Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gel deyndar e û Erdogan jî balafiran dikire!

01/10/2025
in ROJEV
A A
Gel deyndar e û Erdogan jî balafiran dikire!
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Lêkolîneke Holendî dibêje ku rewşa aborî ya gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê re derbas dibe xeternak e. Di dema heyî de jî gelên  Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deyndar e, tevî ku hikumeta Tikiyê qaşo bangî aştiyê dike, Erdogan doza kirîna balafirên F-35 dike.

Bank ING: Rewşa aborî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xeternak e

Di lêkolîneke Banka ING a Holendî de hat diyarkirin ku rewşa aborî ya malbatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijwar e û ji her du kesan yek deyndar e. Banka INGyê encamên lêkolîna xwe ya bi navê “Trendên Teserufê yên Tirkiyeyê” belav kir û lêkolîna nîşan dide ku sedema herî mezin a teserufnekirinê bi 10 caran kêm e. Lêkolînê amarên derbarê çaryêka duyem a sala 2025’an li xwe digire û tê de li ser rewşa aborî û deyndariyê pirs ji xelkê hatine kirin.Li gorî lêkolînê, ji sedî 51’ê kesên ku beşdar bûne ew deyndarê saziyekê an kesekî ne. Di dabeşkirina deynan de, deyndariya kartên krediyê bi rêjeya ji sedî 46 di rêza yekem de ye û krediyên bankayan jî bi rêjeya ji sedî 40 di rêza duyem de cih digirin. Balkêş e ku li gorî lêkolînê, rêjeya deyndariyê di nav kesên ku teserufê dikin de ji sedî 48 e, di nav kesên ku nakin de jî ev rêje digihîje ji sedî 54’an.

ING: Aboriya dijwar bandorê li jiyana rojane û civakî kiriye

Ji sedî 67’ê beşdar bûne gotiye ku ew ji ber dahata xwe ya kêm nikarin teserufê bikin. Di nav astengiyên din ên li pêşiya teserufê de mûçeyê kêm, bêkarî, kirêyên bilind û zêdebûna lêçûnên fatûreyan derketine pêş. Ji sedî 40’ê beşdaran diyar kiriye ku pereyên wan têra xerciyên wan ên bingehîn jî nakin. Lêkolîn nîşan dide ku şêwazên xerckirinê yên xelkê jî teng bûne .Ji sedî 55’ê kesên beşdar bûne gotiye ku ew li marketan tenê pêdiviyên xwe yên mecbûrî dikirin û ji sedî 56ê wan jî diyar kiriye ku ew li benda daxistin û kampanyayan dimînin. Di warê jiyana civakî de jî ji sedî 61’ê beşdaran gotiye ku ew nikarin ji bo çalakiyên wekî şano û konseran pere veqetînin û ji sedî 54’ê wan jî aniye ziman ku ji ber tengasiyên aborî neçar mane dev ji jiyana xwe ya civakî berdin. Di tercihên teserufê de zêr hîn jî bijardeya herî bihêz e û bi rêjeya ji sedî 35 di rêza yekem de ye. Li pey wê, lîreyê Tirkî û diravên biyanî yên ku li malê tên hilanîn bi rêjeya ji sedî 28 di rêza duyem de ne. Bi vî awayî, rêjeya teserufên ku “di bin balîfê de” tên hilanîn digihîje ji sedî 63’yan.

Sedema kirîza aborî

Kirîza aborî ya ku Tirkiyê îro tê de dijî û gelên wê gihaştiye asta herî jêrîn ji lawazbûna aborî, sedem ew e ku dewleta Tirk hêza aborî tev xistiye xizmeta şer. Ev kirîz ji destpêka şerê çekdarî yê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê derketiye holê, dewleta Tirk da ku tevgera azadiyê ya xwedî doz, têk bibe hêza xwe ya aborî bi tevahî xist xizmeta warê leşkerî. Ji salên 80’î heta destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk dewleta Tirk bi tirlyonên dolaran li serf kiriye di pêşveçûna êrişên li ser Qadên Berxwedanê. Herwiha bi destpêkirina Şoreşa Rojava û kirîza Sûriyê re jî da ku tevlîheviyê ava bike, xwînrijîna gelên Sûriyê pêk were û Kurdan bêstatû bihêle, dewleta Tirk agirê şoreşê li ser hisabê aboriya gelê xwe destwerdan kir. Dewleta Tirk pêşxistina aborî ya ku dikeve xizmeta gel paşguh kir û piştgiriya DAIŞ, komên çete li Sûriyê kir. Di heman demê de bi dehan toreyên MÎT’ê li Sûriyê û Başûrê Kurdisanê, hem jî bargehê leşkerî ava kirin, ev hemû hişt ku hin bi hin aboriya Tirkiyê lawaz bibe hetanî gel derbasî kirîzeke aborî bibe.

Tirkiyê aştiyê dixwaze, lê bazara balafirên şer dike

 Di çarçoveya meşandina pêvajoya Aştî û Demokrasiyê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Rêber Apo bi vê bangê bala hemû cîhanê kişand, dewleta Tirk xist rewşeke ku divê AKP û MHP’ê li gorî pêvajoyê bimeşin. Di roja îro de pêvajo û banga Rêber Apo heta roja îro jî hikumeta Tirkiyê bi giranî tevdigere ji bo meşandina vê pêvajoyê. Dewleta Tirk hertim bangî aştiyê dike û daxwaza pêkanîna biratiya gelan dike, ev yek jî di bin kirasê Islama ku li gor xwe afrandiye.  Durûtiyek heye… xewna mezin a dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan ew e ku balafirên cengê yên F-35 bi dest bixe, gelo ji bo aştiyê ye? Na xewna wî xewna bav û kalê wî yê vegerandina serweriya impratoriya Osmaniyî ye, lê ew nizane ku serdema impratoriyan axê daye ser. Nexasim guhertinên ku li Rojhilata Navîn rûdan, bi taybet li Sûriyê, gavavêtina şaş dibe ku ling bikeve çalekê de û nema derkeve. Weke tê zanîn hêza ku herî bi derfet û tevger e li Rojhilata Navîn Israîl e, ew cihê Îran girt, îro jî Israîl ji bo berjewendiyên xwe di herêmê de bi hêzdarî kar dike, çi hêzên ku dibin asteng li pêşiya wê dibin armanc ji têkçûyînê re. Dewleta Tirk dixwaze balagirên xwe yên leşkerî li Sûriyê ava bike, sîstema berevaniya ezmanî bi cih bike û balafirên F-35 bikire, ev yek dide tekezkirin ku Tirkiyê planên berfireh li dijî gelên herêmê hene.  Eger daxwazên Tirkiyê pêk hatin wê herêm bibe dojeha şer û pevçûnan, lê eger pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin, pêk were wê aştî, ewlehî, pêşketina aboriya civakî û demokrasî li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê, Sûriyê û tevahiya herêmê pêk were. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çareya bidawîkirina kirîzên aborî, civakî, ewlehî û hwd… e encex ev pêvajo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji kaosa aborî rizgar bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.