Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên dîtbarî

04/10/2025
in NÛÇE
A A
Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên dîtbarî
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Ji berhemên Ragihandina Azad ku piştî xebatên nivîskî rastiya şoreşê raxistin ber çavan, bûn hêz, rû û dengê gelan; Ronahî TV, Rojava TV û Jin TV.

Di destgirtina vê raporê de em bal kişandiyê ser kenalên televezyonê yên sereke ku bi Şoreşa Rojava re hatine vekirin û roleke girîng di şoreş û ragihandê de lîstine. Ji wan TV’yan kenala şoreşê Ronahî TV, Rojava TV  û Jin TV ne.

Ronahî TV 2012

Di 21’ê Mijdara 2012’an de Ronahî TV dest bi weşana xwe kir herwiha yekemîn kenalên satelaytê yên navdar e ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hat avakirin.

Têkildarî avabûn, rola Ronahî Tv di şoreşê de herwiha şert û mercên ku tê de hatiye damezrandin û gihîştiya asta heyî, yek ji damezrînerên Kenalê Berfîn Hêzil ji rojnameya me re axivî.

‘Ez li ser bingeha avakirina ragihandina ku ji bo şoreşê bê avakirin, derbas bûm’

Berfîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rojavayê Kurdistanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê û şoreşên cîhanê de cihê xwe taybet heye. Rojava rûxmî ku perçeya herî biçûk bû, lê dilê herî mezin ji bo Kurdistanê bû ku her kes di dilê xwe de hembêz dikir. Yek ji wan jî Rêber Apo bû ku di dawiya salên 70’î de derbasî Rojava bû ku xilasî di Rojava de dît.

Di destpêka Şoreşê de em derbasî Rojava bûn, di wê demê de hê rengê xeta sêyemîn tam rûneniştibû, hê rêjîma Baas hebû. Ez li ser bingeha avakirina ragihandina ku ji bo şoreşê bê avakirin, derbas bûm. Ji bo min tiştekî nû bû, naskirina min a Kurdistanê nîn bû û him jî cara yekemîn ez li Kurdistanê bi cih dibim bû. Ev ji bo min bû şansek ku gel û welatê xwe ji nêz ve nas bikim. Helbet destpêkê de gelek pirs di serê min de hebûn ji ber ez Rojava nas nakim, lê dema hatim qet ne xerîb bû, ez pir rihet bûm û weke ku ez ji virim bû. Di wê demê de her roj În li Qamişlo meşa Înê a bi navê buhara Ereban çêdibûn, hê navê me derneketibû. Bi van guhartin û pêşveçûnan re û ji ber ragihandin lingê bingehîn yê şoreşê ye, bi awayekî lez diviyabû me ragihandina xwe avakiriba. Êdî me ragihandin ji Heleb û Efrînê anî herêma Cizîrê. Helbet civînên destpêkê hatin lidarxistin ku tê de biryar hat standin wê navenda fermî li Qamişlo be. Wê demê destgehên ragihandinê hemû di zik hev de bûn, lê 2012’an dema me konferans li dar xist birayar hat standin ku her kes cuda bibe. Sîstem, sazsîbûn û bingeha ragihandinê bi fermî ji vir de dest pê kir”.

Di dîroka Kurdan de Rojavayê Kurdistanê rojnamevanên şer ava kir     

Berfîn di îfadekirina kîliyên destpêkê yên Ronahî Tv de wiha anî ziman: “Wek Ronahî Tv destpêkê de ku em bêjin studio, cihekî taybe an teknîkekî me xurt hebû; Na ev nebûn. Studiyoyekî me di qebûyekî de hebû, her wiha çend kamîreyên me hebûn û bi giştî em 4-5 kes bûn. Di wê demê de Ronahî Tv li Ewropayê hatibû avakirin û diviyabû em li Rojava jî ava bikin. Her wiha ji ber bandora rêjîmê li ser gel, kêliyên destpêkê di nava gel de zehmet bû. Ew perdeya li ser rûyê civakê bi şoreşê re hêdî hêdî rabû. Bi kêliyên destpêkê yên şoreşê re diviyabû em biherikin û bibezin, kengî li kuderê çi çêdibe ne diyare, her tim divê em amede bûna. Bi herikîna şoreşê re derfetên aborî, tecrûbekî mezin û  teknîkekî pêşketî di destê me de nîn bû. Profesyonaltiya me a ragihandinê bi şerê Serkaniyê 2013’an re dest pê kir. Cara yekemîn rojnamevanên ku şerê bajaran bişopînin û ferqa rojnamevan û şervanekî nîn be di Şoreşa Rojava de pêş ket. Ya balkêş rûxmî ku tecrûbeyên ciwanên Rojava nîn bû, lê belê gelek bi cesaret, bi daxwaz û tu nêzîkatiyeke wan a madî nîn bû. Bi hêza leşkerî û gel re baweriyek di ragihandinê de ava bû. Dibe ku di warê tewrî de em lawaz bûn, lê di aliyê teknîkî û piratîkî de em pir li pêş bûn. Di dîroka Kurdan de Rojavayê Kurdistanê rojnamevanên şer ava kir”.

