Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gurbetellî; pêşenga xeta rojnamegeriya jina azad

08/10/2025
in JIN
A A
Gurbetellî; pêşenga xeta rojnamegeriya jina azad
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Şoreşger û rojnamegera Kurdistanî Gurbetellî Ersoz bi estetîk û fikra jinê û bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan, ew di lêgerîna heqîqetê de bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê. Herwiha ji bo domandina mîrateya wê di sala 2013’an de di salvegera şehadeta wê de, Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) hate ragihandin.

Di seranserê dîrokê de, jinan di têkoşînên civakî, çandî, hunerî, rojnamegerî, siyasî û zanistî de ji bo dengê xwe bidin bihîstin, bi dijwariyên mezin re rû bi rû mane. Yek ji wan jinan jî Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî Ersoz, di 11’ê Tîrmeha sala 1965’an de li gundê Zîverê navçeya Palu ya Elezîzê ji dayik bû. Navê serpêhatiya jiyana Gurbetellî, wekî “kesera jiyana wê ye” bi hemû ked û bawerî di rojnamevaniyê de mîrateyek ji şopdarên xwe re hişt. Bi cesaret û tevgera xwe di kevneşopiya ragihandina azad de ji bo hemû jinan bû pêşeng.

Gurbetellî Ersoz fedekariya rojnamevaniya jin e

Gurbetellî Ersoz ku bi kevneşopa çapemeniyê ya sedsalî hêz da çapemeniya Kurd û bû yekemîn derhênera weşana giştî ya jin a çapemeniyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Wê jî wek jineke kîmyager, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û şoreşger dîrok nivîsand… Li derveyî normên civakî jiya û bi cudahî xwe û serhildêriya xwe hat naskirin. Jiyaneke wê ya dijwar hebû; teslîm nebû, teslîmî sîstema serdestiya mêran nebû… Hat darizandin, girtin, îşkence lê hat kirin. Agirê serhildan û tolhildanê yê di dilê wê de tu carî venemirî û li çiyayan hem karê rojnamevaniyê hem jî karê şoreşgeriyê bê dudilî kir.

Gurbetellî bi çîrokên serhildanê mezin bû

Gurbetellî di hevpeyvînekê de dibêje “Ez li gundê Zîver ê navçeya Palû ya Elezîzê ji dayik bûm.” Gundekî çiyayî ye. Ji sala 1993’yan ve tune ye, ji ber ku…” Ji ber ku ew gund jî mîna bi hezaran gundên din ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin. Gurbetellî di malbateke xizan de hatiye dinê. Bavê wê li Almanyayê wek karker dixebitî û navê ‘Gurbetellî’ ji ber vê yekê lê dikin. Gurbetellî bi çîrokên berxwedana Seyîd Riza û Besê û bi çîrokên serhildanê mezin bû. Di wan çîrokan de xwe dît. Di dibistana seretayî de li gundê xwe qedand û bû yekemîn. Her çi qas gundî çûna dibistana navîn qebûl nekin jî û feodalî li gund serdest be jî, li hemberî kesên ku digot ‘keç naxwînin’ ji bo keçên gund bixwînin, bû destpêkek. Bi desteka bavê xwe dest bi dibistana navîn kir, piştî saleke zor û zehmet bi diya xwe re ji bo xwendinê çû li Edeneyê.

‘Min dest bi xwendineke bêrawestan kir’

Dayika wê Fatma Ersoz ji ber ku nekarîbû bixwîne, dixwest zarokên wê bixwînin û heta nîvê şevê ranediket da ku zarokên wê bixebitin. Gurbetellî ku ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar û bindest sekinî, dayika xwe bi hişmendî û wêrekiya xwe bi tenê nehişt. Gurbetellî bi dayika xwe re bi kirmanckî diaxivî û ji ber ku li dibistanê bi Tirkî nedizanî xwendekaran henek pê dikirin û di dersan de zehmetî kişandibû. Tevî van hemûyan jî dest jê berneda û gelekî xwend û xebitî.

