Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir

05/10/2025
in NÛÇE
A A
Kongra Star bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Kongra Star bi daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezara kir û got: “Em ê li ser riya fikir û felsefya rêberê mirovahî û aştiyê Rêber Apo meşa azadiyê dewam bikin.”

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin û hîn jî dewam dike, Kongra Star li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de jinên Meclisa Malbatên Şehîda, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl û endamên Meclisa bajarê Qamişlo hazir bûn û daxuyanî bi zimanê kurdî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê Kongra Star ya Bajarê Qamilşo em Komploya Navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo pêk hat, em şermezar dikin. Ji xwe ev komplo ne li ser şexsê rêber Apo tenê hat kirin, lê li ser mirovahiyê tevahî pêk hat. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo mafê Kurdan e, lê ji bo mafê tevahî mirovahiyê û jinan e. Her kes dizane ku eger fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav bibe û jin xwe ji zincîra koletiyê rizgar bike wê wekhevî, demokrasî, hezkirin, hevjiyana azad, zanist û azadî pêk were, ev jî ne li gor berjewndiyên dewletên desthilatdar û sîstema baviksalarî ye, ev 27 sal in ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye.”

Di dewama daxuyaniyê wiha hat gotin: “Em wekî jinên ku ji felsefeya Rêber Apo ava jiyana azad vexwarin e, emê heya nefesa xwe ya dawî li pey vê dozê bin heya ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe û hemî jinên cîhanê azad bibin.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em careke din dibêjin em ê li ser riya fikir û felsefya rêberê mirovahî û aştiyê bin, heya ku Rêber Apo rizgar nebe tu carî em rizgar nabin. Em piştgiriyê didin hemleya tevgerên jinên Azad ya Bakurê Kurdistanê.”

Di dawiya daxuyaniyê de siloganên ‘Bê Rêber Apo jiyan nabe, bijî Rêber Apo  û jin jiyan azadî hatin berzkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.