Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Têkilî û Itîfaqên Siyasî ya Kongra Star Ronahî Hesen diyar kir ku li ser bingeha encamnameya konferansa jinan ku li Hesekê hatibû lidarxistin, wê kampaniyeke jinan di 12’ê Cotmehê de bi dûrişmeya “Em Demokrasî û Aşitî Helbijerin, Xwestek Jinan, Suriyeke Nenavendî ye” li ser asta Sûriyê were lidarxistin.
Di 12’ê Cotemehê de wê, ji aliyê jinên Sûriyê ve kampaniyeke Jinan bi dirûşmeya “Em Demokrasî û Aşitî Helbijerin, Xwestek Jinan, Suriyeke Nenavendî ye ” li ser asta Sûriyê were lidarxistin. Herwiha ev kampaniya bi armanca encamnameya konferansa jinan a ku li bajarê Hesekê wê were lidarxistin. Di heman demê de, wê ev kampaniya li ser asta Sûriyê were lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, endama Têkilî û Itîfakên Siyasî ya Kongra Star Ronahî Hesen ji Rojnameya me re axivî.
‘Di 12’ê Cotmehê de wê kampaniya were destpêkirin’
Ronahî Hesen anî ziman ku wê di 12’ê Cotmehê de kampaniya Jinan bi dûrişmeya “Em Demokrasî û Aşitî Helbijerin, Xwestek Jinan, Suriyeke Nenavendî ye” li ser asta Sûriyê wê were lidarxistin û wiha got: “Lidarxistina vê kampaniyê bi armanca encamnameya konferansê jinan yên ku di 20 Îlonê de, li Hesekê hatî lidarxistin. Di konferansê jinan de tevahiya jinên Sûiyê cihê xwe tê de girtin, mîna jinên Elewî, Durzî, suryanî, ermen, ereb û bi giştî jinên Sûriyê cihê xwe tê de girtin. Di heman demê de, di konferans de jinan helwestên xwe dan nîşandan, jinan ji bo Sûriyeya pêşerojê nêrînên xwe dan. Di konferans de jinan diyarkirin ku pêwîst e Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û wekhev were avakirin, da ku mafê hemû pêkhateyan û bi taybet mafê jinan lê were misogerkirin û parastin. Li ser vî bingehî me xwest ku kampaniyeke bi vî rengî ji bo jinan bidin destpêkirin.”
‘Kampaniya ji du beşan pêk tê’
Ronahî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di nava encamnameya konferansa jinan de, kampaniyeke ji bo Sûriyeke Nenavendî hate derxistin. Di wê demê de, biryar hate derxistin ku tevahiya rêxistinên jinan bi vê kampaniyê rabin. Ev kampaniya ji du beşan pêk tê, beşek li ser asta Sûriyê ye û beşê din li ser ser asta cîhanê ye. Di heman demê de, ku em çawa weke jinên Sûriyê bibin deng, ji bo Sûriyeke nenavendî, wekhev û demokratîk. Herwiha da ku Sûriyeke nû bi îrade û rengê jin were avakirin. Me xwest ku bi riya vê kampaniya dengê jinên Sûriyê bi cîhanê bidin belavkirin. Wê hemû rêxistinên jinên Sûriyê tevlî vê kampaniyayê bibin, her saziyeke jin wê bernameyên xwe derxînin. Wê çalakiyên mîna daxuyanî, panêl, meş, wê werin lidarxistin û wê name ji cihên têkildar re werin şandin.”
Endama Têkilî û Itîfakên Siyasî ya Kongra Star Ronahî Hesen eşker kir ku wê kampaniya heta mihekê berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku hemû tevgerên jin, hemû jinên çalekvan, siysetmedar û bi taybet jinên hundirê Sûriyê rêxistinbûna xwe hîn zêdetir xurt bikin. Da ku Sûriyeke nenavendî, demokratîk û wekhev ku mafê hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz bike û bi taybet mafê jin, were avakirin. Di heman demê de, em bi hêvî ne ku hemû rêxistinên jinên Sûriyê cihê xwe di nava vê kampaniyayê de bigrin.”






