Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Beşera Pêvajoyê!

05/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li ser pêvajoya çareseriyê gelek şîrove hene; erênî jî neyînî jî.

Ji ber ku, ne bi tinê çarenûsa doza Kurdistanê, çarenûsa dewleta Tirk jî, bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.

Vê rastiyê hemû sergirdên dewletê; Receb Erdogan, Devlet Bahçeli û yên xwe xwediyê dewletê dibînin hemû dibêjin; “ji bo me, ev pirsgrêka Kurdistanê pirsgrêka Bekaya me ye (ji bo me man û neman e)”!

Di vê derbarê de nivîsakarekî Tirk ê nasyar-navdar Mumtaz’er Turkonu, di van rojên dawî de li pey hev hinek gotarên balkêş, weke rêzenivîsan diweşîne.

Di van gotarên xwe de, bi giranî rastiya cewherê vê pêvajoyê û her wiha rolê Rêber APO dide nîşandan û mirov dikare bêje dîtinên wî, hema hema di çarçoveya şîrovên me de ne.

Ka em bala xwe bidin hinek hevokan ji van gotarên wî:

Di gotara xwe ya 29 îlona 2025an a di The Turkish Post de, dibêje:

“Ocalan, yek ji muxetebekî herî maqûl e ku, zemanê kêrhatî pêşkêşî yên di têgihiştina şerdûmercan(pêvajoyê) de tengaviyê dikişine, ji bo bi destxistina derfetên ku dike ji destê me birevin zemînê xweş dike. Heta mirov dikare bêje (muxetebê) herî giring e. Lewma, ji bo Ocalan, beri hemû sermijarên din ên Pêvajoya Çareseriyê, divê “mafê hêviyê” bi lez were dayîn û demek ji ya din zûtir, ji bo ku Ocalan karibe azad politikayan bi afirîne û bide meşandin, divê şerd û mercên kêrhatî werin amade kirin…”

“Ji bo despêkek nuh, pêşî hewcedariya Kurdan û paşê hewcedariya hemû kesên aştîxwaz, bi gotinên Ocalan, bi kesekî wisa yê azad ê ku rola siyasî hildaye ser milê xwe heye”.

“Hûn ji Ocalan hez bikin an nekin, hûn naçar in Wî weke lîderekî xwedî rola polîtîke qebûl bikin”!

Di heman demê de, li ser rola Rêber APO ya berfirehtir gotinên xwe dewam dike û dibêje; “li Sûriyeyê jî kilîta(mifteha) Pêvajoya Çareseriyê di destê Ocalan de ye”…

Bê gûman, cewherî gotara xwe bi giranî li ser têkiliyên Kurdan û Tirkan ava kiriye û dibeje; “jiyana di dîrokê de ne vala ye. Li ber Tirkiyê, ji bilî jiyana çarenûsa(qedera) bi Kurdan re ti rê nîne”!

Di 30 Îlona 2025’an de di (medyascopê) de, dîsa li ser heman mijarê û bi taybetî li ser xebata Komisyona Parlemena Tirkiyê ditînên xwe rêz dike, belê vê carê hinek xemgîinî û rexneyên xwe jî wisa pêşkêş dike:

“Êdî kes nikare xwe ji mijarê dûr bixe, dawî li derfet û bendewariyan hat, heke xêr jî hêzên desthilat dernekeve, hinek kesên din wê bi vî karî rabin.

“Ya desthilat, wê ji ewqas karên pûç dersan derxin û derbasî ser rêya rast a bi hiş û baqil bibin, an jî li Tirkiye desthilatî, bi lez diçe guheztinê”.

“Êdî sebra pirsgrêkan nemaye ku xwe li bende hev ragirin û ew di dolabên qeşayê de werin veşartin”!

Yekî weke Mumtaz’er Turkonu, ku ji mêjve bi MHPê û Devlet Bahçeli re ye, ewqas xwe gihandiye rastiya doza gelê Kurdistanê û rola Rêberê wê, êdî hîn pirtir kar û xebat dikeve ser milê Tevgêr û welatparêzên gelê Kurdistanê.

Her wiha li gel asteng û zahmetiyan, rê rohnîtir û derfet jî zêdetir bûne…

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.