Birûc Resûl/Hesekê
6 sal di ser dagirkirina Serêkaniyê re derbas dibin, koçberên ku niha li Kampa Serêkaniyê û Waşokanî dijîn diyar kirin ku ew herdem bi hêvî ne ku vegerin li ser warê xwe û wiha gotin: “Heya ku Serêkaniyê rizgar nebe û nekeve bin Sîwana Rêveberiya Xweser û QSD`ê de, em venagerin.”
Saleke din di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibe. Ev her du bajar ji demeke dirêj ve di nava armancên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê de bûn. Li hember van armancan her tim berxwedana gel hebû. Lê di dawiyê de berjewendiyên herêmî û navneteweyî peyman li ser hesabê gelên Sûriyê pêk anîn. Di 9’ê Cotmehê salvegera 6’emîn a destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ew êriş bi awayekî hawayî û bejayî pêk hat û hemû cureyên çekan, di serî de jî çekên qedexekirî hatin bikaranîn. Di encama êrişê de her du bajar hatin dagirkirin.
Ew êriş a 3’yemîn e ku dewleta Tirk a dagirker di xaka Sûriyê de pêk aniye. Êrişa yekemîn di 2016’an de bû û bajarên Cerablus, Ezaz û Bab hatin dagirkirin, piştre di 2018’an de Efrîn bû. Di encama vê êrişa dawîn de rûbera 110 kîlometre bi kûrahiya 30 kîlometreyan ji xaka Sûriyê hat dagirkirin. Her wiha ev dagirkerî di encama peymaneke nû ya siyasî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê de di çarçoveya pêvajoya Astanayê de hat pêkanîn. Bi vî awayî dewleta Tirk a dagirker derbasî qonaxeke nû ya berfirehkirina dagirkeriyê bû. Ji bo vê yekê jî wê sûcên şer û kuştina bi zanabûn li dijî niştecihên resen pêk anîn da ku wan bide koçberkirin. Piştî berxwedaneke bêhempa ya gel, dewleta Tirk û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê dagir kirin û bi sed hezaran xelkên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.
Di derbarê salvegera dagerkirina Serêkaniyê ya kantona Cizîr herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên koçber ku niha di kampan de dijîn, ji Rojnameya me re axivin.

‘Em daxwaza vegera li warê xwe dikin’
Jina bi navê Sadiya Silêman a bi temenê 55 salî ye diiyar ku di encama bomebebarana dagerkirina Tirk mala min hatiya ruxandin û wiha pê de çû: “Serê Kaniyê ji min re can û hebûna min e. Ev 6 sal e ku em li kampan dijîn û ji warê xwe dûr in. Lê rojekê jî ji xeyalên min qut nebûye û nabe jî. Her ew rojên ku me bi dare zorê ji mal û milkê me derxistin li ber çavê meye, ev tenê dihêle ku kîn û nefreta me li hemberî dagirkeriyê zêdetir bibe, ji ber me qet bawer nedikir ku emê jî rojekê ji xaka xwe ya pîroz derkevin. Pir li zora min diçe, dema hin kes ji derve tên kampan û bi çavekî guneh li me mêzedike, em aciz dibin, mal, mill û erdên me hebûn. Em jî mirovin û me jiyan baş dîtiy. Dema kesek ji male xwe derkeve û bi dare zorê were koçberkirin, helbet wê guneh li wan were mêze kirin. ev 6 sal wê ji dagirkirine Serêkaniyê derbas bibe, her sal jî em bi hêviya vegerê ne, ez dizanim jî ku dema ez vegerim Serêkaniyê mala min tune ye ku lê niştecih bibim, ji ber ku dema ku dagirkeriya Tirk Serêkaniyê topebaran dikir, mala min hat ruxandin. Lê dîsa jî em bi hêvî ne ku vegerin ware xwe û bi rûmat jiyan bikin.”
‘Heya Serêkaniyê nekeve bin sîwana Rêverberiya Xweser em na vegerin’

Di heman çarçoveyê de jina bi navê Sebhiya Elhilû ya bi temenê 45 salî ku ji bajarê Serêkaniyê ye, da zanîn ku ev 6 sal ew bi heêviya vegera li Serêkaniyê dijîn û wiha doman: “Dema destpêka dagierkirina Serêkaniyê, em bi dare zorê ji male xwe derketin, bêguman em neçar man ku li kampan jiyana xwe dewam bikin û niştecih bibin, li ser vê esasê ev 6 sal in ku em li kampa Waşokamnî dijîn, di heman demê de em bi zehmetiyên giran re jî rû bi rû ne. Beşek mezin ji koçberan di kampan û di nava şert û mercên dijwar de dijîn û berxwedana xwe dewam dikin. Em naxwazin niha vegerin Serêkaniyê ji ber ku em dizanin wê jiyana me ne bi ewle bibe, kesên niha li Serêkaniyê desthilatdariya xwe dide meşandin dagikeriya Tirk û çeteyên wê yên hovin, em jî li ser zarok û bi taybetî jî li ser keçên xwe di tirsin, ew kesên hovin destdirêjiyê û tecawiza keçên me dikin. Li ser vê bingehê heya ku Serêkaniyê nekeve di bin Sîwana Rêveberiya Xweser û Hêzin Sûriya Demkratîk QSD`ê wê vegera me jî tune be. Srêkaniyê wê dagirkeran re nebe war. Heviya me ji her kesê ku dibêje em mafên mirovan diparêzin, mafê me biparêzin bajarê me rizgar bikin da ku em jî weke her kesî jiyanek aram û bi ewle di malên xwe de jiyan bikin. Jiyan li warê koçberiyê çiqas zehmet be jî, em ê ji bo vegera li axa bav û kalên xwe her dem di nava têkoşînê de bin û em bi bawerî û hêviyekî mezin dibêjin ku em ê bi rûmet vegerin bajarê xwe.”