Gurbetellî zor û zehmetiya wê demê, wiha rave kiribû: “Min dest bi xwendineke bêrawestan kir. Min xwend,; her ku ez westiyam, min li radyoyê guhdarî kir. Di dawiyê de baş hînî xwendin, nivîsandin, axaftina bi Tirkî bûm.”

Parvekirina zanîn û heqîqetê nîşaneya rêya Gurbetellî bû

Di lîseyê de dixwest beşa hiqûq an jî têkiliyên navneteweyî bixwîne. Dema beşa kîmyayê qezenc kir, pir kêfxweş bû. Piştî xwendina xwe ya lîsansê li Enstîtuya Zanistê ya Çukurovayê dest bi mastera xwe ya li ‘hawirdor û enerjiyê’ kir. Gurbetellî ji kîmyayê, ji hemû madeyên ku dane hev û ji laboratuarê hez dikir. mamosteyê beşê haya xwe ji vê hezkirina wê çêdibe û rojekê van gotinan ji Gurbetellî re dibêje: “Hezkirina te ya laboratuarê şertê yekemîn ê zanyariyê ye. Lê divê tu ji bîr nekî ku heta tu tiştên ku hîn bûyî, bi yên din re parve nekî, tu wateya wê tune ye.” Van gotinên mamosteyê xwe ji bîr nake û tev li têkoşîna xwe dike. Lê ders û amfiyan têrê nekirin ku tiştên di dilê xwe de bîne ser ziman. Tercîha wê ew bû ku zanîna xwe parve bike û ji bo gelê xwe têbikoşe. Çernobîl û Komkujiya Helebçeyê di jyana wê de dibin qonaxên girîng. Gurbetellî jî dest bi lêgerîna bersivên pirsên di serê xwe de dike: “Kîmyagerên ku divê herî zêde bi Çernobîl û Helebçeyê re eleqedar bibin, ez matmayî hiştim. Min gelek caran ji xwe pirsî, ‘ez çi me, ez ê çi bikim?” Gurbetellî dema ku mastera xwe dike, 3 salan di beşa kîmyayê de asîstaniya lêkolînê dike û cara pêşî bi kovara “Hedef” re Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

‘Xweş e ku mirov xwe bighîne her derê’

Gurbetellî ku zarokatiya xwe li Edeneyê derbas kir û di ciwaniyê de xwe avêt nava şoreşgerî û têkoşînê. Gurbetellî di heman demê de dest bi karê rojnamevaniyê dike û di 10’ê Kanûna 1990’î de tê destgîrkirin. Gurbetellî piştî lêpirsîna 15 rojan rastî îşkenceyên giran tê û piştre tê girtin û dişinin girtîgeha Meletiyê û 2 salan girtî dimîne. Wêneyekî ku di dema darizandina wê de li salona dadgehê hatiye kişandin, wêneyê şopên îşkenceyê yên li ser lêv û desten wê ye. Di wêneyên wê de tişta berbiçav, xêzên li eniya wê ne. Rûkeniya wê ya şermok û tûjbûna nêrînên wê, hem hêrs û hem jî bîrbiriya wê nîşan didan.

Piştî esareta 2 salan li ofîsa Edeneyê ya Ozgur Gundemê dest bi kar kir. Lê piştî demeke kurt di 15’ê Çileya 1993’yan de rojname hate girtin. Ji wê demê heta 23’ê Nîsana 1993’an dema ku bi fermî dest bi rojnamegeriyê kir, ji nivîsandinê bigire heta nûçeyan, ji bo hînbûna detayên rojnamevaniyê kedeke mezin da. Gurbetellî rêwîtiya xwe ya ji bo hînbûna rojnamevaniyê wiha vedibêje: “Bi rojnameyan xwe gihandina mirovan hêsantir e. Ez her tim xwendevaneke baş û rojnameyan bûm.

