Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derketina qada mediyaya dijîtal, bandor û çareserkirina pirsgirêkên wê

01/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Derketina qada mediyaya dijîtal, bandor û çareserkirina pirsgirêkên wê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bikaranîna mediyaya dijîtal mijareke ku temenê wê ne gelekî dirêj e, lê arîşeya herî bibandor e di dîroka mirovahiyê de. Bi riya qada mediyaya dijîtal bi rengekî şaş dagirkirina mejî hêsan dibe û mirov ji çareserkirina pirsgirêkên wê direve.

Derketina qadên mediyaya dijîtal

Amûrên mediyaya dijîtal di roja îro de bûne beşeke mezin ji piraniya dema mirovan. Ev yek ji bo danûstandina bi malbat, heval û derdorê re, heyanî meşandina xebata siyasî, pîşeyî û hwd… vê yekê jî hişt ku her mirovek bi hêsanî têkiliyê bi mirovekî din re bike eger nêz be an ji welatekî dûr be. Li alyekî din mirov dikarîbû deng, reng, bûyer û hemû agahiyên sererd û binerdê cîhanê, herwiha stêrknasiyê bizanibe û bibîne. Bikaranîna cîhana teknolojî di destpêkê de bi riya televizyonan pêk hat bi taybet di sala 1927’an de yekem televizyon li ser destê Philo Taylor Farnsworth yê Amerîkî hat çêkirin. Paşê asta teknolojiyayê li pêş ket û di sala 1945’an de yekem computer ku sîstema wê tê sazkirin li Zanîngeha Pinsilfanya ya Amerîkî hat çêkirin. Herwiha di sala 1981’ê de computera destan ango laptop li ser destê Adam Osborne hat afrandin. Di sala 1983’yan de mobayla elektronîk hat çêkirin, paşê televizyon, laptop, computer, mobayl û hemû amûrên mediyaya dijîtal li pêş ketin û bernameyên curbecur ên girêdayî wê, weke fecbook, whats app, instigram, tiwtter, you tube, malper û hwd derketin. Êdî dengê civakê derket, têkiliya di navbera mirovan de xurtir û nêztir bû, hemû qadên danûnstandinê yên elektronîk ên mediyaya dijîtal bi erênî û neyînî ji hêla mirovan, dezgeh, partî, desthilat û hikumetan ve hatin bikaranîn.

Erênî û neyîniyên bikaranîna mediyaya dijîtal

Bikaranîna qadên mediyaya dijîtal ji hêla mirovan, civak û dezgehan ve rewşeke dualî derxist hole, aliyek jê erênî tê nirxandin û aliyek jî neyînî ye. Aliyê erênî ew bû ku her kes bi riya mediyaya dijîtal, bi name, wêne, dîmenan dikarin li her derê têkiliyên danûstandinê ava bikin. Herwiha bi rengekî bi leztir agahiyên pêwîst li ser malperan bi dest bixin û nûçeyan bizanibin. Li aliyê perwerdeyê jî mirov bi rengekî komî û hevbeş sûdê ji mediyaya dijîtal werdigire. Li aliyekî din xebata firotina kelûpelan û bazirganiyê ya li ser onlayînê bi erênî û neyînî li pêş ket. Di heman demê de naskirina çand, ziman û kultûra netewên cîhanê û hevgirtina civakî ji serdemên berê baştir bû. Lê bi qasî deh caran jî neyîniyên bikaranîna mediyaya dijîtal hene. Di serî de Mirov dibin esîrên cîhaneke derveyî jîwariya cîhana xwe, asta danûstandina civakî kêm dibe. Komkirina agahiyên mirovan û xwarina gefan li ser eşkerekirina gelek tiştên taybet. Hem jî gelek kes xwe bi navê kesên din xebateke xerab dijî nirxên mirovahiyê dikin. Sîpe û zarok herî zêde dikevin bin bandora mediyaya dijîtal de û carcaran agahiyan belav dikin an jî mediyaya dijîtal bi rengekî şaş bi kar tînin. Bikaranîna zêde ji bernameyên mediyaya dijîtal dihêle têkiliyên mirov bi malbat, civakê re ji holê rabin. Bikaranîna şaş ya bi seetên dirêj li ser mobaylan asta pêşketina mejiyê mirovan kêm bibe û nexweşiyên derûnî çêbibin, hem jî xemsarî û dûrketin ji raketinê pêk were. Herwiha digihêje ku mirov xwe ji ber bernameyên liîstikan, pêşbirêkên civakî û hwd… xwe bikuje.

Asta bikaranîna mediyaya dijîtal

Wekî tê dîtin bi awayekî rojane bernameyên bi dirav û bêdirav derdikevin ev yek jî bi pêşketina serdema tecnolojî ya ku dihêle hişê mirov jê matmayî bimîne, tê kirin. Ev hemû pêşketin bi destê dewletên desthilatdar ên ku bi riya teknîkê dixwazin jiyana zêdeyî 5 milyar mirov bixin bin destê xwe, bername, amûrên teknîkê, mobayl û laptobên pêşketî bifroşin civakê û qapîtalîm bi vê yekê xurtir bibe. Lê ya balkêş ew e ku bernameya hişê çêkirî di van salên dawî de hatiyek çêkirin bi du rengan, yek jê bi dirav e û yê din bê dirav e. Chat GPT bernameyeke ku mirov ji bo bidestxistina agahiyan, bi kar tînin. Lê gelek rewş di nav civakê de derdikevin ku mirov piraniya dema xwe bi axftina bi Chat GPT re derbas dikin, hişê çêker dibe hevalê wan mirovan ê nêzîk, di encamê de jî takekes ji civaka xwe dûr dikeve. Di heman demê de dûrî zanist, lêkolîna durist, ruhê civakê, wêjeyê û jiyana pak dikev.

Çareserî

Weke tê zanîn êdî mirov, qada mediyaya dijîtal û mobayl ji xwe re kirine heval, her kesayetek dûrî cewherê xwe û cewherê civaka xwe ketiye, bûye mulkê mediyaya dijîtal. Di heman demê de mirov û civak ji hêla aliyên veşartî û destên tarî ve, rastî şerê taybet tên. Da ku mirov nekeve bin bandora şerê taybet û bikaranîna mediyaya dijîtal a şaş divê hin gav bên avêtin. Di serî de pêwîst e dema rahiştina mobaylan kêm bibe û dem ji bo danûstandina bi malbatê re, were veqetandin ev dem jî pêwîst e bê internet û mobayl derbas bibe. Di heman demê de divê hişmendiya naskirina nûçeyên rast bi riya semînerên li dijî şerê taybet. Herwiha dûrketina ji bernameyên ku dema mirov winda dike weke tiktok û hwd… Li aliyekî din pêwîst e mirov mediyaya dijîtal ji bo xizmeta aliyê baş bi kar bîne bêyî ku li ser riya neyînî bimeşe û bikeve bin bandora şerê taybet ên ku sîstemên kapîtalîzm dimeşîne. Hem jî pêdivî heye ku mirov rêbazên herî guncav ji bo bikaranîna mediyaya dijîtal hilbijêre. Ev yek jî bi xwendin, dûrketina ji mobaylan û civakbûyînê pêk tê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.