameya werzîşê ku çawa karî piştgiriyê bide jêhatiyên ciwanan, êdî roj bi roj heya astekê baş hijmarên ciwanan di nava werzîşê de bilind bû ku di her bajarekî de nêzî 40-50 lîstikvanê werzîşê hene.”

Astengî û zehmetî

Zîr Qamişlo di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ev nêzî 6 mehin ku Meclisa Ciwanan a Werzîşê hatiye damezrandin ku heya niha em di qonaxa avakirinê de ne, ji ber vê yekê leystikvan rastî hin zehmetiyan tên; mîna piştgirî, stadan û rewşa hewayî dema baran û ba hebe bandor li îptalkirina rahenanên leystikvanan dike. Bêguman ev zehmetî jî wê bi demê re derbas bibin. Ji bo van astengiyan jî em hewldanên mezin dikin da ku leystikvan bi hemû hêz û rehetî bileyze. Helbet dema ku astengî hebin û derfetên heyê kêm bin, li vir wê lawaztiya lestikvanan jî derkeve hole. Lê me kiriye plana xwe ya demên pêş de ku dibistanek ji bo werzîşê were avakirin, da ku astemgî nebin sedemên lawaztiya lestikvanan, pêwîst e em ji astengî û zehmetiyan mezintir û bi hêztir bin, da ku em bi awayekî xurt û aktîv bin. ”

‘Pêwîst e her kes xweperwerdekirinê bingeha jiyanê bibîne’

Rêveberê Miclisa Ciwanan a Werzîşê yê Kantona Cizîrê Zîr Qamişlo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şerê Taybet yê bûyî mekanîzmaya dîlkirin û birêvebirina civakê bi rengekî çewt, bi awayekî cidî bandorê li têkilî û rêbaza jiyana me kiriye. Niha dewletên dagirker bi riya werzîşê jî siyasetekî qirêj didin meşandin û bi taybet li ser jin û ciwanan. Bêguman em werzîş mîna dewletan bi kar nayinin, em ji bo berjewandî ango kilîtkirina ciwana di bin navê werzîşê, nakin. Di destpêkê de em werzîşê ji bo tenduristiya mirov didin pêş, di heman demê de ji bo parastin û dûrketina ciwanan ji teknelojiya û dijîtal mediya bikin. Kesê ku di xweperwederdekirinê de lawaz be û manefêstoya Rêber Apo ne xwîne wê xeteriya şerê taybet nas neke. Ji ber vê yekê pêwîst e xweperwerdekirin esasê jiyanê were dîtin da ku em nekevin kemîna şerê taybet de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.