Dilîn Ehmed/Qamişlo
Di roja me ya îro de alavên teknolojiyê bûne perçeyeke girîn di jiyana mirovan de û di gelek qadan de jî kar hêsan kiriye . Lê bi qasî ku erîniyên wê hene, ewqasî neyînên wên jî hene, bi taybetî li ser zarokan. Lewra ew dibe sedema gelek nexweşiyan yek jê Yekbûyîn (Otîzim) ji bo wê di mijara bikaranîna teknolojiyê û bandora wê ya li ser zarokan, hêmana sereke kontrola dê û bav e.
Bê guman her tişt di jiyana mirovan de aliyekî wê ya baş heya û aliyeke wê ya xerab heye. Pêşketina alavên teknolojî yek jê ye. Mirov nikare înkar bike ku bi saya pêşketina teknolojiya û înternetê ku bersiva hemû pirsên me dide, em dikarin bi nivîsandin û lêgerîna li ser înternetê her tiştê ku meraq dikin, bi dest bixin. Herwiha dikarin bi kesên din re jî parve bikin. Di bin van şert û mercan de, di mijara bandora teknolojiyê ya li ser pêşketina zarokan, weke mijareke girîng ku divê were lêkolîn û derkeve pêş, pêwîst e.

Ji ber ku zarok bi pêşketina teknolojî ji mezinan zûtir pêşdikevin, divê berî her tiştî dayîk û bav, mijolkirina zarokên xwe yên li ser telefona wan yên şexsî, bi baldarî nêz bibin. Lewra tiştên ku tên pêşiya wan, bê ku lêpirsîn bikin, dikarin qebûl bikin. Ji bo parastina zarokan ji gelek nexweşiyên ku telefon dibe sedem wan, divê dê û bav pêlîstok û amûrên li gorî wan bikar bînin. Di vê mijarê de helbijartîbûna dayîk û bavan gelekî girîng û pêwîst e. Çimkî li hember her cure naverokekî ku derkeve pêşiya wan, bê parastin dimînin.
Gelek caran ji bo ku dê erkê xwe yê malê biqedîne yan jî ji bo civatan bigerîne, telefonan dixe destên zarokên xwe. Ev yek pir şaşe. Bi taybetî zarokên ku çend heyv kiribin. Ji bo pêşketina mejiyê zarokan gelek çalakî hene ku malbat dikarin bikin. Mîna rûniştina li bexçe û parkan. Pêlîstokên li gorî temenê wan hwd gelek tişt hene.
Ji bo tedawîkirina kurê xwe pirtûkek nivîsand
Sara Sîrac Mihemed dayîka du zarokan ne, kurê wê yê mezin yê bi navê Ehmed neh salî ye ew jî yek ji zarokên ku bi nexweşiya (Otîzim) Yekbûyînê ye. Tevî ku Ehmed ji zikmakî ve bi vê nexweşiyê ye lê Sara dayîka wê ji bo nameyekê bighêne dayîkan û neyîna bandora telefonê li ser zarokan, pirtûkek bi zimanê erebî bi navê `Tu Bi Xwe Zaroka Xwe Derman Bike` nivîsand. Herwiha ji bo ku Sara kurê xwe ji vê nexweşiyê rehet bike, tevlî du perwerdeyên rizgarkirina zarokan ji alavên teknolojî bû. Niha Sara Mihemd li navendên bijîşkî li başûrê Kurdistanê zarok û mezinan yê bi nexweşiya yekbûyîn, tevgera zêdê û axaftina dereng perwerde dike.
Herwiha hêjaye ku mirov bîne ziman ku Sara li kêlek karê xwe ya perwerdekirina zarokan û erkê wê yê dê, karê xwe yê hezkirina ji wênexêziyê jî, bi salaye berdewam dike.
Sara jî mîna hemû dayîkan dema ku bijîşk jê re got, kurê te bi nexweşiya Yekbûnê ye. Ne dixwest bawer bike. Sara dema kurê wê dibe çend mehî, vê nexweşiyê lê dibîne, lewra ew di dema ku gihiştibû heneke bike, bê deng dima.
