Ronahî Sadûn/Qamişlo
Çalakvana TJA Bahar Peker diyar kir ku meşa TJA’ê bi armanca naskirina mafê hêviyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû û got: “Banga Rêber Apo ji bo aştî û demokrasiyê, dê cîhanê û Tirkiyê jî biguherîne û aştiyê bîne.”
Bi dirûşmeya “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di 1’ê Cotmehê de li Amed meşek hat dest pê kirin û di 7’ê Cotmehê de li Parlamentoya Enqerê bi dawî bû. Armanca sereke ya meşa TJA’yê ew e bû ku mafê hêviyê yê Rêber were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin.
Derbarê meşa TJA’yê û girîngiya peyama Rêber Apo ya ku ji meşê re rê kiribû, çalakvana TJA Bahar Peker ji Rojnameya me re axivî.

‘Naskirina mafê hêviyê û bidestxistina azadiya fîzîkî armanca me ye’
Bahar Peker diyar kir ku di 1’ê Cotmehê de meşa TJA li Amedê dest pê kir û wiha got: “Meşa me ku ji hêla TJA yê ve bi dirûşmeya “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1’ê Cotmehê de li Amed dest pê kir û dê di 7’ê Cotmehê de li Parlamentoya Enqerê bi dawî bibe. Armanca me ya sereke ew e ku mafê hêviyê yê Rêber were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin.”
‘Biryara Yekîtiya Ewropa ya mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyê bê bandor ma’
Bahar Peker eşkere kir ku biryara naskirina mafê hêviyê ya Rêber Apo heta niha nehatiye bicîh anîn û wiha pê de çû: “Di sala 2014’an de, Yekîtiya Ewropayê biryarek di derbarê naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo û pêkanîna guhertinên qanûnî û destûrî ji hêla Tirkiyê ve da. Mixabin, Tirkiyê ev biryar 11 sal in bicîh neaniye û ev biryar bê bandor maye. Herwiha dema ku em behsa mafê hêviyê dikin, ango mirov nikare heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimîne, komîteyê biryar da ku wê li Tirkiyê bicîh bîne. Her çiqas Yekîtiya Ewropayê diviyabû di navbera 15 û 17’ê Îlonê de dîsa bicive, lê mixabin ev heyam heta Hezîrana 2026’an dirêj bû jî.”
‘Meşa mafê hêviyê’
Bahar Peker da zanîn ku meşa wan li ser armanca pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo û hemû girtiyan e û wiha domand: “Em wekî jinên TJA daxwaz dikin ku Tirkiyê mafê hêviyê û bicîhanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo nas bike. Me ev meş da destpêkirin, da ku mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehê de pêk bînin.”
‘Banga Rêber Apo dê cîhanê û Tirkiyê jî biguherîne’
Bahar Peker anî ziman ku di 27ê Sibatê de Rêber Apo banga civakeke demokratîk kir û domand: Rêber Apo banga civaka demokratîk kir û got; “Ez berpirsiyariya tevahî digirim ser xwe” Wî herwiha bang li me jinan kir ku em pêşengtî ji banga aşitî û civakeke demokratîk re bikin û got, “Divê hûn jin bibin pêşengê vê bangê” Di vê çarçoveyê de em jin dê li qadan bin, da ku vê aştiyê bidomînin û dê her gav bibin pêşeng û rêberê vê bangê. Wekî TJA jî em ji bo vê armancê dixebitin. Ji ber ku îro dema ku em li cîhanê bi tevahî dinêrin, şerê cîhanî yê sêyemîn heye û gelek herêm di nav şer de ne, banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo civakeke demokratîk pir girîng e. Banga Rêber Apo ji bo aştî û demokrasiyê, dê cîhanê û Tirkiyê jî biguherîne, aştiyê bîne. Bi vê bangê Rêber Apo ramanek û îdeolojiyek sosyalîst a nû derxistiye pêş û sosyalîzma reel daye aliyek. Ew hewl dide ku vê ramanê belav bike û derxe pêş.”
‘Ji bo jinan sedsala 21’an dê şoreşek ronesansê be’
Bahar Peker diyar kir ku ew ê ji bo domandina aştiyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em wekî jinên Kurd û Tirk herdu jî beşdar in. Hem wekî jinên Elewî û hem jî wekî jinên Ermenî, Suryanî yên Êzidî, em ê ji bo banga civakek demokratîk û ji bo domandina vê aştiyê, têkoşîna xwe bidomînin. Jinên enternasyonalîst piştgiriya xwe ya xurt ji bo vê meşê nîşan dane û gelek daxuyanî di derbarê naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo de hatine dayîn. Îro dibe ku wisa xuya dike ku TJA bi 250 jinan dimeşe. Bi rastî, em bi mîlyonan jinan re dimeşin, hemû qeşayê dişkînin. Bi hezaran endamên TJA û hevalên jin hene ku li her welatê cîhanê bi me re ne, her çend ew nekarin bi fîzîkî bi me re bin jî. Wekî jin em sedsala 21’an wekî şoreşa jinan pênase dikin. Ji bo jinan sedsala 21’an dê şoreşek ronesansê be.”
‘Peyama Rêber Apo moralekî mezin da me’
Bahar Peker axaftina xwe wiha qedand: “Em dikarin bibêjin ku peyama Rêber Apo ji bo meşvanên TJA bi slogana “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin, ji bo naskirina mafê wan ê hêviyê,” pir girîng e û moralek mezin dide me. Peyama wî ya herî girîng, bi taybetî ji bo meşvanan û hemû jinan, bi axaftina zimanê kurdî bi awayekî azad fikrê xwe anîna ziman girîng e. “Ji bo jinan, divê em bi dewlet û civakê re bi hev re bixebitin” Ez pêşniyar dikim ku ew pirsgirêkên xwe bi malbat û hevserên xwe re bi rêya danûstandinan çareser bikin. Divê kes li ser bingeha zimanek otorîter û fermandar nêzîkî hev nebe; zimanek wekhev dê ji me hemûyan re sûdmend be, Rêber Apo. Em, bi taybetî wekî TJA û hemû hevalên xwe yên jin, soza xwe dûbare dikin ku em ê xebata xwe li ser vê zimanê danûstandinê ava bikin. Em soz didin ku em ê li ser erdê bimînin, her gav xebat û têkoşîna xwe zêde bikin û xurt bikin heya ku mafê Rêber Apo ê hêviyê û azadiya fîzîkî pêk were.”








