Ayşa Silêman/ Dêrik
Gargeha Edîb yek ji kevintirîn gargehên dondirmeyê yên bajarê Dêrikê ye. Xwediyê Kargehê Edîb Mûsa diyar kir ku ew rojane dondirmeyê çêdikin û li seranserî bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayê wê belav dikin.
Kargeha Edîb di sala 1962’an de li bajarê Dêrikê vebûye, dema ku kargeh vebûyî hemû kar bidestan bû lê bi demê re amûr hatin û kar pêş ket. Ji roja ku kargeh vebûyî heya roja îro kelûpelên ku bikartînin hemû xwezayî ne, hijmara karmendên ku di kargehê de kar dikin 6 kesin.
Di derbarê kar û xebatên Kargeha Edîb a dondirmeyê de, xwediyê kargehê Edîb Mûsa ji Rojnameya me re axivî.

Adîb Mûsa da zanîn ku wê di 17 saliya xwe de biryar da ku kargehê veke wiha got: “Ez 17‘e salî bûm dema min biryar da ku ez vê kargehê vekim, di bajar de cihê gilesê hebû, lewma min xwest ez cihekî vekim taybet bi dondirmeyê . Ji roja ku me ev kargeh vekir me nav û cihê wê neguhertine, ji ber di wê demê de min ev cih kirî û nav lêkirina wê jî li ser navê min e. Di destpêka ku me dest bi kar kir bi beşikî bû, him me kar dikir him me deyînên xwe didan. Bi pereyên kêm hêdî hêdî me karî vê pirojeya xwe bikin kargeheke bi nav û deng. Me bi destan bestenî çêdikir û ev yek hinekî ji bo me dibû asteng, lê di dema niha de me alavên Îtalî anîne û kar hêsan tir bûye. Rojane em dondirmeyê çêdikin û li seranserî bajarê Dêrikê û gundewarên derdora wê belav dikin. Em besteniya spî ji şîr, sehleb, şekir, vanêliya û miskê çêdikin, dema ya rengîn be em meyweyên xwezayî tînin da ku qalîteya wê baş be û gel jê razî be. Di dema berê de 12 karmendan bi me re kar dikir lê niha piştî anîna amûran kar hêsantir bûye lewma niha 6 karmend tenê mane. Em kelûpelên xwe ji Heleb, Şam û Bakur tînin, heya niha ji bo anîna wan tu pirsgirêk derneketiye.”
Xwdiyê Kargeha Edîb a dondirmeyê Edîb Mûsa axaftinên xwec wiha qedand: “Piştî Şoreşa Rojava û hatina Rêveberiya Xweser kargehên şîr vebûne, şîr bi hêsanî peyda dibe û rê jî ji bo me hêsantir bûye. Pêwîstiya karmendê şev û roj bi elekitrîkê heye, lê elektirîk kême lewma ev yek dibe asteng û ji ber wê em jînatoran bikar tînin, lê ji ber kêmbûna mazotê jî bikaranîna jînatoran dibe asteng. Dema kurê min li welat bû min ew jî fêrî karê çêkirina dondirmeyê kir, rast e niha ew ne li vir e lê dema ku hêza min nemîne ew ê were şûna min bigire. Hêviya min ew e ku bajar xweştir bibe û aramî bêtir belav bibe, da ku her kesê ku ji bajar barkirî careke din vegerin malên xwe.”





