Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo vegera Serêkaniyê îmze hatin komkirin

04/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo vegera Serêkaniyê îmze hatin komkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkerina Serêkaniyê û  ji vegera koçberên Serêkaniyê li cih û warên xwe, rêveberiya Kampa Newroz dest bi kampaniya komkirina îmzeyan kir.

9’ê Cotmeha sala 2019’an dagikeriya Tirk û grûpên çekdar ên girêdayî wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin û dagirkirin. Bi sedan malbat dev ji mal û milkên xwe berdan û koçber bûn, berê xwe dan herêmên ewle yên Rêberiya Xweser.

Di derbarê vê mijarê de jinên koçberên Serêkaniyê ên bi navê Ayşa Ibrahîm û Hedîl Mistefa ji Rojnameya me re axivî.

Ayşa Ibrahîm diyar kir ku ew îro kom bûne da ku îmzeyan kom bikin û dengê xwe bighînin herderê da ku vegerin bajarê xwe û wiha got: “Ez ji gundê Şibliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê me û ev 6 sal in ku em li kampa Newroz a girêdayî bajarê Dêrikê bi cih dibin. Hêviya me ew e ku ev kampaniya me bi me re bibe alîkar da ku em vegerin bajarê xwe berî demsala zivistanê, ji ber ku rewşa me di kampê de pir xirab e, di havînan de sedema germa zêde zarokên me nexweş dikevin û di zivistanan de ji bo serma zêde em perîşan dibin. Raste niha li Serêkaniyê malên me hemû xirab bûne lê mirov li ser axa xwe bijî sefiraztire ku di bin konan de bijî û koçber be. ”

Hedîl Mistefa da zanîn ku ew ji bajarê Serê Kaniyê ye û ew ê hertim li ber xwe bidin heya ku vegerin ser axa xwe

û  bajarê xwe ji destê dagirkeran derxin û wiha got:” Em dixwazin nêzîktirîn dem em vegerin Bajarê xwe û ew kesên ku bêsûc em perîşan kirin werin dadgeh kirin. Vaye em ê derbasî sala 7 an bibin ku em dûrî bajarê xwe, bi dehan zarok û kal ji bo koçberiyê jiyana xwe ji dest dan, hêviya me ew e ku Netewên Yekbûyî nêzîktirîn dem hisab ji van kesên dagirker bixwaze, da ku em vegerin malên xwe û jiyana xwe berdewam bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.