Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tayipê li Enqereyê û yê li Emerîkayê!

05/10/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Taybetmendiyek e hêzên desthilatdar e, gava li ser erdê ku ew bi hêz û quwet bin, xwe her tişt dihesibîne û bi hemû dirindebûna xwe diçin ser her kesî. Herî zêde jî dagirkeriya Tirk wisa ye û nemaze jî teîfeya Tayip… Niha li Tirkiyê, AKP’ê bi serkêşiya vî kesî şûrê xwe daniye li ser stuyê CHP’ê. Nahêle ev pêkhate nefesekê bistîne. Ew jî qaşo partiya (CHP) M. Kemal e. Lê AKP ti niyeta wê tine ku were rehmê. Herî dawî qeyum ji nava vê partiyê avêt li ser serokatiya Stenbolê werhasil.

Numarayeke din a Tayip jî hezkirina wî ji Erebên Filistînî re ye (!) Lê rastî ne wisa ye. Ew, ji derveyê xwe û berjewendiyên malbata xwe ji tu kesî hez nake! Vê pêvajoyê dawiyê gelek têkiliyên navdewletî çêdibin. Tayip Erdogan diçe kîjan welatên Ereban, xwe wekî dijberê Îsraîl-Emerîkayê nîşan dide. Jixwe dema li Enqereyê ye jî ev helwesta wî her li jor e. Salên derbas bûyî timî digo “ey Emerîka, ey Ewrûpa…” û qaşo gef li wan dixwar. Di van demên dawî de wekî bi Kurdî dibêjin, “ji wî kerî ketiye”. Dibe ku ne bi temamî be jî, hinekê wisa lê hatiye. Vê carê Bahçeli siwarê wê kerê ye. Îhtimal e çendek sedemên wê hebin. Lê xuya ye hin ji van li pêş in. Ya destpêkê; dibe ku êdî fêm kiribe ku siyaseta wî ya hamasetê, bê mane û vala ye. Ya duyemîn; hêzên hegemonîk di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de (bi taybetî li Sûriyê) rolek dayine wî. Bi rastî jî di vê hevdîtina Tramp û Erdoğan de, balkêş e ku Tramp her digot, “Rewşa li Sûriyê, serkeftina Tirkiyê ye”. Jixwe ev di têkiliyên Tirkiyê û HTŞ’ê de pir baş xuya dibe. Heta mirov dikare bêje, ev ne wekî îhtimalekê ye lê rastiyeke li ber çav û şênber e. Mijar ew e ku ev rol bi gelek awayan tê şîrovekirin. Nêrînek dibêje “ji bo ku hemû aliyên neyînî yên HTŞ’ê, ne ku li ser hesabê hêzên hegemonîk werin nivîsîn lê bikevin stuyê Tirkiye ev tê kirin.” Sedem çi be jî, niha li ser encama heyî ti kes nîqaş nake: çawa ku Tayip û DAIŞ doh destbirakên hev bûn îro jî Tirkiyê û HTŞ, ku ew jî formeke cuda ya DAIŞ’ê ye, îro li ser erdên Sûrî du destbirakên hev in. Ti hêzên navdewletî û navneteweyî vê înkar nake jî.

Lê derdekî din ê cuda li Tayip peyda bûye! Rewabûna di nava Tirkiyê de…  Vê nîqaşê bi qasî ku heyî derdorên muxalîf ên Tikiyê bi germ û gurî dimeşînin. Jixwe Tom Barack jî ev bi aşkere di dema civîna Neteweyên Yekbûyî de, yanî ji beriya ku Tayip û Trump hev bibînin, anî ziman: “Ji Tayip re rewabûn divê”. Eger mirov bi xetên stur bîne ziman, naverokek herî girîng a nîqaşa di navbera Tayip û Tramp de jî ev bûye. Nîqaşa rewabûna Tayip yan jî Tirkiyê ev e: Hêzên wekî Emerîka, Îngîlîzîstan û hwd. ji Tayip re wekî bêjin, “em dizanin di nava Tirkiyê de çi dikî, hêzên dijberê xwe çawa tasfiye dikî. Lê em ê ji bo niha îş û karê xwe ji vê neynin. Li hindur çi dikî bike. Çi li CHP dikî, çi li muxalîfan dikî, tu dizanî. Li derve jî me ji te re çarçovey diyar kiriye. Di nav de bimîne, ha ji te re HTŞ, pê re mijûl bibe û perwerde bike!”

Ji ber vê yekê ye ku dema wê civîna Neteweyên Yekbûyî, gava ku Tayip got, “Em tevlî planên aştiya cîhanî ya Emerîkayê dibin. Lê hêza Emerîkayê têrê nake ku hin pirsgirêkan çareser bike.” û hwd, wezareta Derve ya Emerîkayê jî li ber pozê Tayip şûşeyê misk û embarê vekir: “gelek welatên wekî Tirkiyê ji bo ku pênc deqqeyan li gel Trump hevdîtin çêbikin, li ber me digerin”.

Piştî vê, dema ku kêliyên hevdîtina Trump û Erdoğan dest pê kirin, wî zêde dora axaftinê neda Tayip û bi piranî ew axifî. Tayipê ku li Enqereyê dikir xuraxur û girminî û hesab ji Îsraîl dixwest, li Emerîkayê çi mixabin e ku nikariya bibare. Destê xwe xist berîka xwe û pereyên sê sed balafiran fermoyê Trump kir.

Çend nêrîn hene ku dibêjin Tayip, ji ber wê sedemê dest li berika xwe kiriye; ya yekemîn dibêje, “Ti rewabûn û meşrûbûna Tayip di nava gelên Tirkiyê de nemaye, ev, nirxa kirîna wê ye.” Nêrîna duyemîn, “Tayip ji bo ku li ser siyaset bike da ku bêje ‘hêza herî mezin a cîhanê Emerîka dostê min e’, ji bo ku derfet bibîne siyasetên xwe nîqaş bike yan jî bide qebûlkirin, ev randewûya hevdîtina li gel Trump kirî.”

Ji van nêrînan kîjan, çiqas rast dibe bila bibe! Rastiyek heye ku bazirganê herî mezin ê cîhanê ne Tayip e. Qural û qeîdeyên bazirganiyê jî bazirganên herî mezin ew bi xwe çêdikin!

Bi vê rewşa xwe ya dawî, Tayip bazirganekî muflîskar e (kesee zerer kirî); hem ewqas pereyên wî çûn û hem jî heysiyet û avrûya xwe ji dest da!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.