Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bicihanîna peymana 10’ê Adarê tekane rêya vegera bi ewle ye’

05/10/2025
in NÛÇE
A A
‘Bicihanîna peymana 10’ê Adarê tekane rêya vegera bi ewle ye’
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronahî Sadûn/Qamişlo

 Kombenda Efrîn A Civakî li ser rewşa Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber avahiya netewên yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî da.

 Kombenda Efrîn A Civakî bi tevlîbûna gelê Efrîn ên li bajarê Qamişlo girêdayî rewşa Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ber avahiya netewên yekbûyî NY ya li Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê Erebî û Ingelîzî da.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Em Komeleya Efrîn a Civakî û Rêveberiya Karûbarên Koçberên Efrîn û Şahba bang li rayedarên demkî yên li Şamê dikin ku bi tevahî pabendî bicîhanîna madeya 5’emîn a Peymana 10’ê Adarê bibin a ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeraa de hat îmzekirin, ya ku bi eşkereyî vegera ewle û bi dilxwazî ​​ya hemû koçberên Sûriyê ji bo bajar û gundên wan û parastina wan a tevahî ji aliyê dewleta Sûriyê ve, destnîşan dike.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Her çend binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk li herêma Efrîn berdewam dikin ji desteserkirina milkê nifûsa xwecihî bigire heya kiryarên komên bêserûber ên girêdayî Wezareta Parastinê û Dezgeha Ewlekariya Giştî ku bi Wezareta Karên Hundir ve girêdayî ye û tacîza kesên bandordar. Em dibînin ku siyaseta paşxistin û derengketinê ya ku ji hêla rayedarên Şamê ve tê meşandin tenê rewşa Sûriyê tevlihev dike û êşa Sûriyan di astên cûda de zêde dike. Herwiha em piştrast dikin ku berdewamiya sepandina bacan bi rêya qaşo “Komîteya Aborî” digel tacîza rojane û gotinên nijadperest û mezhebî, binpêkirineke eşkere ya prensîbên edalet, wekhevî û mafên mirovan e.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, aktorên navneteweyî û herêmî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku zexteke zêde li ser rayedarên demkî yên li Şamê bikin, da ku wan neçar bikin ku pabendî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan bibin û bendên peymana 10’ê Adarê bêyî paşxistin an derengxistinê bi tevahî bicîh bînin. Em mafê gelên Efrîn ji bo vegera bi awayekî rûmet û ewle û mafê wan ji bo birêvebirina karûbarên xwe û temsîlkirina îradeya civakên xwe di Meclisa Parêzgeha Helebê de ji nû ve piştrast dikin. Herwiha di rewşa heyî de ji dorpêça taxên Kurdan li Helebê, em ji nû ve piştrast dikin ku pabendbûna bi peymana 10’ê Adarê tekane rê ye ji bo dûrxistina trajediyên din ji bo Sûriyan. Şer dê sûdê nede tu kesî û dê tenê êşa gelê Sûriyê zêde bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.