Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye’

05/10/2025
in NÛÇE
A A
‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Endamê Desteya Rûsipiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hewas Egîd diyar kir ku ew ê hertim bi fikir û felsefeya Rêber Apo tekoşînê bikin, tu carî dest ji helwesta xwe bernadin û got: “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de roja destpêkirina komployê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû. Hêzên navneteweyî yên dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayîn bikin, ev komplo bi dewleta Tirk re organîze kirin. Armanca komplogeran ew bû ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tune bikin û rê li ber şerekî dijwar di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de vekin.

Di derbarê pêkanîna komploya li dijî Rêber Apo, endamê Desteya Rûsipiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hewas Egîd û Rêvebrê Ciwanên PYD’ê ya herêma Efrînê Abdîn Efrîn ji Rojnameya me re axivîn.

‘Rêber Apo hêviya gelan e’

Endamê Desteya Rûsipiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hewas Egîd anî ziman ku ew bi navê desteya eşîran komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin û wiha got:” Armanca dewletan ji vê komployê ne tenê şexsê Rêber Apo bû, armanca wan şikandina îradeya gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de û tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn, bû. Hertim dewletên desthilatdar dihizirîn ku çi serhildanên ku çêdibin dema serok tê dîlgirtin serhildan têk diçe, lê ne ketibûn wê ferqê de ku bi milyonan şagirtên Rêber Apo hene û li ser fikir û felsefeya wî ne. Bangewaziya me ji bo gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ku li ser piyan bin û dest ji doza xwe bernedin heya ku em Rêber Apo fîzîkî di nav xwe de bibînin. Heger li Rojhilata Navîn felsefeya Rêber Apo pêk newe wê aştî nebe, ji ber ku Rêber Apo ye yê ku wê gelên bindest ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibe.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’

Rêveberê Ciwanên PYD’ê ya Efrînê Abdîn Efrîn da zanîn ku ev komployeke bêbexte ji ber ku li tevahiya cîhanê dewletan xwe kir yek û ev komplo pêk anîn û wiha got: “Tevahiya dewletan qebûl nekirin ku Rêberek derkeve holê bi fikir û felsefeya xwe hemû netewan hembêz bike, ev yek li pêşiya pilanên wan yên qirêj disekinî, lewma bi şêwazekî xapînok komplo li ser Rêber Apo pêk anîn. Hemû dewletên ku bang dikin bi azadiyê di rastiyê de tiştek ji vî rengî nîne, heger hebana Rêber Apo heya niha di Îmraliyê de nedima. Plana girtina Rêber Apo ne bi destê dewleta Tirk bû, ji ber ku hêza dewleta Tirk nîne ku komployekê bi vî rengî pêk bîne, lewma bi destên dewletên hegemonîk ev yek pêk hat. Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn bidestê Rêber Apo ye, ji bo vê yekê naxwazin deriyê Îmraliyê vekin da ku berjewendiyên wan têk neçin û gelên bindest neghêjin mafên xwe. Tevî wilo jî îradeya dewletan li pêşiya hêza Rêber Apo hat şikandin. Raste temenê me têrê nedikir ku em Rêber Apo bibînin lê di her axaftinekî wî de em hîz dikin ku ew li kêleka me amadeye. Em dev ji doza xwe bernadin û em ê hertim çalakiyên xwe lidar bixin di hemû qadan de heye ku em Rêber Apo fîzîkî azad bibînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.