Remezan Olçen
Em bi wêjeyê û bi hostatiya gotinê dewam bikin. Gelek cure, celebên edebiyatê hene. Di nav me Kurdan de jî weke milletên din ev cure, celeb bi gelek pirtûkên xwe, hene. Lê her pirtûk gelo dibe berhem? Pirs ev e… Em li bersiva wê bi hev re bigerin. Dema em li wêjeya klasîk a Kurdî mêze dikin, jê tam û çêjek digirin ku piraniya xwe helbest e. Sedema vê tam û çêjê çiqas nivîskar û çiqas arezûya me ya li demên berê ye? Tevî êş û janên wê jî çima demên berê bi me xweştir tê. Hukma zemên çiqas li ser vê arezûyê heye? Me di pêşerojê de çi kêm hiştiye ku em di nava wan risteyan de lê digerin? Ez wisa yeqîn dikim, pirsên girîng in? Herçî ehlê qelemê jî wisa bawer dikim ku ji xwe vê pirsê dikin? Yan na heke xemeke xwe tine be çima rabe serê qelema xwe tûj bike?
Îcar li vê derê tişrek din derdikeve pêşiya me; ev pirtûkên ku roj bi roj li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibin wê piştî dehê salan çend ji wan li ser bêjingê bimîne. Dema ku ji paşerojê ciwanek rahişt pirtûkeke ji pirtûkxaneya Kurdî wê çiqas li gel bîranîn û çavdêriyên nivîskar li zemanê nivîskar û li civaka ku nivîskar jî ferdek wê ye rast bê. Wê çiqas bikaribe bi wî zemanî re bikeve nav diyalogê û bi rêya wê helbestê, wê çîrok û romanê bibîne bê ka jiyana civakê, xweza, têkiliyên jin û mêr, lîstikên zarokan, lixwekirina cil û bergan çawa û çito bûne?
Weke mînak dema em li helbestên Cegerwîn dinêrin yan jî Fêrik yan jî Mestûrexan û hwd em çi dibînin tevî ku berî dehê salan hatine nivîsandin. Yan jî di nav Dubeytên Baba Tahirê Hemedanî de ku ji hezar sal berê mane tê de em civakeke çawa dibînin. Em li Feqiyê Teyran li Ehmedê Xanî binêrin. Em ê kîjan civakê bibînin. Mesele ev e; bi helbesta xwe bi berhema xwe wan demê jî tehlîl kiriye, wan civaka zemanê xwe jî nîşan daye. Ji ber wê jî îro jî tên xwedin û wisa bawer im wê sibe jî bên xwedin. Dema wisa dibêjim; bila ev neyê wê maneyê ku vî zemanî helbest, çîrok û romanên wisa tine ne. Hene lê lazim e pir bin, bêhtir bin. Hem ji bo îro lazim in û hem jî ji bo siberojê lazim in.
Ehlê qelemê çiqas hişê xwe kûr bike, bîra xwe paqij bihêle wê evqas bikaribe şahkarên hêja jî biafirîne. Ev karê ehlê qelemê ye. Îcar karê civakê, karê me jî heye. Xwedîkirina vê bîrê û li nivîskarên xwe bûyîna xwedî jî dive karê me be. Ji bo ku nivîs bibe karê nivîskar divê em jê re derfetê çêkin û jê dewa karên baş bikin. Ehmedê Xanî dibêje; Îro herkesek mî’marê dîwarê xwe ye. Madem em dixwazin taq û dîwarê me saxlem be, hingê em dest bidin hev û qedrê giraniya gotinê jî bizanin.






