Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Arîn Mîrkan; Efsûneya serkeftina vîn û îradeyê ye

05/10/2025
in JIN
A A
Arîn Mîrkan; Efsûneya serkeftina vîn û îradeyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di 5’ê Cotmeha sala 2015’an de têkoşera Kurd Arîn Mîrkan bi vîneke xurt, ji bo parastina heval û bajarê Kobanê çalakiyeke fedayî pêk anî. Arîn Mîrkan bi vê çalakiya xwe ya fedayî bû meşeleya berxwedanê û rêya azadiya jinan nexşe kir.

Di dirêjahiya dîrokê de, bi hezaran jinên têkoşer û berxwedêr hene ku mohre xwe li dîrokê dane û di warê hişmendî, civakî û rêxistinî de şoreş ava kirine. Herwiha dikaribûn bibin xwedî mîrate û rolên girîng bigrin ser milê xwe. Gelê Kurd ku bi berxwedanî û qehremaniya xwe tê naskirin, jinan di gelek serdeman de pêşengî ji civaka xwe re kirine û bûne bingeha serkeftinê  ji wan jinan Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava û bi sedan jinên ku di dem û cihên cuda de bûne pêşengê serhildan û şoreşê.

Kurtejiyana têkoşera berxwedêr ‘Arîn Mîrkan’

Arîn Mîrkan bi navê xwe yê rast Dilara Kînc. Arîn di sala 1992’yan de, li gundê Mîrkan ango Hisê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li gundê Mîrkan xwendiye. Arîn mîna Zîlan û Bêrîtan Keça malbateke welatparêz e. Di heman demê de, xwedî têgihiştineke rastiya Kurd û Kurdistanê bû. Lewra têkoşera bêhempa Arîn Mîrkan a ku bûye navnîşana berxwedana Kobanê, hîn di temenê xwe yê biçûk de ku di sala 2007’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Arîn Mîrkan di nava hevalên xwe de bi rûkenî, dilnizmî û fedekarî dihat nasîn.

Bi Şoreşa Rojava re di sala 2012’an de û avabûna YPJ`ê di Nîsana 2013’an de, Arîn Mîrkan derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û cihê xwe di nava YPJ’ê de digre. Di heman demê de, Arîn xwedî sekin û kesayeteke bi coş û moral bû. Herwiha di nava YPJ’ê de bi rengekî xwezayî rola fermandariyê dilîst û ji bona hevalên xwe çavkaniya hêvî û coşê bû. Arîn tevî sê birayên xwe beşdarî nava refên berxwedanê dibin û xwesteka wê jî ew bû ku her tim li hemberî dijmin di qada cengê de şer bike, lê dijmin nedizanî ku wê Arîn bi çalakiya xwe fedayî di dilê dijmin de wekî volkanekî xwe biteqîne. Ev jiyana lehenga keça Kurd e, ev ne efsaneyeke ji xeyalê mirove, ev Arîn e, nasnameya kurd û Kurdistanê ye.

Çalakiya fedayî

Di 15’ê Îlona 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê ji 3’ê aliyan ve bi êrîşeke dijwar berê xwe dane Kobanê. Ji bo parastina Kobanê şervanên YPJ’ê, YPG’ê û gelê welatparêz li dijî êrîşan li ber xwe dan. Di 5’ê Cotmehê de êrîşên çeteyan gihiştin Girê Miştenûr, ji ber Miştenûr cihekî stratejîk bû, çete bi hemû hêza xwe êrîş kirin. Di wê navberê de têkoşer Arîn Mîrkan bi cesaret û vîneke xurt, ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê çalakiya fedayî pêk anî. Bi vê çalakiyê re asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ’ê digihîje lûtkeyê. Ev berxwedan û têkoşîn bi rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de tacîdar dibe û YPJ’ê weke nasnameya tevahî jinên azadîxwaz hat pênasekirin.

5’ê Cotmehê salvegera 11’emîn a operasyona Tevgera Azadiyê ya şervanên Yekîneyên Parastina Jin, Arîn Mîrkan e ku di berxwedana Kobanê de li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.

Arîn Mîrkan sembol û efsaneya berxwedana Kobanê ye

Arîn Mîrkan bi fedekartiya ku bûye sedem kîna di hundir her şervanekî/ê de xurt bibe û hêza DAIŞ’ê têk bibin, weke nasnameya tevahî jinên azadîxwaz hat pênasekirin. Çalakiya Arîn Mîrkan, derbeyeke mezin li çeteyê DAIŞ’ê xist. Piştî vê çalakiya fedayî ya birêz Arîn Mîrkan, êdî berxwedana Kobanê ket qonaxeke nû û bi sedan Arînên din, bedena xwe di dijmin de teqandin. Arîn bi vê çalakiya xwe ne tenê weke keça Efrînê tê dîtin, di dilê her kobaniyekî/ê de û her kurdistaniyekî de bû mîras û nasnameya serkeftina rêhevalên wê li hember DAIŞ’ê. Berxwedana dîrokî û efsûnewî a gel û bajarê Kobanê, bi serkeftina rizgarkirina wê re tacîdar bû. Berxwedana Kobanê di cîhanê de deng veda û ji aliyê dewletên cîhanî ve rojeke taybet jê re hat veqetandin.

Arîn Mîrkan pêşenga şoreşa jinan e

Bi artêşbûn û rêxistinbûna jinên Kurd re rewşa jinên Kurd jî ber bi guhertinê ve çû. Jinên Kurd xwe li ser bingeha felsefeya Jin, jiyan, azadî birêxistin kirin û bîrdoziya rizgariya jinan ji bo na xwe kirin armanc. Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan a xwe dispêre felsefeya “jin, jiyan, azadî” ji bo jinên Kurd vejîneke nû bû ku bi saya vê yekê dikaribûn di tevahî qadên jiyanê de bibin xwedî hebûn û misyon. Herwiha rêxistinên xwe yên xweser weke partî, artêş, yekîne, tevger, yekîtî, zanist û hwd, ava kirin. Di nava van destkeftiyan de jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên fedayî jî hatin naskirin. Ev jinên ji çar perçeyên Kurdistanê weke Bermal, Şaristan Cizîr, Rewşen, Zîlan, Rêvan Kobanê, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr û Rûken Zelal bi felsefeya jin, jiyan, azadî bawer kirin û ji bo şoreşa jinan canê xwe feda kirin. Di heman demê de, Arîn Mîrkan ji tevahî cîhanê re, di dema mijar girêdayî azadî û doza wê de be, tekez kir ku vîn û hêza jina Kurd heye. Bi wê re jî bi sedan têkoşerên mîna Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê yên bûne sembol ji tevahî jinên cîhanê re li ser rê û fikra wê meşîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.