Birûc Resûl/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina biryara Hikumeta veguhêz a Şamê ya cejnên netewî û olî yên ku nûrnertiya civakên gelêrî yên Sûriyê dikin, xelkê bajarê Qamişlo meşaleyan agirê newrozê pêxistin.
Biryara hijmara 188 a sala 2025‘an de ku ji aliyê Hikumeta veguhêz a Şamê ve hatiye derxistin, her wiha cejnên netewî yên pêkhateyên cûda yên Sûriyê, bi taybet cejna Ekîto, Newroz û 8‘Adarê ji lîsteya cejnên fermî yên Sûriyê derxistiye ev yek di nav pêkhateyên cûda yên herêmê de bûye sedema nerazîbûnê. Ji ber vê yekê îro ji li bajarê Qamişlo bi sedan şênî li çarxereya Zorî kom bûn û nerazîbûnên xwe nîşandan. Di heman demê de agirê Newrozê hat dadan ku hemû pêkhate, ciwan, dayikên aştiyê, saziyên Rêveberya Xweser û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Gel di şahiyê de agirê newrozê gur kirin û bi diruşmeya ‘Kes Nijare Roja Me Tarî Bike’ ev biryar şermezar kirin. Di heman demê de gel bi cil û bergên Kurdî û bi hildana alên QSD, Kesk û sor û zer şahiyê xemilandin. Her wiha di şahiyê de hat xuyakirin ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çanda xwe ve girêdayîne, wê tu kes nikarbe wan dûrî çanda wan bike. Ev kombûyin û nerazîbûne pêkhateyan ji bo biryara 188 bi serê xwe bersivek bû.
Piştre govendên Kurdî yên resen hatin gerandin û di dawiyê de jî gel bi mesa seyareyan Di nav bajar de geriyan.