Hebûna Ronahî TV armancên dijmin vala derxist

Berfîn di çarçoveya rola Ronahî TV li hember şerê çekdarî û Şerê Taybet yên li ser herêmê de wiha got: “Li hember şerên teror, dijmin û destwerdanên ku li xaka Rojava dihatin kirin hêza Ronahê Tv di têkbirina wan şeran de derket holê. Ji ber hebûna Ronahê Tv li her derê, nehêşt ku Şerê Taybet bi ser bikeve. Em dibêjin “Rastî di tarîtiyê de namîne”, Ronahî Tv ew rastî derxist ronahiyê”.

‘Ronahî TV erka xwe li hember şoreşê bi ser bilidî pêk anî’

Berfîn wiha axaftina xwe bidawî kir: “Artêşa yekemîn a ragihandinê di dîroka Gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. Ronahî Tv erka xwe li hember şoreşê bi ser bilidî pêk anî, em pêjin erka wê bi dawî bûye, na, lê ji dîrokê re tiştên mayînde hêştine, erê. Li gor min heya niha Ronahî Tv pêşeng e. Televesyonên neteweyî yên gelê Kurd avabûn, lê Ronahî Tv hemû netew, ziman, rengên civak û olan di nava xwe de dihewîne. Ger ev misyona xwe ji bîr bike, wê demê xiyanetê li xwe dike. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya şoreş û gelan bi Ronahî Tv heye, çawa ku hemû gelên Sûriyê hembêz kir, hîn jî li ser xeta ku hatiye avakirin berdewam dike. Baweriya me heye ku wê hê jî biserbikeve”.

Rojava TV 19’ê Tîrmeha 2017

Rojava TV reng û reseniya gelan bi fermî Di 19’ê Tîrmeha sala 2017’an de dest bi weşana xwe kir û bû dengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di Îfadekirina xebatê Rojava Tv de yek ji xebatkarên destpêkê  ku xudiyê kedek mezin di aliyê giştî û xweser de Rojnamevan Nûvîn Îsmaîl ku di sala 2016’an tevlî xebatên Rojava Tv bûye, wê demê weke nûçegihan û pêşkêşvan li radyoyê kar dikir. Bi destpêkirina weşana Televizyonê re yekser tevlî xebatên wê bû û weke nûçegihan kar kir. Sala 2020’an derbasî navenda nûçeyan, beşa kurdî dibe û weke edîtor û pêşkêşvana bername û nûçeyan erk digre. Her wiha Nûvîn di sîstema rêvebriyê de jî cihê xwe digre.

Nûvîn di destpêkê de wiha dibêje “Rojava tv ku televisyona fermî ya Rêveberiya Xweser e, beriya ku derbasî weşana xwe ya tv bibe, sala 2014’an weke saziyek ragihandinê girêdayî Rêveberiya Xweser a kantona cizîrê bû, di wê saziyê de beşê radyo bi navê RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRAT RXD, û rojnameya rojava, hebû ku heta niha ew rojname tê çapkirin.

Ji ber pêwîstiya herêmê bi televizyonek fermî ku rengîniya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve bike, û weke yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ROJAVA TV 19’ê Tîrmeha 2017’an dest bi weşanê kir, destpêka weşan tenê 2 bultenên nûçeyan bi zimanên Kurdî û Erebî hebûn ku di nava wan bultenan de, êşa xelkên herêmê, daxwazên wan her wiha kar û xebatên Rêveberiya Xweser derdixist pêş lewma bi televisyona nêzî civakê dihat naskirin. Li kêlek bultenan jî derdor 4 bernameyên diyalogê û hin dosyayên civakî dihatin weşandin”.

