Nehîr Pale
Emîne El-Elî yek ji çirûskên serhildanê yên yekem bû, kûr dipijiqê tarîtiyê. Destpêke li hemberî zayendperestiyê helwest nîşan dide piştre tevlî xebatê dibe, biryar dide bi temamî ji saziya malbatê qut bibe û bi nasnameya şoreşgeriyê dest bi têkoşînê bike.
Di civaka Ereb ku Emîne lê mezin bûye hewldanên şoreşan tu carî derneketine pêş. Bi taybet jin dest bi şoreşê bike li wan biyanî ye û sosret e. Ew jî eşîr in li gel wan kevneşopî, ol, şeref û namûs pîroz in. Mîna hemû jinan li ser Emîne jî zextekî ruhî û mejî yê mezin hebû. Hewldanên mêr ku gurûra wê bişkînin, destdirêjî rûmeta wê bikin û fêrî koletiyê bikin, gelekî dijwar bûn. Zeyendperestî ne sal bi sal, bi kêliyan cigerê wê dirizand û dixwestin çavên wê bişkîn in. Li beramberî êrîşên têne kirin, her tim xwe û jinên li derdora xwe diparêz e. Emîne êdî gihîştibû pêvajoya teqînê û biryareke ku ji malbat û civaka wê re gelekî zor bû, da.
Li taxa Mişlib a bajarê Reqayê sala 1995`an ji dayîk dibe. Mişlib weke cî di nava tax û gund de maye. Ji hemû taxên Reqayê zêdetir feraset û kevneşopiyên eşîretê lê hene. Hevala Emîne jî ji êla Bo-Himêd a qebîleya Bo-Şaban bû. Ew jî mîna hemû jinên eşîreta Bo-Himêd jê dihat xwestin kevneşopiyên eşîretê biparêze û berovajî wan tevneger e.
Enerjiyek di hundirê Emîne de hebû, li gorî bav, bira û kevneşopiyên eşîretê tevnedigeriya. Ew jî mîna her jinekê li hemberî sîstema desthilatdar bi nakok bû. Di malbat û eşîreta wê de mêr her tim xwe li ser jinê ferz dikin, çiqasî birayên Emîne dixwestin li ser serê wê bin, bertek jê derdiket û serweriya kesî qebûlnedikir. Ew zaroka navîn bû, ji keçan û lawikan jê mezintir hebûn lê belê ya mal birêve dibir Emîne bû.
Emîne heyanî zanîngehê dixwîne, sala 2017`an di şert û mercên koçberiyê li bajarê Serêkaniyê yê kantona Cizîre dibe nûçegîhana Ajansa Hawar a nûçeyan (ANHA). Piştî rizgarkirina Reqayê ew vedigerin û Emîne xebatên xwe yên nûçegîhaniyê berdewam dike. Dema xebatên raghandinê li Reqayê birêxistin dikin, Emîne dibe rêveberiya navendê. Hem nûçegîhaniyê dike hem jî rêveber e.
Bê guman li gorî zanebûna xwe navendê birêve dibe, di xebatên rêveberiyê de nû bû, li beramberî rê û rêbazên wê yên rêvebirina xebatê bertekên dijwar derdiketin. Tişta herî zehmet nizanîbû çawa nêzî pirsgirêka jin û mêr bibe, têbikoşe û pirsgirêkan çareser bike. Di gelek rewşan de Emîne tanîn rewşa li bendê bûn ku gav paşve bavêje û xwe bide paş. Balkêş bû; Emîne xwe nedida paş dîsa xebatên xwe yên rêveberiyê berdewam dikir. Çiqasî wê zehmetî û zorahî jiyankiriban jî, lê ew ne zik reş bû û exlaqên wê têrê dikir ku insanan efû bike. Li gel Emîne ya girîng rûmeta wê bû û ji bo baskên wê neşkînin, tenê çiwîna çiyan li pêşiya wê mabû. Dudilî pêre nebû û ji Reqayê bê ku li tu deverî bisekine çemê Dicle qut kir û derbasî çiyan bû. Ne malbat û ne jî sînor dikarîbûn li pêşiya Emîne bibin kelem.
Sala 2019`an beşdarî Tevgera Azadiyê bû û sala 2020`an li Herêma Avaşîn a Dêra Zorê şehîd bû.






