Idrîs Henan
Piştî ketina rejîma Esad li Sûriyê, îroj zêdetirî du sêyên salê di ser desthilata HTŞ re derbas bidin ku tabloya siyasî, leşkerî û civakî gelek tevilhev bûye û bi heyameke bêzelalî re rûbirû maye ku pêşeroja Sûriyê şîlo û xeternak bûye. Ev yek jî bi dewamkirina rêbazên şîdet, tund û tûjiyê re bûye şantaj û li derveyî heqîqeta civakê realîze û şikil girtiye. Bi gotinek din; enerjiya civakê hatiye zindankirin û di şikilê otorîteyeke çors de daye der.
29 Çileya 2024an, Şera – Al Colan – xwe weke serokê Sûriyê yê veguhêz îlan kir û soz da ku aşîtiyê pêk bîne û gelên Sûriyê yek bike. Bi serdanên ji Erebistana Siûdî û Tirkiyê re, ev gava han a xesibkirina îradeya Sûriyê, aliyê herêmî ve hate qebûlkirin. Hemwextî wê jî, bi organîzekirina welatên fena Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Qatar û Îmarat ve, aliyê navdewletî ve sozên rakirina sizayan hatin dayîn. Di vî warî de hinek gavên tirsnak ên bi guman hatin avêtin.
Berî dawiya meha Sibata 2025an, bi lez û bez li Qesra Serokatiya Sûriyê li Şamê, Konferansa Diyaloga Neteweyî li dar dixe. Konferansê nûnertiya ti pêkhateyên Sûriyê nekir, tenê kesên li dora desthilatê kom bûne û xwedî berjewendiya istismar û hikumraniyê ne li wê konferansê hazir bûn. Bi konferansê re, zû eşkere dibe ku Şera nekariya pêkhateyên Sûriyê bi cidiyeta projeya xwe ya veguhêz iqna bike û fikarên derdorê zêdetir dibûn. Lê nêzîkatiyên hegemoniyê yên piştgirî didan wê vizyona hişk a navendîbûnê, guman û metirsiyên hene jî zêde kirin ku li şûna Sûriyê ber bi sîstemeke nenavendî ve bibin, teşwîqî sîstemeke navendî dikirin. Ew yek jî di bin navê; rêgirtina li ber şerê navxweyî dikirin. Yanê; qaşo ne sîstemek navendî be, şer û pevçûn nasekine! Zihniyetek wisa ku jorcivakê re xwe dibîne û li gorî wê jî prensîb û regezên exlaqî yên xwezayî yên pêkvejiyanê berovajî dikirin.
Israra di wê nerîna han de, rê da ku 6 Adara 2025an Şera li Beravê li dijî Elewiyan komkujiyan pêk bîne. Hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Şera de organîze bûne, li Ceblê, Banyas, Tartos û Laziqiyê komkujî pêk anîn û bi hezaran mirovên sivîl, di nav de jin û zarok jî hatin qetilkirin. Buhane jî ew bû ku; bermahiyên rejîma Esad êrişî hinek xalên leşkerên Wezareta Parastinê ya Şera kirine!
10 Adarê berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li pêşberî xwe QSD û Rêveberiya Xweser dibîne. Têdigihêje ku wê itîbara desthilatdariya xwe li ser tixûbên wê ji dest bide, qaşo minewre dike û rêkeftina 10 Adarê bi Fermandarê QSD Mazlûm Ebdî re îmze dike. Piştî du rojan, bi şêxê Durziyan El Hecerî re jî li Siwêdayê lihevkirinekê îmze dike. Şera soz dide herdu aliyên navborî ku ew ê pabendê pirrengî û demokrasiyê be. Lê tavilê roja dîtir, 13 Adarê Danezana Destûrî radigihîne û bi sozên weke; em ê pêkhateyên Sûriyê û pirrengiya wê bi destûrê re biparêzin, yekdestariya xwe tekûztir dike. Ji bona wê jî, 5 slan dem dide ku desthilatên xwe firehtir bike. Li gorî wê jî dibe serokwezîr, fermandarê giştî yê artêşê, sêyek endamên meclîsê tayîn dike, misyonên dîplomatîk û endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind tayîn dike,…. Hwd. Tîrmehê jî, di derheqê Durziyan de komkujiyan pêk tîne û li hemberî Îsraîlê bi hînceta ku ewlehiya gelên Sûriyê diparêze, gavan paş ve diavêje û sêyek axa Sûriyê radestî wê dike!
Îroj jî du sêyên salê di ser yekdestariya Şera re derbas bidin, li şûna aşîtî, pirrengî û demokrasiyê, çeteyên xwe bi Tirkiyê re li dora Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Bendava Tişrîn û herêmên Bakur û Rohilatî Sûriyê kom dike. Yanê zilam ji sozên hesabprisînê ber komkujiyên nû ve diçe. Li şûna ku guh bide daxawzên demokratîk, berê welêt daye şerekî navxweyî yê nû ku wê qet ji bin dernekeve.






