Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nameya Rêber Apo Ronahiyeke ji gelê Şengalê re’

02/10/2025
in ROJEV
A A
‘Nameya Rêber Apo Ronahiyeke ji gelê Şengalê re’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê Silêman Cafer da zanîn ku nameya Rêber Apo ronahiyeke ji gelê Şengalê re û got, “Tu kes weke Rêber Apo li civaka Êzidî xwedî derneket. Ji ber vê yekê em ê jî têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.”

Di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de Rêber Abdullah Ocalan ji gelek qadan re name şandin. Di 30’ê Îlonê de ji Civaka Êzîdî re bi taybet ji Şengalê re Rêber Apo nameyek şand. Di derbarê vê yekê de Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cafer ji Rojnameya me re axivî.

‘Ev ne yekem care ku Rêber Apo piştgiriya Civaka Êzidî dike’

Silêman wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev ne cara yekê ye ku Rêber APO piştgiriya xwe ji bo civka êzidiyan re dide nîşan. Di sala 1990’î de rêber APO em pêşwazî kirin, û gelek perspektîv dane me. Di roja ku dîl hate girtin dema malbat yan parêzerên Rêbertî ew ziyaret dikirin, her tim pirsa yekem ji wan ev bû “Rewşa Êzdiya çawa ye û Êzidiya biparêzin”.

‘Nameyek bi nirx û wate ye’

Her wiha Silêma diyar kir ku ji bilî rêber Apo tu serok li êzidiyan xwedî derneketine û wiha anî ziman: “Di sala 2025’an de ev bû nameya sêyem li gor rewş rêber ya tenduristî û tecrîdê êzidî ji bîr nekirin. Em wek civata êzidî pir bi nirx û wate vê nameyê dibînin. Ji ber ku ti serok yan rêber heya niha ji bilî Rêber Apo li êzidiya xwdî derneketine. Berî derbasbûna Rêber APO ji bakurê kurdistanê bo Rojavayê kurdistanê, me nedwêrî bigota em êzidîne, me nedikarî ola xwe eşkere bikra. Bi taybet li hember ew  kesên nezan yên tu baweriyan qebûl nakin. Lê piştî rêbertî ji me re got “Êzdî kurdê resen in” pişta me me rast bû  serê me bilind bû.   ji roja ku me rêbertî naskir heya vê kêlyê, ew piştgiriya hemû pêkhateyan dike û bi taybet êzidiyan.

Gelek bûyer yan agahî hene em nizanin, lê Rêber APO wê buyerê analîz dike û dinirxîne û ji me re şîrove dike. Bi texmîn û nêrîna min îhtîmala komkujoyek ji hêla ev rêxistinên hişkebawer, ji bo Êzidiyan tê amede kirin,  Ji bo vê di nameya xwe ya di meha Adarê a ku Êzidiyan re şandibû Rêbertî Êzidî hişiyar kirin da ku rêxistina xwe xurt bikin û li ser felsefa civaka demokratîk perwerde xwe bidomînin”.

‘Nameya Rêber Apo weke ronahiyê dibînin’

Silêman di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Em jî wek civaka Êzîdiyên Rojava ev pespektîvên ku Rêbertî ji Şengalê re şandiye, ji bo xwe wek ronahî dibînin û em xwe di nav de dibînin, naskirina Êzidiyatiyê li Rojava, di peymana civakî ya sala 2014’an wek oleke resen û ne girêdayî tu olan cihê xwe girt, û rêvekirina ji bo perwerdeya şagirtên êzidî li ser ola êzidî di dibistanan de, û avakirina yekemîn perestgeh li Rojava û Sûryê, ev hemû diyariyên Rêbertî ji bo êzidiya ne. Em jî wek civaka Êzidî bi Rêberê xwe ser bilindin, em soza xwe dûbare dikin ku em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bidomînin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.