Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima di nava Kurdan de dîwar hene?

05/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi                                                                                                 

Em carnan qala Kurdên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ka wê çawa bibin yek û sînorê di nava Kurdan de çawa bê rakirin û ew ji hev re zêdetir bibin pişt. Carnan jî dikevin nava xeyalên ku Statuyeke Kurdan a yek parçe hebe û ew bi nasnameya xwe ya Kurdî xwe bidin naskirin û bê ku bibêjin ew Kurd in, li ser nasname û passportên wan bê danîn ku ev mirov Kurd e. Ne weke ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê mejbûrî rakirina nasnameyeke Erebî an jî li li Îranê Faris yan jî li Bakur Tirk be. Lê paşê şert û mercên Kurd di nav de ne difikirî û dibêjî; de wê rojekê Kurd jî bibin xwedî nasname.

Sîstemên dewletên ku welatê Kurdan di nava wan de hatiye parçekirin vê zilmê bi salaye dikin û heta roja îro jî ev hal dewam dike. Tevî ku li başûr Statuya Kurdan heye û li Rojava Kurd xwedî rêveberî ne, lê heta roja Îro jî zêde tişt neguheriye. Lê dîsa jî Kurd hêviya xwe bi yekparbûna Kurdan ve girêdidin. Yekparçebûna welatê ku di nava sînorên dewletan de maye, hêviya Kurdan e û ji bo vê jî her banga yekîtiyê tê kirin. Bakur dayike ji bo Rojava û birayê bi çûk ê Başûr e û hêviye ji Rojhilat re da Kurd bibin xwedî hêzeke naskirî ya hevgirtî.

Me dît ku di rojên wek îro de, di sala 2014’an de, çawa ciwanên Kurd ji parçeyên Kurdistanê berê xwe dan bajarê Kobanê da şerê Daiş bikin. Ev şer ji bo nasnameya Kurdan, şerê hebûn û nebûnê bû. Di vî şerî de li her derê her kesî got; eferim ji Kurdan re.

Dîsa di demekê de ye ku Kurd sînorên di nava welatê wan de bi destê zordaran hatiye lêkirin derbas dikin, li nava Rojava û Başûrê Kurdistanê de, dîwar tê lêkirin. Berî çend rojan bû nûçeyên bi dîmen hatin belavkirin ku dîwar di nava van herdû parçeyên Kurdistanê de tê lêkirin. Ji xwe di nava Bakur û Rojava de dewleta Tirk ava kiriye û di nava Şengalê û Rojava de Îraqê ava kiriye lê vî dîwarî kî ava dike? Çima ev dîwar tê lêkirin ku di demekê de ye hêviya rakirina sînorên berê tê kirin?

Ger Kurd bi xwe hev bi van dîwar û sînoran bi çûk bikin, ew ê çawa ji derve re bibêjin em miletekî xwedî yek Welatin lê bi van dewletên heyî di nava Kurdistanê de sînor hatine danîn?

Dixwazim di gotina xwe ya dawiyê de bibêjim, yê qale Kurdistanê û parastina Kurdan bike, nabe ku dîwaran ava bike û zextê li Kurdên parçeyekî din bike. Çi Bakur, çi Rojhilat, çi  Başûr û çi jî Rojava, nabe deriyan li ser hev bigrin ku di demekê de Kurd qale nasnameya Kurdistanê dikin. Yê dîwaran lê bike, ew e ku li dijî nasnameya Kurdan dijminatiyê dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.