Birûc Resûl/Hesekê
Rêveberê Meclisa Têkiliya Leşkerî ya QSD’ê a bajarê Hesekê Hisên Selmo diyar kir ku her çiqasî dijminê xwedî teknîk û çekên pêşketî be, QSD’ê jî xwedî vîn, bawerî û hunera pispûriya ezmûna bi salan e û wiha got: “QSD`ê di nava 10 salan de baweriya gel û nevnetewî qezenc bikie.”
Li ser bingeha pergala netewa demokratîk û xweşik û biratiya gelan, ji bo parastina gelên herêmê li hermberî êrişan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin û ragihandin. QSD`ê hêzeke leşkerî, niştimanî û yekgirtî ya hemû gelên Sûriyê ku Ereb, Kurd, Suryan û hemû pêkhateyên din jî cihê xwe di nav de digrin.

Hêzên leşkerî yên ku cihê xwe di nava QSD’ê de digrin ev in; Hevbendiya Erebî ya Sûriyê, Artêşa Şoreşgeran, Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê, Hêzên El-Senedîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ). Ji xwe Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ji destpêka şoreşa Rojava ve hatin damezrandin û li dijî çeteyan j bo parastina herêmê berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Herwiha destpêka şikandina DAIŞ’ê li Kobanê li ser destên şervanên YPG û YPJ’ê bû. Wan bi qehremaniya xwe navê xwe di dîroka lehengiyê ya cîhanê de nivîsand.
QSD`ê bû xwedî nirxekî mezin
Damezrandina QSDʹê encama têkoşîna mezin a gelên herêmê ye, tê de gelek azmûn, cesaret, xwebawerî û baweriya bi serkeftinê di giyanê şervanan de kom bûye. QSD`ê bi berxwedan û fedekariyê bû xwedî nirxekî mezin.
Di dema ku QSD’ê hat damezrandin piraniya xaka Sûriyê di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, lê di demeke kin de QSD’ê dikarîbû bi têkoşîna xwe baweriya gelên herêmê qezenc bike û qadên berfireh ji çeteyan rizgar kir. Rizgarkirina bi hezaran kîlometreyan û bi hezaran gund û bajarokan, ne pêvajoyeke hesan bû, lê belê ew encama dayîna bi hezaran şehîd û birîndarên şervanên QSD`ê û bi hezaran kêliyên ku tê de bûn, bû. QSDʹê bi miloyonan welatî ku di destê DAIŞʹê û hêzên din ên terorîst de dîl hatibûn girtin rizgar kirin. Ji lewre QSD’ê bi fedekariya şervanên xwe li ser asta cîhanê û herêmê bû sembol û axaftina li ser QSD’ê bû weke axaftin li ser dîrok û nasnameya herêmê, rastiya pêkhateyên wê û wêrekiya keç û xortên herêmê. Li ser wê bingehê, QSDʹê û pêkhateyên herêmê bi gelek hêzên navneteweyî re, bi taybetî bi Koalîsyona Navneteweyî re, têkilî û peywendî pêk anîn. Di dema şerê li dijî terora DAIŞʹê de QSDʹê bibû axaftina tevahî hêz û dezgehên çapemeniyê yên cîhanî. Bi wê yekê bû hêza yekane ku bi derfetên xwe yên madî yên hêsan DAIŞ têk bir û ji erdnîgariyeke fireh derxist û di aliyê leşkerî de li Baxozê têk bir.
QSD`ê baweriya gel û navnetewî qezenc kir
Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat kir ku ew hêza herî bi displîn û bi bandor e, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û li ser asta Sûrî jî bi giştî ev yek hate isbatkirin. QSD’ê ezmûnên leşkerî yên mezin derbas kirin, ku tê de karîbû serkeftinên ku hatine piştrastkirin bi dest bixin û bandoreke erênî li ser Sûriyê çêbike. Ji ber ku QSD’ê di hemû şer, pêngav û ezmûnên ku têre derbasbûyî û li hemberî hemû hêzên ku dixwestin serweriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têxin destê xwe bi ser ket û baweriya gel û navnetewî qezenckir. Di serî de hêzên hevpeymanî û gelek hêzên heremî jî xwestin ku QSD’ê bi wan re bikeve nava hevpeymanên leşkerî û sûdê ji ezmûnên QSD’ê bigrin. Rêwîtiya QSD’ê bi dawî nebûye û hîn berdewame û roj bi roj QSD’ê mîna guloka berfê mezin dibe û bi hêztir dibe. Her çiqasî zehmetî, asteng û planên mezin jî li pêşiya QSD’ê hebin, lê ew bi biryare ku gel û axa xwe bi parêze, di heman demê de li hemberî hemû hêzên ku dixwazin axa Sûriyê dagirbikin li berxwe bide û bi serbikeve. Ji destpêka şoreşê û heyanî îro li hemberî dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ’ê ji bo parastina gel û xaka welat zêdetirî 13 hezar şehîd û 20 hezar birîndar hatine dayîn.
