Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e cihê eleqedar nirxê pembo bilintir bikin’

01/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîst e cihê eleqedar nirxê pembo bilintir bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Cotkarên bajrê Qamişlo nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: “Pêwîst e cihê eleqedar nirxê pembo bilintir bikin û xwedî li keda cotkaran derkevin.”

Meclisa Aborî û Çandinî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24`ê Îlonê de buhayê kirîna her toneke pembo ji cotkaran, bi 600 dolarî diyar kirin. Herwiha Saziya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi wergirtina berhemên pembo ji cotkaran kir. Xebatên wergirtinê li sê navendên li Cizîr, Reqa û Dêrazorê bi rê ve diçe.

Di derbarê rewşa pembo û nirxê wê cotkarên gundên derdora bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Pêwîst bû ku nirxê pembo yê îsal bi 750-800 dolarî be’

Ebdulezîz Hilal ku yek ji cotkarên gundê Raşidiyê yê girêdayê bajarê Qamişlo ye di dastpêka axaftina xwe de balkişand ser rewşa çandinya pembo û wiha anî ziman: “Pembo yek ji çavkaniyên peydakirina debarê li herêmê ye, di vê salê de rewşa pembo û giştî çandiniyê ne baş bû, berhemên pir kêm derketin û bê encam bû. Di heman demê de ku rewşa pembo jî encamê wê pir lawaz bû ji ber kêmbûne av û semadê. Derfetên me yên kirîna semadê ewqas tune bû, ji ber vê yekê berhema îsal bê encam bû. Bêguman desteya çandinyê jî heya astekî baş bi cotkaran re nabe alîkar, li ser çi esasê nirxê pembo bi 600 dolarî diyar kiriye, pêwîst bû ku nirxê pembo yê îsal bi 750-800 dolarî be. Ev dide diyarkirin ku nêrîn û pêşniyarên cotkaran nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e rewşa cotkaran li ber çavan were derbaskirin.”

Ziyanên gihaştin cotkaran

Di heman çarçoveyê de cotkarê gundê Xerbet Nûra yê girêdayî bajarê Qamilo Mihemed Mihemed diyar kir ku wan di vê salê de zerarekî pir mezin dîtin û wiha domand: “Çandinya pembo ne hesan e, guhdariyeke zêde jê re pêwîst e. Herwiha pêwîstiya erdê bi semad, av û paqijiyê heye. Lê mixabin ku semad jî nirxê xwe bihaye, ew derfrta me tune ye ku her car semadê li erdên çandinyê belav bikin. Di heman wextî de ku heqdestiya karkeran jî tê dayin ku her kîloyek pembo em hezar yan 1500 lîreyê sûrî didin wan, ji bilî ku em mazota buha bi nirxê bilind dikirin. Ev hemû dibe şkandinek ji me re û zerarên madî bi xwe re tîne. Em nerazîbûna xwe li ser nirxê pembo ya îsal nîşan didin, em bi hêvî ne ku cihên eleqdar û berpisiyar çareseriyê bibîne û nehêle ku cotkar werin şikandin.”

‘Me pişgirî daye cotkarê xwe’

Di heman demê de Hevserokê saziya Pembo ya Giştî Mustefa Ibrahîm besiva hin pirsên me bi kurtasî da û bi awayekî berferh sedema nirxê pemo û nerazîbûne cotkaran ne nerxand.

Mustefa Ibrahîm da zanîn ku li gorî nirxê bazara cîhanî, nirxê me yê herî bilind e û wiha got: “Berhemdayina navîn ji rûbera donimek pembo re 350 kg e, pêwîst e cotkar palbiştiya xwe li ser hisabê lêçûna her donemekî bike. Herwiha me ji cotkaran re jî rêjeyeke ji qezenckirina madî veqetandiye. Wek tê zanîn ku di bazara cîhanî ya pembo de îsal nirxê pembo hatiya daxistin, lê belê me buhayê pembo yê îsal bilindtir kiriye, eger em li nirxên pembo yê cîhanî binêrin û yê me jî binêrin, wê demê her cotkarek bikeve ferqê de ku çawa me piştgirî daye wan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.