Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meşa jinên çalakvan a ji Amedê ber bi Enqerê ve gelekî bi wate ye

07/10/2025
in JIN
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Meşa Jinên azadxwaz a ji Amedê ber bi Enqereyê ve û dirûşma wan a “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” jî pir bi wate û bandor bû. Çalakvaniya jinên Kurd gelekî muezem bû. Nexasim jî ku ji paytexta Kurdistanê ber bi paytexta Tirkiyeyê ve meşiyan dibe wesîleya yekîtiya gelan.

Rêber Apo jî dibêje, “Têkoşîna jinan dibe temînata aştî û biratiya gelan.”  Her dem Rêbertî bawerî daye jinan û ew weke pêşeng diyar kirine. Jin xwedî rol û mîsyon in. Di nava şoreşa Kurdistanê de jin jî bi xwe bawer bûne, bêrawestan têkoşîn dikin û hêza çalakbûnê qezenc kirine. Nasnameya xwe qezenc dikin û dibin hêza sereke ya aştî û avakirina civaka demokratîk.

Niha di van kêliyan de jî jin li ser piyan e û ketine nav hewldana pêşxistina aştiyeke mayînde. Çalakbûna jinan tesîra xwe li tevahî civakê jî dike. Ev meşa jinan ji her kesî re dibe banga rabûna ser piyan û xisûsa ku divê her kes ji bo aştiyeke bi rûmet destê xwe bixe bin kevir. Di heman demê de ji wan komên hewl didin pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bixetimînin re jî dibe weke şeqamek li rûyê wan dikeve.

Em hemû jî dizanin ku komên qatil kastîk hene û her li pey xetimîna pêvajoya aştiyê ne. Dibe ku ew kom ne li ber çavan bin, lê di her serdemekê de wan koman pêvajo xerab kirine.

Rêber Apo ji sala 1993’an ve banga çareserî û aştiyê li rayedarên dewletê dike. Gelek ked ji bo aştî û biratiya gelan daye. Lê mixabin ew komên qatil kastîk her weke kelem û bend ketine ser rêya çareseriyê,  pêvajo xetimandine. Ev hêz timî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin xwîna mirovan birijin.

Wan koman dasa xwe xistine destê xwe û li ser serê gelan sekinîne. Li benda şer in ku bi milyonan mirovan bidin kuştin û dijminatiya gelan hezar salên din berdewam bike. Herî zêde jî li dora serê çareserîxwazan digerin û mirovên, demokratîk û azadîxwaz hildibijêrin. Pêwîst e were zanîn ku eger rayedarên dewleta Tirk ên weke serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û serokê AKP ê Receb Tayyip Erdogan li gor wan komên qatil kastîk tevbigerin, wê bikevin nav şaşîtiyên pir mezin û dê pir mezin winda bikin. Li gorî tê dîtin rayedarên dewleta Tirk jî pir ji xwe ne bawer in û hîna jî serê wan tevlîhev e. Ev jî dibe sedem ku pir bi wêrekî tevnegerin.

Weke em hemû jî dişopînin û haj lê dibin, Rêber Apo bêrawestan û bi kedeke pir mezin ji bo çareseriyê dixebite, bi kelecan û İsrar têkoşîn dike. Em hemû jî dizanin ku hedef û armancên Rêber Apo însanî ne û qet û qet wê ji hedefên xwe neyê xwarê.

Rêber Apo di peyama xwe ya ji jinên ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşiyan re got: “Bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin” û ev nirxandina giranbûha kir,  “Ez bawer dikim ku meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ ku ji aliyê jinên TJA ve hatiye destpêkirin, dê tevkariyeke girîng li muzakereyên demokratîk bike.” Ev peyama Rêber Apo gelekî girîng e. Divê em hemû vê peyamê ji bo xwe esas bigirin û çalak bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.