Farûk Sakik
Her tişt ji Şamê dest pê kir. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, di 9’ê Cotmeha 1998’an de dema ji Şamê derket, dest pê kir. Ev komplo ne tenê êrîşek li ser kesayetekê bû, stratejiyek berfireh a dewletên mezin ên cîhanê bû û armanc jî têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan bû.
Rêber Apo, ku ji bo parastina mafê Kurdan û avakirina civakeke demokratîk têkoşîn dabû, ne tenê wekî rêberê PKK’ê, lê wekî feylesûfekî siyasî yê mezin dihat nasîn. Ev yek bala komplogeran jî kişandibû. Ramanên parastina gelan a sedsala 21’ê bû. Ev raman li pêşiya komplogeran asteng bû ku ligor keyfa xwe hespê xwe bibezînin. Ji bo vê yeke, komplo ne tenê girtina wî ya fîzîkî bû; wan armanc dikir ku paradîgmaya wî yên wekî Konfederalîzma Demokratîk, Ekolojîk, azadiya Jinê û Civakî têk bibin. Nedixwestin gelên Rojhilata Navîn di nav aştiyek meyinde, bi aramî bijîn.
Ev paradîgmaya wî li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî bû. Rêber Apo di nivîsên xwe de dibêje: “Ev komplo ne li dijî min e, lê li dijî aştiya Rojhilata Navîn e.”
Piştî ku ji Şamê derket û li welatên Ewrûpa û Rûsya bû, wî dixwest bi hewldanên diplomasiyê, piştgiriyekê ji bo çareseriyeke siyasî ya pirsa Kurd bibîne. Ji xwe têkoşîna wî ne tenê leşkerî bû; stratejiyek siyasî ya ji bo parastina gelan bû. Li Ewrûpa jî bi du wî ketin.
Îro ev hêz dîsa hatin li dora Şamê diçin û tên. Rêber Apo jî di çareseriya doza Kurdistan de bal dikişîne ser vê heremê. Rêber Apo di têkoşîna xwe ya salan her tim Şam nîşan dida. Wî dizanibû Şam qonaxek berî fînala şerê komplogeran e. Herçiqas hûn navenda vî şerî, Filistîn, Hamas, Îsraîl û Îran nişan bidin jî, di esasê xwe de ev şer, şerê Şamê ye. Amerîka hin qozên xwe yên bi Rûsya re li ser Şamê re parve dike. Dema ku di 7’ê Kanûna 2024’an de, Beşar Esad û Rûsya ji Rojhilata Navîn, derketin, Îngiliz û Amerîka dora rojê li heremê bûn. Heger bavê Esad liberxwe bida, wê komploya nêz dibe bidîta û teslîmî komplogeran nebûya, Beşar Esad, belkî hên jî li Şamê û hên jî bihêz bû. Rûsya ew baş diparast. Bi derketina Abudullah Ocalan ya ji Şamê, hatina Amerîka ya Rojhilata Navîn rastî heman demê hat. Dema ku em dibêjin Şam, em li aliyek jî behsa Rojavayê Kurdistanê dikin. Di van demên dawî de peyamên wî yên di derbarê parastina Rojava de, di nav civakê de hatin parvekirin. Civak dema buyerek biqewime li benda peyam û nirxandinên wî disekinîn. Dîbêjin ka serok wê rêyek çareseriyê ya çawa pêşniyar bike. Herkes li benda heyetên Îmraliye ne. Hevalek min li Amedê hebû wî digot, em diçin kuderê, ji hemû beşên civakê ji me dipirsin. “Heyet ji gravê vegeriya an na?” Kesên diçûn Îmrali cem Rêber Apo di heman demê de hawariyên wî bûn. Qasidê wî bûn. Çav û guhê herkesî li riya van hawariyan bûn. Ka wê ji Îmraliyê peyamek bi çi rengî werînin.
Ev hawariyên Îmrali di van rojan de nîrxandinên wî yên derbarê Rojava û Şamê de anîn. Behsa xeta sor dike. Behsa metirsiya siyaseta li ser Şamê dike. Salek berê dema pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ destpêkir, bal kişandibû ser şerê Rojhilata Navîn û bi taybet jî şerê Sûrî. Komlogerên ku eva 27 sale biserneketine, îro dixwazin li Şamê komployê bi encam bikin. Îro Kurd jî li gor xeta wî ya sor a parastina Rojavayê Kurdistan tevdigerin.






