Solîn Mihemed/ Qamişlo
Komîteya Koçberan a Serêkaniyê ji bo şermezarkirina dagirkirina Serêkaniyê, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li pêşiya navenda Netewên Yekbûyê li bajarê Qamişlo çalakiyeke protesto lidar xistin.
Îro, li bajarê Qamişlo koçberên Serêkaniyê ji bo şermezarkirina dagirkirina Serêkaniyê û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyeke protesto lidar xistin. Di çalakiyê de Koçberên Serêkaniyê, hiqûqnas û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di çalakiyê de ji aliyê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê daxuyaniyeke hate xwendin û tê de encamên kampaniya berhevkirina îmzeyan a di nav neştecihên bajarê wan de ku ji sala 2019’ an bi zorê hatine koçberkirin û ji 6 salan zêdetir e li kampên koçberan ku dûrî malên xwe dijîn, bi dawî bûye, hate aşkerekirin.
Komîteyê zêdetirî 10 hezar îmze berhev kirine ku hemû radikirina dagirkeriya Tirkiyê û polîtîkayên wê yên guhertina demografîk piştrast dikin. Herwiha mafê rewa yê koçberan ji bo ku vegere bi ewle û bi dilxwazî li mal û gundên xwe di bin çavdêrî û navnetewiya de tekez dikin
Daxwazên berbiçav yên koçberan wekî ku di îmzeyan de hatinibû destnîşankirin wiha bû:
-Siyasetên guhertina demografîk rawestînin û mafên xwediyên wan ên rewa vegerînin.
-Vegera ewle a koçberan misoger bike.
-Mekanîzmayek navnetewî ava bikin, da ku kesên vegerin bêb parastin û qerebûkirina kesên bandor li wan bûne.
Di dawiya çalakiyê de, Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê nameyek nivîskî pêşkêşî nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li Qamîşlo kir, ku tê de daxwazên koçberan û mafên wan ên rewa yên vegera bo deverên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê û siyasetên wê yên êrîşkar ji wan koçber bûne, destnîşan kir.
Daxwazên koçberan li ser mijarên mirovî, qanûnî û dadperwer jî bûn:
Vegera ewle û dilxwaz a kesên koçber bo malên xwe li gorî bingeha Peymana 10 ê Adarê misoger bikin, bi şertê ku ev vegera dûrî her xeter, gef an bêîstîqrariyê çêbibe.
Hemî komên çekdar ên dilsozê Tirkiyê ji deverên dagirkirî vekişînin.
Mekanîzmayek bibandor û maynde ya NY ava bikin, da ku binpêkirinan bişopînin û niştecihên vegeriyayî biparêzin.
Qerebûkirina kesên ku bandor bûne û binesaziyê û xizmetên bingehîn li deverên bandorbûyî ji nû ve ava bikin.
Beşdariya nûnerên koçberan di her diyalog an danûstandinên têkildarî çarenûs û pêşeroja deverên wan de misoger bikin.
Rola Neteweyên Yekbûyî bi awayekî berpirsiyartir û bi bandortir di şopandina pirsgirêkên mirovî û siyasî yên têkildarî dagirkeriya Tirkiyê de çalak bikin, bi şandina şandiya lêkolîna rastiyan û nûnerên domdar ji bo şopandina rewşê li ser erdê.
Nêzîkatiyek navneteweyî ya berfireh qebûl bikin ku kokên krîzê çareser bike û nexşerêyek rastîn ava bike ku edalet, hesabpirsîn û vegera koçberan misoger bike.
-Komîteya koçberên Serêkaniyê bi şandina fermî ya vê encamê ji Neteweyên Yekbûyî re, bang li civaka navnetewî dike ku berpirsyarên xwe yên exlaqî, qanûnî û mirovî di bidawîkirina êşa bi deh hezaran koçberan de hilgirin û tekez dike ku vegere wan şertek pêşîne ji bo bidestxistina aştiyek dadperwer û mayînde li Sûriyê.





