Lîloz Hisên/Qamişlo
Endama Akademiya Jineolojî ya Qamişlo Leman Şêxo tekez kir ku şehîd Nagîhan bandoreke mezin li ser jinan kir û gotl, “Weke erk dikeve li ser milê me ku têkoşîn û şopa Nagîhan berdewam bikin, zanebûna wê di cîhanê de belav bikin da ku bibe zanisteke cîhanî layiqî keda wê.”
Nagîhan Akarsal lêkolîner, nivîskar û rojnamevan bû. Ew di sala 1976’an de li bajarokê (Golyazî) ya navçeya (Cîhanbeylî) li bajarê Konyayê ji dayîk bû. Wê di jiyana xwe de têkoşîn û xebata jinan di bin dûrişmeya Jin, Jiyan, Azadî da meşandin.
Nagîhan perwerdehiya xwe li cihê ku lê ji dayik bûye temam kir û yekem keç bû ku ji bo zanîngehê ji gund derket. Bavê wê ew teşwîq kir ku li zanîngehê bixwîne û li Zanîngeha Gazî ya li Enqerê beşê raghandinê xwend.
Di 4’ê Cotmeha 2022’an de, ew li nêzî mala xwe li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê, di encama êrişeke çekdarî ya Istîxbarata Tirkiyê (MÎT) de şehîd bû.
Xebat û Têkoşîna Nagîhan Akarsel
Şehîd Nagîhan ji ber raman û çalakiyên xwe yên li zanîngehê ji sala 2001 heta 2007’an di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê hat berdan di navbera salên 2008 û 2014’an de li Ajansa Nûçeyan a Dijle (DIHA) wekî rojnamevan û edîtor xebitî. Ji bo kûrkirina têgihîştina xwe ya li ser pirsgirêkên jinan û girîngiya azadiya jinan, ew beşdarî dewreyên perwerdeyê yên jinan li Zanîngeha Hacetepe bû.
Ew beşdarî damezrandina yekemîn ajansa jinan (JINHA) bû. Wê gelek hewldan ji bo pêşxistina têkiliyan di navbera jinan de kir. Bi salan Nagîhan Akarsel wekî rojnamevan û edîtor di medyaya Kurdî de xebitî.
Nagîhan Akaresl beşdarî perwerdeya Akademiya Jineolojiyê bû, ku Rêber Apo girîngiyek mezin dide akademî û saziyên vê zanistê. Wê di dema damezirandina Akademiya Jineolojiyê (Zanista Jinan) de gelek hewldan kir. Ew endama desteya edîtoriyê ya Kovara Jineolojiyê bû. Ji bo perwerdekirina jinan li Başûr û rojavayê Kurdistanê xebat da meşandin, bi hezaran kes perwerde kir û berhemên wê di gelek kovar û rojnameyan de hatin weşandin.
Di sala 2018’an de, wê li ser Efrîn û Şingalê lêkolînên civaknasiyê dikir herwiha ew ji hezkiriyê çanda Horman û berxwedana Rojhilatê Kurdistanê bû, di vî warî de hewil dida ku lêkolînan bike.
Ji sala 2019’an heta şehadeta wê, bi berdewamî ji bo pêşxistina Jineolojî li herêma Kurdistanê xebat kir. Tevî ku zaravayê Soranî baş nizanîbû, lê ev yek nebû asteng li hember wê, bi dehan semîner, civîn û dewreyên perwerdê li dar xist.
Ew damezrînera ramana avakirina pirtûkxane, arşîv û navendek lêkolînê ji bo jinên Kurd bû.
Yek ji xeyalên wê nivîsandina romanekê li ser jiyana xwe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bû, lê berî ku ew xewna xwe pêk bîne tevlî refên şehîdan bû.
Derbarê salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel Endama Akademiya Jineolojî a Qamişlo Leman Mihemed Şêxo ji Rojnameya me re axivî.
Leman Mihemed Şêxo destnîşan kir ku Şehîd Nagîhan Akarsel jineke bi îrade bû û her dem di nava lêgerînê de bû û wiha anî ziman: “Şehîd Nagîhan Akarsel ji biçûkaniya xwe ji zanistên lêgerînê hez dikir, yek ji taybetmendiyên wê ku guhdar dikir û di nava civakê de digeriya herwiha li çîrokê jinan guhdar dikir, hewil dida ku van çîrokan bi nivîskî belav bike û dengê wan bighîne hemî civakê ku çawa jin din bin zihniyeta baviksalarî de hatine fetisandin û her cureyên tundiyê li ser wan tên meşandin.”

‘Nagîhan Akarsel di erdnîgariya ku lê jiyan dikir sînordar nema’
Leman Mihemed Şêxo tekez kir ku şehîd Nagîhan bandoreke pir mezin li ser jinan kir û wiha berdewam kir: “Ew di erdnîgariya ku lê jiyan dikir sînordar nema lê belê danûstendinên wê li ser asta hemû cîhanê hebû da ku xwe bighîne jinan. Ew her dem di nava hewildanan de bû ku zanebûna jinan bide ava kirin di riya belavkirina zanista Jineolojî hem di nava jinên di Kurdistanê û derve de. Nagîhan ji jinan re digot “li hember lêpirsînê bigerin di nava pirsên xwe de hûn ê bersivan bibînin, bi vê yekê hûnê karibin xwe ji nû ve ava bikin”. Perwerde û semînerên ku dida li ser mijarên tundiyê yên li ser jin pêk tên, jinên ku dibin qurbaniya zilam û hikumetên desthilatdar, hegemoniya ku li ser jinan tê ferzkirin; disekinî û hewil dida ku ji nû ve bawerî û îradeya wan ava bike. Nagîhan hewil dida ku cihên taybet ji bo jinan ava bike da ku dîroka xwe nas bikin.
Şehîd Nagîhan Akasel karê xwe yê siyasî û rêxistinî dikir û di wê baweriyê de bû ku jin wê bighêje azadiya xwe. Ne tenê gotin dikir lê belê di kar û xebatên wê de dihat diyar kirin, lewma ji bo pêşxistina jinan her dem di nava hewildanan de bû.”
‘Divê em jineke azad bi zanebûn ava bikin’
Endama Akademiya Jineolojî ya Qamişlo Leman Mihemed Şêxo di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Şehîd Nagîhan Akarsel şehîda Jineolojî û zanista jinê ye, weke erk dikeve li ser milê me endamên Jineolojî û hemî jinên di cîhanê de yên ku xwe dibînin jinên azad, têkoşer in; şopa Nagîhan berdewam bikin. Hewil bidin zanebûna şehîd Nagîhan di cîhanê de belav bikin da ku bibe zanisteke cîhanî layîqî şehîd Nagîhan derkeve.”