‘Hêzên QSD’ê xwedî vîn û bawerî ne’
Di çarçoveya salvegera damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk, Rêveberê Meclisa Têkiliya Leşkerî ya QSD’ê a bajarê Hesekê Hisên Selmo ji Rojnameya me re axivî û wiha anî ziman: “Şoreşa azadiyê ya 19`ê Tîrmehê ku di sedsala 21`ê de mîna sitêrkeke azadiyê şewq dide. Di vê şoreşê de gavên mezin yên şoreşgerî û dîrokî hatin avêtin. Herwiha pêşeroja gelan û mirovahiyê ronî kir, em gelê Bakur û Rojhilate Sûriyê, jin û ciwan, YPJ, YPG, QSD û hemû gelên me yê ku xwe bi rêxistin kirine, ev destkeftiyên mezin afirandin, tevahî gelên herêmê û bi taybet gelê Rojava ku keda wan di vê gava şoreşgerî de heye, pîroz dikin. Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji bo siberoja Sûriyê demokrasî, wekhevî û azadiyê têkoşînê dike. Ji ber ku ew di nava xwe de hemû pêkhateyên Sûriyê dihewîne û bi felsefeya azadiyê û li ser bingehê netewa demokratîk tevdigere, bi hişmendiyeke nûjen û serwext demê tevdigere. Her çiqasî dijminê li hemberî me xwedî teknîk û çekên pêşketî be, hêzên QSD’ê jî xwedî vîn, bawerî û hunera pispûriya şer û ezmûna bi salan e. Gelekî qehreman û xwedî bawerî, vîn û cesaret jî li pişt QSD’ê heye. Hêzên Sûriya Demukratîk bi desteka gelê xwe yê berxwedêr wê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide û wê hertim serkeftin para me be.”
‘QSD`ê karîbû bibe cihê bawerî û ewlehiyê’
Hisên Selmo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku QSD`ê kaîrbû hemî pêkhateyan di nava xwe bi hewîne û bi parêze û wiha pê de çû: “Şehîdên leheng ên ku afrînerên vê çalakiya şoreşgerî û dîrokî ne di şexsê şehîd Şîlan, Xebat, Gelhat, Rûbar, Karker, Avesta, Sosin, hebûn Ereb, Malda , Zinar û Rêvan de bi rêzdarî bi bîr tînin ku bûn sedemên bi hezaran destkeftî werin bi destxistin. Em her gav û kêlî bi hevalên xwe yên şehîd re jiyan dikin. Serkeftina wan ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê. Bi serê xwe serkeftineke dîrokî bû ku jiyana gel ji meteriyê derxist. Em piştrastin ku bîraninê wan wê li sûriya demokratîk û kurdistaneke azad her hebe. Bêguman hêzên QSD`ê di sala 2015`an de hate avakirin di nava şoreşa Rojava de QSD`ê roleke mezin leyist ku gelê Rojava bi parêze, bi taybat di rizgarkirina bajarê Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Dêrezor, Baxoz, Hejîn, kampa Hol û her cihekî ku metersî lê hebe, bû bersivekî xurt. Di heman demê de gelek şervanên QSD`ê canê xwe feda kirin li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bi xwesteka jiyana azad û bi rûmet. Herî dawî li bendava Tişrînê ku bi dehan hevalên me ji bo parastina ax û ava herêmê di şexsê Ronahî Yekta , Ezîz Ereb û Egîd Roj da şerekî bê hempa dan meşandin. QSD`ê bi armanca jiyanek azad , wekhev û demokratîk hate avakirin. Ne tenê ji bo gelê kurd , lê belê ji bo gelê ereb, sûriyan, Ermen, Turkman û gelek joi pêkhateyên ku di Sûriyê de dimînin hate ava kirin. Ev jî ji tevahî cîhanê re dide eşkere kirin ku QSD`ê karîbû hemî pêkhateyan di nava xwe bi hewîne û bi parêze, di heman demê de QSD`ê karîbû ku bibe cihê bawerî û ewlehiyê ji tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”





