Do, saetên êvarê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Li hemberî wê jî ji bo parastina gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersiva êrişan dan û şerekî giran rû da.
Nîşaneyên destpêkirina êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:
Ji beriya çend rojan ve, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê çekên giran li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih kirin. Beriya bicihkirina çekan li derdora her du taxan, hêzên hikumeta veguhêz tevahî rêyên her du taxan girtin û stirên axî danîn. Bi vê yekê jî hikumeta veguhêz peymana 1’ê Nîsanê bin pê kir. Li hemberî dorpêçê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina dorpêçê kir
Dorpêçî û bexwedaniya gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:
Li hemberî çalakiya gel hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn. Piştî hêzên hikumeta veguhêz êrişî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina sivîlan bersiva êrişan da. Piştî wê hêzên hikumeta veguhêz bi çekên giran êriş kirin. Lê bi bersivdayîna Hêzên Ewlekariyê irişên wan têk çûn.
Piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo taxên berxwedêr:
Derbarê êrişan de Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da û banga rawestandina êrişan û vekirina rêyan kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê êrişên dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û bang li keç û xortên herêmê kir ku li kêlek xwişk û birayên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin.
Di heman çarçoveyê de QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Komên hikumeta demkî hewl didin bi tank û panzeran derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, bi hawin û dronan êrişî her du taxan dikin.” QSD’ê daxuyand ku medyayên dibêjin hêzên QSD’ê li her du taxan in derew in.
Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) bi daxuyaniyekê ragehand ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi lehengî li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, rejîma Baasê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirine, di parastina hebûna xwe ji êrişan de ne bi tenê ne.
Di çarçoveya piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dêrik, Reqa, Tebqa û Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û berxwedan hedu taxan silav kirin.





