Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘YPJ’ê hebûn û misogeriya azadiya jinan e’

05/10/2025
in JIN
A A
‘YPJ’ê hebûn û misogeriya azadiya jinan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer diyar kir ku dijmin çiqas gef û êrişên dagirkeriyê zêde bike ew ê jî bersiva van êrişan bidin û got, “Jin; YPJ’ê weke hebûn û misogeriya azadiya xwe pênase dikin.”

Di 25’ê Îlonê de li bajarê Hesekê konferansa 4’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin hat lidarxistin. Bi armanca ku di vê pêvajoya nû de çawa her jinek keribe parastina xwe û ya civakê bike. Di konferansê de jin û girîngiya parastinê bi awayekî berfereh hat nîqaşkirin û nerxandin, her wiha ji dîrokê heta roja îro jinên têkoşer, berxwedêr û afrîner, her dem rastî tundî û zordariyê hatine. Jinên têkoşer, bi çirûska 19’ê Tîrmehê re dikarîbûn rabin ser piyan û hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer ji Rojnemeya me re axivî.

‘YPJ’ê ne tenê hêzêke leşkerî ye’

Kurdistan Koçer di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bi şoreşa jinan re jin dikarîbûn xwebûn, nasname, hebûn û vîna xwe ava bikin û biparêzin. Ger jin pergal û şoreşa xwe neparêzin wê bi hêsanî têk biçin û rastî êrişên tunderew werin lewra ji bo ku destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin, hêzên jinan hatin avakirin, yek ji wan jî Yekîneyên Parastina jin e. YPJ’ê ne tenê hêzêke leşkerî ye, di heman demê de hêzeke bîrdozî ye. Bêyî parastinê tu civak nikare li ser piyan bisekine, parastin bi qasî nan, av û hewaya paqij ji mirovan re pêwîst e. Me 13 salên têkoşînê li pişt xwe hiştin. Em bi saya keda ewqas hevrêyên me yên şehîd û hevrêyên ku niha di çeperên şer de li ber xwe didin, gihîştin van rojan. Ji ber vê ji vir û pê de em bi ti awayî nikarin înkarkirina jinê û hebûna jinan a di qadên têkoşînê de qebûl bikin. li ser vê bingehê ku em niha di konferansa 4’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kom bûne da ku em xalên parastin, têkoşîn û berxwedana jinan nîqaşan bikin.”

‘Li hemberî hemû gef û êrişên dagirkeriyê bêdeng namînin’

Kurdistan diyar kir ku jin di şoreşê de bi fedakartiyeke mezin tevlî bû û wiha domand: “Jin di Şoreşa Rojava de fedakartiyeke mezin da û ev şoreş bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî reng û dengê xwe da tevahî cîhanê. Jinan bi parastina xwe ev maf bi dest xistin. Yekîneyên Parastina Jin li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên pir mezin bi dest xist. Jin ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li hemû herêman rastî tundiyê tên, ji bo pêşîgirtina vê tundiyê û gefan parastina jinan pir girîng e.

Em di pergalekî wisa de ne ku deng û rengê jinê tuneye. Li ser vê bingehê me bi têkoşîn û parastinê; Xwe û tevhaî jinan anîn vê astê. Ji vir û pê de jî têkoşîn, israr û biryara me ji bo parastina jinan û axê, wê heman tişt be. Ji wiha zêdetir em ê bikaribin xizmeta hemû jinan, parastina gelan bikin ku li ser piyan bimînin. Bê guman em li hember hemû gef û êrişên dagirkeriyê bêdeng namînin, emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dijmin çiqas gef û êrişên dagirkeriyê zêde bike, em ê jî wek şervanên YPJ’ê bersiva van êrişan bidin.”

‘YPJ’ê hebûn û misogeriya hebûna jinan e’

Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek jin hebûna YPJ’ê wek hebûn û misogeriya hebûna xwe pênase dikin û wiha pê de çû: “Dijminê me dijminekî hov e û divê em xwe biparêzin. Di heman demê de hêza xwe xurt bikin û baweriya xwe mezin bikin. Bila piştgiriyê bidin Hêzên Parastina Jinan (YPJ) ji bo ku em karibin parastina xaka xwe bikin. Ev erkek wijdanî ye, berpirsyartiya wê li ser milê her jinekê ye. Li kêleka vê yekê jî gelek jinan hebûna YPJ’ê wek hebûn û misogeriya azadiya xwe pênase dikin. Ji ber vê em ê heya dawî parastina tevahî jinan bikin, em ê bibin bersiv ji tevahî kesên ku jin di nava xwe de qebûl nakin re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.