Bi Rêveberiya Xweser re Rojava tv mezintir bû

“Rojava tv her sal bi destpêkirina dema weşana nû re xwediguhert da ku li gorî pêwîstiyên qonaxê tevbigere. Piştî rizgarkirina bajarên, Reqa, Tebqa û Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û avakirina Rêveberiyên Xweser û sivîl li herêmên navborî, êdî pêwîstî bi rêveberiyeke giştî hebû ku bibe sîwanek ji Rêveberiyên Xweser ên herêm û kantonan re, lewma  sala 2018’an Rêveberiya Xweseriya demokrat a herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê hate avakirin û karê Rojava tv jî bi wê re firehtir bû û derbasî tevahî bajar û kantonên herêmê bû”.

Rojava Tv bûye zimanê civak û siyasetê

Nûvîn derbarê xebatê Rojava Tv a heyî de wiha got: “Niha rojava tv televisyonek civakî, çandî û hunerî ye; 4 bultenên nûçeyan bi zimanên Erebî û Kurdî, 48 bernameyên curbecur bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryanî û Ermenî, hin bernameyên teybet , dosya, rêzefîlm, belgefîlm û skêtşan jî diweşîne. Di weşana nû ya Rojava tv de ku salane tê guhertin dê formata hin bernameyan were guhertin û zêdeyî 10 bernameyên nû jî dê bikevin weşanê.

Tevî ku Rojava tv bi televisyoneke civakî tê naskirin lê weşana wê bi êşa gelê herêmê re vedughere, her rewşeke taybet, awarte û lezgîn li Kurdistanê çêdibe yekser Rojava tv bernameyên taybet di nava rojê de çêdike, geşedan û bûyeran tîne ser ekrana xwe û li gel rayedar, siyasetmedar û pêkhateyên herêmê nîqaş dike da ku bibe bersiva civakê û agahiyên zelal û durist bi zimanê civakê pêşkêşbike”.

JIN TV 8’ê Adara 2018

JIN TV di 8’ê Adara 2018’an de ku di heman demê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ye bi awayek test dest bi weşanê kir û di 30’ê Hezîrana heman salê de ku roja salvegera şehadet û çalakiya fedayî û dîrokî ya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ye, bi fermî dest bi weşana xwe kir. Bernameyên JIN TV bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Hewramî, Zazakî û hwd.), Erebî, Îngîlîzî û Tirkî tên pêşkeşkirin. JIN TV yekane kanale ku tenê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, tenê denge jinan di hemû waran de bi renge jinan nîşan dide. Jin Tv weke navenda giştî li Holandeyê weşan dike û çar perçeyên Kuridstanê çaxê wê hene.

Yek ji xebatkarên destpêkê a Jin Tv li Rojavayê Kurdistanê Nîhad Osman ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Jin Tv di cîhanê de weke tecrûbeya 2 emîn ku bi dengê jinê weşana xwe dike. Weke navenda giştî ji Holandayê weşana xwe dike û şexên xwe li hemû Kurdistanê hene. Bi avabûnê re li Rojavayê Kurdistanê jî navend hat vekirin û niha navend li bajarê Amûdê ye. Di destpêkê de weke akîb me dest bi perwerdeyên girtî kir, di perwerdeyê de ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe tê de digirtin. Piştî ku bingehek hat avakirin kenal li Amûdê hat vekirin. Di 8’ê Adara 2018’an de em ketin weşana test de û di 30’ê Hezîrana heman salê de em ketin weşana fermî. Di wê demê de me bi dosya û raporan dest pê kir, piştî wê hinek bernameyên siyasî, çandî, ekolojîk û sporî hatin pêşkêşkirin”.

Herwiha Nîhad behsa Jin Tv di dema heyî de kir û wiha got: “Di Jin Tv de niha nêzî 30 jinên rojnamevan û xebatkar, kar dikin. Niha ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 bername tên pêşkêşkirin. Hinek ji van bernameyan ku ji destpêka avabûnê de hene û heyanî niha jî berdewam dikin. Jin Tv li Rojavayê Kurdistanê bûye dengê hêz, îrade, êş, serkeftin û hebûna jinan di hemû qadên jiyanê de. Bi jinê re gav bi gav diherike û şoreşa jina Kurd ku pêşengtî ji jinên cîhanê re kiriye, bi rengê jinê belavî hemû cîhanê dike”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.