Ayşa Silêman/ Dêrik
Cotkarê zeviyê pembû yê bi navê Ebdulkerîm Mihemed diyar kir ku îsal mesrefa çandiniya pembû pir zêde bû û nirxê kirîna pembû kêm bû. ji ber wê cotkaran ziyaneke mezin dîtin
Di salên borî de çandiya pembû ji bo cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin bû, li herêmê qadên fireh ji erdan bi bembû dihat çandin. Lê piştî destpêkirina şerê Sûriyê sal bi sal li herêmê giştî çandiya pembû kêm bû. îsal kêmbarîna baranê û hişkesaliyê bandoreke neyênî li zeviyên bembû kir û berhemê wê zerareke mezin dît.
Di derbarê rewşa pembû û astengiyên ku derdikevin di milê çandinî û çinînê de cotkarê bi navê Ebdulkerîm Mihemed û karkera bi navê Helîma Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Nepeydakirina mazotê û kêmbûna karmendan bû asteng

Cotkar Ebdulkerîm Mihemed da zanîn ku îsal asta berhemdayîna zeviyên pembû kêm bû û wiha got: ” Îsal bi giştî asta berhemdayîna pembû gelekî kême û di milê çandiniyê de jî me gelek astengî dîtin. Em mesrefeke zêde li çandiniya pembû datînin, lê berhem kêm tê û mne li gorî mesrefê ye. Îsal ji ber kêm bûna baranê em neçar bûn ku pembû bi ava bîran av bidin, lewma pêwîstiya me bi mazotê hebû û peydakirina mazotê jî ji me re dibû asteng. Di heman demê de karker gelekî kêmbûn, em li tevahî bajar digerin heya ku em çend karkerê çinînê dibînin. Buhayê pembû ku Rêveberiya Xweser diyar kirî gelekî kêm e, di heman demê de mesrefa pembû gelekî heye û berhem kême, ji ber wê cotkar ji çandiya pembû dûr dikevin. Dema berê nav li pembû dikirin zêrê spî, lê van salan bembû ji qedrê xwe ketiye. Hêviya me ew e ku Rêveberiya Xweser destekê bide cotkaran di milê peydakirina mazot, semad û buhayê pembû de.”
Her tişt bi demê re ji nirxê xwe ketiye

Karkera bi navê Helîma Mihemed diyar kir ku ew ji Serê Kaniyê ye niha jî li kempa Newroz bi cih dibe û wiha got: “Her sal di demsala havînî de em berê xwe didin nav zeviyan û çinînê dikin û di demsala zivistanê de em di kargeh û xwaringehan de kar dikin. Di van salan de çandinî kêm bûye lewma çi derfet li pêşiya me derdikeve em ji destê xwe nabin. Rojane em ji seat 6 sbehê heya 5 êvarî tên di nav zeviyê pembû de da ku em çinînê bikin. Gerimbûna havînê dibe asteng li pêşiya me lê em neçarin kar bikin da ku em pêdiviyên malbata xwe pêk bînin. Cotkar serê her kêloyek pembû hezar lîreyê Sûrî heqdestê çinînê dide me, raste di dema berê de jî kar bi kêloyên pembû bû lê di wê demê de nirxê pereyên sûrî bilind bû. Hêviya me ew e ku cotkar heqdestê karkerên çinênê zêdetir bikin .”





