Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê rewşenbîr di polîtîkayên herêmî de roleke çavdêrîkirin û analîzkirinê bilîzin’

08/10/2025
in ROJEV
A A
‘Divê rewşenbîr di polîtîkayên herêmî de roleke çavdêrîkirin û analîzkirinê bilîzin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rewşenbî û mamosteyê Zanîngeha Rojava, Rakan Şêxê da zanîn ku kampanyayên medyayî û siyasî dest bi reşkirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê kirine û herdem wan bi cudaxwazî ​​û parçekirina Sûriyê tawanbar dikin û got, “Divê rewşenbîr di polîtîkayên herêmî de roleke çavdêrîkirin û analîzkirinê bilîzin.”

Zext, siyaseta reşkirinê, herwiha gef û êrişên li dijî herêma Baku û Rojhilatê Sûriyê, hem jî erkdariya rewşenbîran mijareke girîng e ji bo berxwedaniya li dijî Şerê Taybet, şerê leşkerî û berovajîkirina rastiyan. Derbarê mijarên derbasbûyî de, rewşenbîr û yek ji mamosteyên Zanîngeha Rojava Rakan Şêxê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn siyaseta gef û êrişan, herwiha tuhmetên parçebûnê yên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tên kirin çawa dinirxînin?

Wekî ku em dizanin, ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser di sala 2014’an de, kampanyayên medyayî û siyasî dest bi reşkoirina wêneya wê kirine û herdem Rêveberiya Xweser û QSDê bi cudaxwazî ​​û parçekirina Sûriyê tawanbar dikin û ev yek bû encama êrişên leşkerî ku Tirkiyeyê li dijî herêmên xweser (Efrîn, Serêkanî û Girê Spî) gelek operasyonên leşkerî dane destpêkirin û ev operasyon wekî beşek ji siyaseteke sîstematîk a ji bo têkbirina projeya demokratîk û wekî rêbazek ji bo qelskirin û rûxandina Rêveberiya Xweser. Ji ber ku Rêveberiya Xweser mînakek serkeftî ye ji bo bicîhanîna prensîbên rêveberiya hevbeş, ku tê de hemî pêkhate – Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çerkez û yên din – di saziyên ewlehî û rêveberiyê de bi awayekî rêjeyî û wekhev têne temsîl kirin. Ji xwe Konferansa Pêkhateyên Sûriyê ku di 9’ê Tebaxa 2025’an de hat lidarxistin delîlek eşkere ye ji bo tiştên ku me bi dest xistine û ew peyamek pir girîng û zelal e ji bo hikûmet û raya giştî ya Şamê bû. Helbet ev nimûne ji ezmûna navendî ya li Şamê cuda ye ku bi polîtîkayên dijî-kêmneteweyan, ferzkirina nasnameyek yekane, mezhebî, olî û neteweyî ku cihêrengiya çandî, olî û etnîkî ve tê naskirin. Lê belê, Rêveberiya Xweser û QSD’ê rojane rastî gefan tên, hem ji aliyekî ve ji hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê û ji aliyê din ve ji DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî rû bi rû ye.

Di dema heyî de pêwîst e rewşenbîr ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser çawa tevbigerin?

Divê hemû gelê me û saziyên me bi tevahî hişyar bin û her saziyek divê wekî şaneyek krîzê bixebite da ku bi pirsgirêkên ji van êrîşkaran derdikevin re rû bi rû bimîne, bi taybetî bare mezin dikeve ser mile rewşenbîran ji ber ku rewşenbîr neynika civakê ne û helwest û xebatek  mezin ji wan tê xwestin di serî de divê bi organîzekirina komxebat, komên nîqaşê û semîneran li ser girîngiya xwerêveberiyê û feydeyên wê, wekî handerên hişyariya civakê tevbigerin. Divê çanda demokratîk û têgehên têkildarî mafên mirovan û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de werin belavkirin, da ku bibin alîkar ku nasnameyeke hevpar di nav civakê de xurt bibe. Çavdêrîkirin û analîzkirina polîtîkayên herêmî tiştekî girîng e lewma jî rewşenbîr divê di polîtîkayên herêmî de roleke çavdêrîkirin û analîzkirinê bilîzin da ku zelalî û hesabdayînê biparêzin. Parastina diyalog û lêborînê. Pêşxistina diyaloga berfireh di navbera hemû aliyên siyasî, pêkhateyên herêmê de ji bo pêşxistina yekîtî û aramiyê girîng e. Rewşenbîr divê nirxê diyalog û lêborîn di navbera çandên cûda de pêş bixin, û tekez bikin ku ev cihêrengî hêza ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê dike ye. Hevkariya bi civaka navneteweyî re jî xaleke cidî ye. Rewşenbîr û raya giştî divê bi saziyên navneteweyî û mafên mirovan re têkiliyan deynin da ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove bikin, ku ev yek dikare piştgiriya navneteweyî ji bo Rêveberiya Xweser bikişîne û cih û mekaneta wê li ser qada navneteweyî xurt bike.

Hetanî ku zextên ku Tirkiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike bên rawistandin, hem jî destkeftiyên heyî bên parastin pêwîst e çi were kirin ji hêla rewşenbîran ve?

Divê civak ji bo gefên derveyî, çi ji hikûmeta Tirkiyê be çi ji hêzên din be, amade be. Ev dikare bi rêya hişyarkirina raya giştî li ser xetereyên pêkan û amadekariya rûbirûbûna her kiryareke dijminane li dijî Rêveberiya Xweser were kirin. Hevrêzkirina hewildanan di navbera aliyên siyasî û civakî yên cihêreng de siyaseta Rêveberiya Xweser xurt dike û piştgiriya wê ya pêwîst misoger dike. Rewşenbîr divê yekîtiyê di navbera hêzên cihêreng de pêş bixin da ku nerîn û helwesta hevpar ji bo pêşerojê bi dest bixin. Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyek dîrokî temsîl dike ku divê were parastin û xurtkirin. Rewşenbîr û raya giştî di vî warî de berpirsiyariyek mezin hildigirin, bi rêya tevlêbûna çalak û famkirina tevahî hemû pirsgirêk û derfetan. Çalakiya hevbeş û domdar dê wan bihêle ku bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin û pêşerojek ewle û aram misoger bikin ku her kes tê de mafên wekhev û destkeftiyên mayînde bi dest bixe

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.