Ew bixwe bû bijîşka kurê xwe
Sara Sîrac Mihemed ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku wê ji ber nexweşiya kurê xwe nivîsandina pirtûka bi navê `Tu Bi Xwe Zaroka Xwe Derman Bike` hilbijart ta ku ev pirtûk ji dayîkan re bibe alîkar, Sara Mihemed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tevî ku kurê min ne ji ber alavên teknolojyayê bi vê nexweşiyê ket, lê min ji ber tecrûbeya xwe ya şexsî, xwest ku pirtûkê binivîsînim. Naveroka pirtûkê rêbazê danûstandina dê bi zaroka wê ya bi nexweşiya yekbûyîn ye. Ev rê û rêbaz wê bi dê re alîkar be ku li navendên taybet yên vê nexweşiyê negere. Ta ku ew bi xwe bibe bijîşka zarokên xwe. Ev jî ji tecrûbeya min ya ku min bi sala bi kurê xwe re da meşandin, niha ew mîna her zarokekî ye diçe dibistanê û refa sisiya ye.”
Pirtûka Sara ya bi navê `Tu Bi Xwe Zaroka Xwe Derman Bike` li Misir, Kiweyît, Urdin, Qeter belevbûye û nêzîke wê li Îraq û rojavayê Kurdistanê jî were belavkirin.
Sara Mihemed destnîşan kir ku, navendên bijîşkî yên nexweşiya yekbûn rojê sê çalakiyan didin zarokan, wê rojê nêzî 10 çalakiyan dida kurê xwe, lewra di du salan de Ehmed ji vê nexweşiyê rehet bû.
‘Dan û standina dê û bavan bi zarokan re pir girîng û pêwîst e’
Sara li ser bandora alavên teknolojî ya li ser zarok û mezina wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ti kes nikare vê yekê înkar bike ku bikaranîna zêde ya telefonê, dibe sedema gelek nexweşiyan yek jê ya yekbûne. Nexweşiya yekbûn ya ku ji bandora alavên teknolojiî pêk tê, ji ya zikmakî ve zehmetire. Lewra zarok ji bo bidestxistina telefonê, dikarin her tiştî bikin. Bi dehan şagirtên min yên bi temenê 14 û 25`an hene ku ji ber bikaranîna telefonê gihiştina vê asta ku mîna zarokekî biçûk mirov wan fêrî jiyanê bike. Ne tenê zarok gelek caran ji ber mijolkirina dê û bavan bi telefonê dibe sedema nexweşiyê, lewra danûstandinê bi zarokên xwe yê bi çûk re nakin. Ev yek jî pir şaş û xetere. Temenê ku divê zarok li alavên teknolojî mîna atelefon û tilfizyonê meyze bikin, ji çar salî û bi jor ve ye.”
‘Ji erkê civakê ye ku bi malbatê re bibe alîkar’
Sara got, ji aliyê civakê de wê ti alîkarî nedît. Tevî ku di nerîna wê de civak jî xwe berpirsê zarokên bi nexweşiya yekbûnê bibînin. Sara wiha dirêjî da gotina xwe: “Şûna ku civak herwiha dost û hevalên me bi me re alîkar bin, tersî vê yekê dikirin. Nexweşiya yekbûyîn ne hêsane, rasete mirov ji liv û tevgera wan ya zêde aciz dibe, lê divê mirov jî bi hev re alîkar be. Ez bi xwe heta ku kurê min bi vê nexweşiyê bû, zêde ji malê dernediketim, tenê diçûm malên ku ji kurê min fêm dikin û tehemûl dikirin. Ji bo wê daxwaziya min ji xelkê ew e ku, şûna eciziyê alîkariyê pêşkêş bikin.”
Sara Sîrac Mihemed wiha axaftina xwe bidawî kir: “Banga min ji hemû dayîkan re ew e ku, ji hêza xwe bawer be bi gotinê ti kesî bandor nebe. Lewra ji bilî dê wê ti kes zarokên wê ji nexweşên ku sedema wan pêşketina teknolojiî ye, naparêz e. Divê dê û bav hîn bêtir dema xwe bidin zarokên xwe, lewra dema mezin bibin wê gazina wan ji me be ne ji civakê be. Piranî dê ji ber ku ew ya herî zêde li gel zarokan dimîne.”





