Ayşa Silêman/Dêrik
Nivîskar û welatparêzê Kurd Mihemed Nûrî Beko ku ji bo doza gelê xwe bi salan têkoşîn kir, koça dawî kir û li şûn xwe mîrasekî giranbuha hişt.
Nivîskar û welatparêzê Kurd Mihemed Nûrî Beko di sala 1943’an de li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye û jiyana xwe li wir derbas kiriye. Lê piştî dagirkeriya Tirk Efrîn dagir kir, wekî tevahî gelê Efrîn ew tevlî malbata xwe koçberî Şehbayê bûn. Piştî ku çeteyan dewleta Tirk êrişî Şehba kirin, ew tevî malbata xwe neçar man ku careke din dev ji her tiştî berdin û berê xwe bidin cihên ewle. Di 30’ê Îlona sala 2025’an de li bajarê Dêrikê koça dawî kir.
Mixabin gelek nivîsên wî li ber çapê bûn û ji ber rewşa koçberiyê derfet nebû ku wan komî ser hev bike lewma her tişt li şûn xwe hişt û koçber bûn. Tenê berhemekî wî hatiye çapkirin bi zimanê Kurdî ye bi navê Evîna Welat û çapa wê ya erebî jî hebû lê li Şehba ma.
Berî demekî Rojnameya Ronahî roportajek li ser kesayet û berhemên wê çîkiribû jî, di her axaftinekî wî de dihat xuyanîkirin ku ew çiqasî bi ziman û welatê xwe ve girêdayî ye. Mihemed Beko tevî temenê wî yê mezin û rewşa wî ya tenduristî nebaş bû jî, lê wî dev ji pênûs û lênûsa xwe berneda û ew rihê welatparêzî her di kesayeta wî de zindî bû.





