Hemza Sêvo/ Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke. Ji van cihên şûnwariyê gundê Lêlên, Til Meşneqe û Mizgefta Mensûr e.
Gundê Lêlên
Gundê Lêlên bi 8 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê. Gund bi girê xwe yê dîrokî navdar e. Şûnwarên gir heta niha mane. Derdora 150 sal berê gund li rex girê dîrokî hatiye avakirin. Li gorî lêkolînên dîrokî ku behsa gundê Lêlên dikin, diyar dikin ku di wê demê de bajarek bû û navê wî Şexna bû. Di salên di navbera 2300`an heta 2200’an B.Z. de di bin serweriya Împarotariya Akadan de bû ku gelek navendên Akadî li herêma Xabûr ava kiribûn. Ji delîlên ku hebûna Akadan li vê herêmê îsbat dike, hatine vedîtin. Akadiyan bajarê nizm bi sûreke parastinê gelek mezin bi qalinbûna 8 metreyan ava kirin. Di dema Akadiyan de bajar ji aliyê çandiniyê û aboriyê ve geş bûbû. Akadiyan gelek avahiyên giştî wekî perestgeh ava kirin û ayînên baweriya Akadiyan lê pêk dianîn. Şandeya Amerîkayê ya ji Zanîngeha Yale bi rêveberiya Harvî Ways di sala 1979’an de ku li gir vekolîn kirine, hate diyarkirin ku dîroka gir vedigere serdema Hamûrrabî. Şandeya Amerîkayê di nivîsandina raporên xwe de ruqmên mixî û peykerên axî ku di vekolînan de dîtine, bingeh girtin. Xebatên vekolînê heta destpêka aloziya Sûriyê sala 2011’an berdewam kiribûn. Gundê Lêlên ji girîngtirîn cihên stratejîk ên serdemên kevn e. Her wiha di wê demê de cihekî bazirganiyê yê girîng bû û tê de depoyên genim hebûn. Şêniyên wê bi pirranî bazirganî dikirin. Heta niha jî şûnwarên depoyên genim lê hene.undê Lêlên bi 8 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê. Gund bi girê xwe yê dîrokî navdar e. Şûnwarên gir heta niha mane. Derdora 150 sal berê gund li rex girê dîrokî hatiye avakirin. Li gorî lêkolînên dîrokî ku behsa gundê Lêlên dikin, diyar dikin ku di wê demê de bajarek bû û navê wî Şexna bû. Di salên di navbera 2300`an heta 2200’an berî zayînê de di bin serweriya Împarotariya Akadan de bû ku gelek navendên Akadî li herêma Xabûr ava kiribûn. Ji delîlên ku hebûna Akadan li vê herêmê îsbat dike, hatine vedîtin. Akadiyan bajarê nizm bi sûreke parastinê gelek mezin bi qalinbûna 8 metreyan ava kirin. Di dema Akadiyan de bajar ji aliyê çandiniyê û aboriyê ve geş bûbû. Akadiyan gelek avahiyên giştî wekî perestgeh ava kirin û ayînên baweriya Akadiyan lê pêk dianîn.
Li gorî şandeya Amerîkayê ya ji Zanîngeha Yale bi rêveberiya Harvî Ways di sala 1979’an de ku li gir vekolîn kirine, hate diyarkirin ku dîroka gir vedigere serdema Hamûrrabî. Şandeya Amerîkayê di nivîsandina raporên xwe de ruqmên mixî û peykerên axî ku di vekolînan de dîtine, bingeh girtin. Xebatên vekolînê heta destpêka aloziya Sûriyê sala 2011’an berdewam kiribûn. Şandeyê di raporên xwe yên ku radestî hikumeta Sûriyê kiribûn de diyar kiribûn ku girê gundê Lêlên ji girîngtirîn cihên stratejîk ên serdemên kevn e. Herwiha di wê demê de cihekî bazirganiyê yê girîng bû û tê de depoyên genim hebûn. Şêniyên wê bi pirranî bazirganî dikirin. Heta niha jî şûnwarên depoyên genim lê hene.
Til Meşneqe
Til Meşneqe li herêma Cizîrê li nêzî çemê Xabûr dikeve, ew yek ji cihên dîrokî yên girîng ên Mezopotamyayê ye. Ev cih bi gelemperî şarestaniyên kevn ên Mezopotamyayê ên di sedsalên 3 heya 4’an ên berî zayînê de dijiyan, diteyisîne. Lêkolînên arkeolojîk di nav salên 1980 û 1990’î de hatine kirin û gelek şûnwarên kevn wekî kûzên rengîn, muhr û neqşeyên dîrokî hatine dîtin. Di nav wan de, peykerên biçûk û serê lawiran hatine vedîtin, ew şûnwar jî reng û rêbazê civakên li wir jiyana xwe bi rêveberiya civakî û çandî pêk tanîn nîşan dide. Til Meşneqe cihekî xwedî taybetmendiyeke girînge di warê pêkanîna lêkolînên dîrokî de, ji ber ku ev cih nîşan dide ka çawa kûz, nivîs û şûnwarên kevin di Mezopotamyayê de hatine çêkirin û pêşxistin. Herwiha Til Meşneqe cihê stratejîk û bazirganiyê riyên kevin ên gelên Mezopotamyayê ya nîşan dide.
Mizgefta Mensûr
Jê re Mizgefta Mensûr an Mizgefta Ebbasiyan jî tê gotin. Ev mizgeft li navenda bajarê Reqqayê yê îroyîn e. Girîngiya wê, tevî rewşa wê ya xirab a îroyîn, di wê rastiyê de ye ku ew yekane mînaka şêwaza fermî ya mizgeftên serdema Ebbasiyan li Sûriyê temsîl dike. Ev şêwaz bi girseyîbûna xwe û bi rastî jî ku rûyên wê yên derve ji hêla girseyîbûna xwe û bircên ku di nav wan de çar burc hene, şiklê kelehan digire, tê xuyakirin. Li gel bermahiyên koşkên Ebasiyan û bermahiyên dîwarê derve û deriyên wê avahiyên arkeolojîk li Parêzgeha Reqayê yên herî girîng in.