li pey nivîsandina heqîqetê berdêlên giran didin

Di demeke kin de dibe derhênera weşana giştî û ev yek dewleta Tirk aciz dike. Ji ber vê yekê, ji bo civînên serfermandariya giştî ya Tirk, serokkomarî û serokwezîriyê nayê vexwendin. Her wiha nûçegihan û edîtor nikarin xwe bigihînin serokwezîrî, wezaret, walî û şaredaran da ku nûçeyên xwe piştrast bikin û agahiyan jê wergirin. Gurbetellî û hevalên wê li kuçe û kolanan li pey nivîsandina heqîqetê dikevin û berdêlên giran didin. “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa jî ji van berdêlan bê par namînin. Di dema Rewşa Awarte ya li Kurdistanê de bi coş û kelecanî bi berdêla jiyana xwe wezîfeyên xwe bi cih anîn. Ya ku herî zêde Gurbetellî hêrs dike, astengkirina belavkirina rojnameyê, destgirtina nûçegihanan û qetilkirina belavkarên zarok e. Herwiha êrişên giran ên mîgrenê û spazma medêye…

Di 29 saliya xwe de bi edîtor û nûçegihanan re di odeyeke biçûk de mîna ku bi salan rojname bi rê ve biribe, lê guhdarî kir, nîqaş kir û pêşniyar kirin. Dema ku Gurbetellî bû derhênera weşanê, ne tenê wateyeke pîşeyî lê gelek wateyên xwe hebûn.

Ozgur Gundemê ku nûçegihanên wê, belavkarên wê hatin kuştin û girtin, para xwe ji her cure zilm û zordariya dewletê digirt. Di 10’ê Kanûna 1993’an de Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, bi sedan polîsan bi ser rojnameyê de girt. Gurbetellî li gel xebatkarên rojnameyê hate destgîrkirin û piştî 13 rojên destgîrkirinê, hate girtin. Îşkencey li wir dubare bûn, bi awayekî hovane lê dan, ji porê wê girtin û kişandin û li korîdor û pêlekanan kaş kirin… Gurbetellî wê demê şandin Girtîgeha Sagmalcilarê û di dadgeha yekemîn a Hezîrana 1994’an de hate berdan. Piştî ku hate berdan, heta demekê xebatên xwe yên rojnamevaniyê domandin.

Kes nikare fikir û afirîneriyên Gurbetellî tune bikin

Gurbetellî û komek hevalên wî di 7’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê bi tankên Leopard ên leşkerên Tirk bi kar tînin û pêşmergeyên PDK’ê ve koordine dikin, hatin gulebarankirin. Cihê cenazeyê wê hê jî nayê zanîn. Gurbetellî ji pênûsan dûr neket. Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand.

‘Pêwîst e pênûs û peyva jin geş û berztir bibe’

Gotina Gurbetellî Ersoz ‘Agahî her ku tê parvekirin bi wate dibe, agahiya parvenekirî tu wateya xwe nîn e’ ji bo jinan wê maneyê dide ku divê jin di her warî de xwe bi pêş bixin û pênûs û peyva wan geş û berztir bibe.

Gubetellî bi qasî rojnameger şervana azadiyê jî bû 

Gubetellî rojnameger, şoreşger û çalakgereke Kurdistanê bû, li dijî feraseta yekparêz ruhê xwe yê têkoşînê derbasî ragihandinê kir, hat girtin, berdan, dîsa vegeriya rojnameyê û piştre berê xwe da çiyayan û di wê rêwîtiyê de dilê xwe li çiyayan nexişand. Gurbetellî bi ber zextên zêde, biryara xwe da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û di sala 1995’an de tev li nava gerîlayan dibe û navê Zeyneb Agir wergirt.

Îro roja bilindkirina pênûsa Gurbetellî ye

Gurbetellî Ersoz li ser navê rojnamegeriya jina kurd şoreşek kiriye û ji rojnamegerên jin re bûye mînak. Gurbetellî Ersoz, zaneya jiyana azad, afrînera di oxira lêgerîna heqîqetê de bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê. Di 7’ê Cotmeha sala 2013’an de ku salvegera roja jina şoreşger û pêşenga ragihandina jinê Gurbetellî Ersoz bû, Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) hate ragihandin. Li ser vê bingehê rojnamevanên jin ên Kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li hemû welatên lê ne, li bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.