Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Qamişlo semînerek hat dayîn

05/10/2025
in NÛÇE
A A
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Qamişlo semînerek hat dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di sêyemîn salvegera şehadeta têkoşera Kurd Nagîhan Akarse de, Navenda Jineolojî bi hevkariya Zanîngeha Rojava li parka Xwendinê a bajarê Qamişlo semînerek dan.

Bi sernavê “Bi zanebûna Jineolojî Jin Bilind dibe”, navenda Jineolojî bi hevkariya Zanîngeha Rojava ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel semînerek li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cuda, da.

Semîner bi deqyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre senevîzyoneke li ser kurtejiyana şehîd Nagîhan Akarsel hate pêşandan.

Semîner ji hêla Rêveberiya navenda Jineolojî ya bajarê Qamişlo Leman Şêxo û Mamosteya beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava Xunav Mihemed bi zimanê erebî û kurdî hate dayîn.

Di semînerê de bal hate kişandin li ser çawaniya pêkanîna zanebûnê herwiha zanebûn weke hêzeke azadkirinê hat nîşandan û wiha hate diyar kirin:  “Zanîn hêza azadiyê ye dihêle ku guhertinan di nava mirovan de çêbike herwiha zanîn carnan dibe desthilatdariyek dema ku ji hêla dewlet û hikumetan ve tê bikaranîn ku dibe mîna amûrekî ji bo kontrolkirina gel û tevahî civakê.”

Di semînerê de weke pênase ji bo zanînê hate diyar kirin ku ew encama têkiliya hişê mirov bi rastiyê re ye, bi rêya serpêhatî, hezirkirin, lêkolîn û rexineyê.

Têkiliya Di Navbera Zanîn û Jîneolojiyê de hate şîrovekirin herwiha rola Jineolojî di bîranîna jinên ku ji aliyê zîhniyeta zilam(baviksalarî ) ve hatine dûrxistin da ku vegerîne.

Di dawiya semînerê de wêneyên jinên ku di zanistê bi nav û dengin hat nîşandan.

Di riya çend pirsan de jinên hazir weke girûp hatin rêxstinikirin da ku nêrînên xwe bînin ziman.

Di dawî de çalakiyeke hunerî û straneke ku ji hêla endamên Akadîmiya Jineolojî hatibûn amadekirina hate pêşandan.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.