Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Peymana 9’ê Cotmehê  plana dewamkirina fermana Civaka Êzidê bû’

05/10/2025
in ROJEV
A A
‘Peymana 9’ê Cotmehê  plana dewamkirina fermana Civaka Êzidê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Navenda Nûçeyan

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo da zanîn ku Cotmeh meha komployan e, peymana Şengalê jî komployek bû ji bo temamkirina fermana civaka Êzdî bû û got, “Em encax dikarin bi fikrê Neteweya Demokratîk hemû komployan vala derxin.”

Li seranserî Kurdistanê 9’ê Cotmehê rojeke naskirî ye bi komployan, Komploya Navnetewî ya li ser Rêbera Apo, hem jî destpêkirina dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk û komploya peymana li ser Şengalê.

5 sal li ser peymana Şengalê ya ku di 9’ê Cotmeha sala 2020’an de hat destpêkirin, derbas dibin.

Peymana Şengalê yek mîsaqek bû ku ji hêla PDK û dewleta Tirk ve di sala 2020’an de bi armanca radestkirina civaka Êzdî ji komkujî û bêewlehî û fermaneke nû, hate îmzekirin. Ji wê demê heta roja îro bi rêbazên cuda Şengal û Êzdî di bin zextekê de ne, herwiha komplo li ser wan tê meşandin. Derbarê pêkanîna komploya li ser Şengalê hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ji rojnameya me re axivî.

‘Cotmeh meha komployan e’

Cîhan anî ziman ku Cotmeh meha komployan e, lê komploger negihan armancên xwe û wiha domand: “Komploya yekemîn di sala 1998’ya li dijî Rêber Apo hat destpêkirin. Di dîroke gelanda yekî wekî Rêber Apo pir kem car hatiye dîtin. Reber Apo li dijî hêzên desthilatdar ku mafê gel û jinan dixwar û koletî li ser wan ferz dikir, bi fikir û felsefeya azad şerekî mezin da meşandin. Lewma hêzên desthilatdar di pêşengiya Emerîka û NATO’yê de bi komployek bêbext û dirû Rêber Apo hedef kirin û girtin.Komploya dûyemîn jî di 9 Cotmeha sala 2019’an li hemberî Rojava çêbû. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Esas dixwestin êrişî hemû Rojava bikin bi giştî Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava ji hole rakin. Komploya sêyemîn di 9 Cotmehê de di sala 2020 an da di navbera Tirk, Iraq û PDK’ê de li dijî Şengal û Êzdiyan çêbû. Piştî fermanê 2014’an, 9 cotmeha 2020’an de ji wekî tiştek nebûye, bê ku hesabê fermanê 2014’an bidin, Tirk, PDK û Iraq peymana îdareya berî fermanê bi hev re mohr kirin. Meha cotmehê meha komployan e.”

‘Encex em dikarin bi Neteweya Demokratîk komployan vala derxin’ 

Cîhan Celo tekez kir ku bi felsefeya Neteweya Demokratîk ew ê hemû komployan vala derxin û wiha got: “Di peymana Şengalê de xwestin Şengal careke din bixin bin destê Pêşmerga û dewletê Iraqê de, da ku fermana 2014’an temam bikin.  Di 03’ê Tebaxa 2014’an de navbera dewlata Tirk, DAIŞ û PDK’ê de îttîfaq çebû, herwiha Peşmerge xwe ji Şelgalê bi paş ve kişandin. Ji xwe Iraq nikaribû xwe li hemberî DAIŞ biparasta, bajaren wê bê ku li ber xwe bidan diketin destê DAIŞê, ev dewlet wê çawa Ezidî biparasta. Piştî êrîşa DAIŞ’ê li Şengalê felaketek mezin hat serê me Êzdiyan. Eger di kêliya dawî de, Gerîlayên Azadiyê mudaxale nekiriba Êzdiyek jî ji fermanê xelas nedibû û wê qirkirinek mezin bihata serê gelê me. Ango careke din Êzdî bê parastin, îrade behilin da ku carekedin Peşmerge bireve di encamê de jî Êzdî di nav lepê DAIŞê de bimînin. Ji xwe dewlete Iraqê neha jî di xeteriyek mezin de ye, dibe ku her kelî Israîl, Amerîka erişî Haşd Şabî û devleta Iraqê bikin. Yani wek sale 2014 naha jî Iraq nikare ne xwe ne jî Êzdiyan bipareze. Ji xwe em parastina xwe ji kesekî naxwezin. Em dizanin û me ji dîroke ders girtiye, yê ku nikaribe xwe bipareze kes nikare wî bipareze û napareze jî. Peymana 2024’an a navbera PDK, devlete Tirk û Iraq’e de çebû û di encama wê peymane de piştî salvegera fermanê bi çend rojan, bêsedem ji nişkê ve biryara girtina PADÊ(Partiya Azadiya Demokratî ya Êzdiyan) dan. Ev hemû dide nişandan ku ne ferman ne jî komplo hin bi temamî tek neçûye. Em encax dikarin bi fikrê Neteweya Demokratîk hem komployan vala derxin hem ji hêviya yekîtî û itîfaqa gelan ava bikin, xwe û welatê xwe biparêzin.”

‘Em ranebin wê dîsa ferman li serê me rabe’

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku gelê Şengalê ranebe li dijî komployan wê Êzdî rastî fermaneke din werin û  wiha qedand: “Her çiqasî di her sê komployande zararên mazin gihiştibin gelên me jî, lê bi berxwedana Rêber Apo û gel, ev komplo negihiştin hedefên xwe. Ev dide nîşankirin ku heger em berxwedana xwe li hemberî dijminan mezin bikin dikarin komployan bi tamemî tek bibin, herwiha pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokiratîk ku di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin wê bi ser bikeve û komploger û sîstema qirkirinê tune bike. Ji ber vê yekê jî em hemê gelê xweyî bi rumet, hemû ol, gel û mirovên ku li Şengalê dijîn dawetî berxwedanê dikin. Em ranedin carekedin wê ferman serê me rabe. Em rê nedin carekedin koçber bibin, werin kuştin, werin firotin. Em ji dewleta Iraqê re bêjin xwe ji pemanen Tirkîyê bikşîne da ku carekedin ferman neyên serê me. Em ji hemû dewletên cîhanê re dibêjin bêyî azadiya Reber Apo ferman û komplo dawiya wan nayê, ji bo careke din ferman neyê serê civaka me divê azadiya Reber Apo û xweserya Şengalê misoger bibe, hem jî  hemû şer bên sekinandin, azadî, aramiya hemû dunyayê pêk were.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.