Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşgeha Zihêriyê xizmetên bijîşkî peyda dike û hişmendiya tenduristiyê pêş dixe

08/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Nexweşgeha Zihêriyê xizmetên bijîşkî peyda dike û hişmendiya tenduristiyê pêş dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed /Dêrik

Ji bo pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî ji welatiyên gundê Zihêriyê û derdorî wê re, di sala 2018’an de ji aliyê Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Dêrikê ve nexweşgehek li gund hat vekirin. Ev nexweşgeh jî xizmetên bijîşkî peyda dike û hişmendiya tenduristiyê pêş dixe.

Gundê Zihêriyê ku 25 km dûrî bajarê Dêrikê ye, niştecihên gund ji aliyê peydakirina xizmetên bijîşkî ve zehmetî didîtin. Bi armanca pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî, di sala 2018’an de nexwegehek li gund hat vekirin da ku lênêrîna bijîşkî û hişyariyê pêşkêşî gundiyan bike.

Li ser mijarê rêvebira nexweşgehê Bedriya Hacî û ciwana bi navê Dicle Elî ji rojnameya me re axivîn.

Bedriya Hacî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku gundê El-Zuhêriyê 25 kîlometreyan dûrî bajarê Dêriyê ye, gundiyan di serlêdana nexweşxaneyê de zehmetiya rê dikişandin. Bi armanca xizmetên tenduristiyê ji bo gundiyan, ev zêdetirî heft sala ye ku nexweşgeh hatiye vekirin.”

Xizmetên nexweşxaneyê

Derbarê xizmetên ku ji hêla nexweşgehê ve têne pêşkêşkirin, Badriya got, “Di nexweşgehê de bijîşkek giştî û nexweşkarek heye. Lê ya ku em zehmetiyan ji aliyê wê dikşînin, nebûna amûrên nûjen e. Em di pêşkêşkirina mudaxeleya yekem ya mîna pîvana tansiyon û şekir, dermankirina şewitandin û qezayan dibin alîkar. Lê di rewşên giran de, em ji ber nepeydakirina amûran de neçar dibin ku nexweşan, bişînin nexweşxaneya Dêrikê.”

‘Nexweşgeh xelkê 14 gundan pêşwazî dike’

Herwiha ji bilî dabînkirina lênêrîna bijîşkî, ji bo ciwanên ku dixwazin fêrî hemşîretiyê bibin, nexweşgeh perwerdeyan pêşkêş dike. Ji dema vekirina nexweşgehê ve heta roja îro, çar kom hatine perwedekirin û bawername li wan hatine belavkirin.

Badriya Hacî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di rêya perwerdeya nexweşkariyê de ciwanan fêrî bingehên pîşeya pîvana tansiyon û şekirê xwînê, alîkariya yekem û derzîkirinê dikin. Ji bilî wê jî em hişyariya tenduristiyê jî pêşkêşdikin. Piştî piştrastkirina jêhatîbûna xwendekaran, em bawernameyan didin wan, ku di demên pêş de derfetê dide wan ku li navend û nexweşxaneyên din bixebitin. Ji bo tevlîbûna perwerdeyê, em ji temenê 15 heta 20 salî, mêr û jinan, ji civakên Kurd, Ereb û Suryan dipejirînin. Em li gorî daxwazê gundiyan dest bi perwerdê dikin. Her gava ku niştecih daxwaza perwerdekirina nexweşkariyê dikin, em dest bi qeydkirina navan dikin.”

Nexweşxgeh ji bo pêşkêşkirina alîkariyê dixebite

Rêvebera nexweşgeh El-Zuheyriye Bedriya Hacî wiha axaftina xwe bidawî kir: “Nexweşgeh ji bo xizmeta niştecihan û dabînkirina alîkariyê hatiye vekirin. Em li vir in ku xizmeta gel bikin û alîkariyê bidin ji bo wê vê yekê dibêjim, ji bo pêşkêşkirina alîkariyê her tim wê deriyê nexweşgehê  vekirî be, lewra pîşeya bijîşkî pîşeyek mirovî û exlaqî ye.”

Perwerde ji bo hişyarî û pêşvebirina tenduristiyê ye

Nexweşxgeh perwerdeya nexweşkariyê ya teorîk û pratîkî ku 28 jinên ciwan tevlî bibûn û du mehan berdewam kir, di 15ê Îlona 2025`an bi dawî kir.

Di heman çarçoveyê de, ciwan bi navê Dicle Elî yek ji kesên ku tevlî perwerdeyê bibûn wiha got; “Di rewşên wiha de gel hewceyê pêşxistina di hemûa aliyan de ye, bi taybetî di milê tendurstiyê de, ta ku alîkariya kesên hewcedar û hem jî ya malbatan bikin.”

Dicle axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di destpêkê de min û hevalê xwe hêvî nedikir ku fêrî xebata nexweşkariyê bibin. Lê bi berdewamkirina perwerdeyê re û bilindkirina moral ya ji aliyê rêvebers nexweşxaneyê, em fêrî derzîlêdan, pîvandina şekir û danîna kesterayê bûn.”

Dicle Elî kêfxweşiya xwe ya vekirina nexweşxaneyê û dayîna perwerdeyê yên ku tê pêşkêşkirin anî ziman û tekez kir ku hebûna nexweşgehê û piştgiriya bijîşkî ji gundiyan re gaveke pir girîng û pêwîst bû.

Dicle wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Nexweşgeh ji bilî xizmetên bijîşkî ew ji bo pêşketina ciwanên gund, perwerdeyan jî pêşkêş dike. Bi saya vê yekê niha di her malekê de nexweşkarek heye ku dikare alîkariyê bide malbata xwe. Ji bo wê em spasiya hemû kesên ku eleqedarî nexweşgehê û Meclîsa Tenduristiyê dikin ku derfetê didin ciwanan xwe pêş bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.