Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilweşandina Rejîma Baas û hatina HTŞ’ê

01/10/2025
in JIN
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Adar

bi hilweşandina Rejîma Baas re Gelê Sûrî bawar dikir ku ji rejîmeke navendî ,qirker û nîjed û dewletperêz  rizagar bû ji  bo vê jî li tevahî suriyê pîrozbahî hatin li darxistin lê nedizanîn ku hatina celad û kûjerê xwe pêşwazî û pîroz dikin . Bi hatina HTŞ’ê re û bi li darxistina meclisa leşgerî  ku  kongra serkeftinê çêkiribun, piştî îtifaqa 10 Adarê yekser destûra ku berê amede kiribun  û ya ku li dijî îtifaqa 10 Adarê îlan kirin , metirsî û gumanên pêkhate û bi teybet jinên Sûrî zêde dibu . Weke YPJ’e me dizanî ku aqlê selefî -cîhadîst wê jinên Sûrî  tu carî nebîne û wê wan sebî û tecawiz  bike, birevîne û ser binumumîne . Bi dîtina me zihniyeta tecawûzkar , dewlet û cinsiyetparêz  her çiqas rengê xwe biguhere lê li her aliyê cîhanê yeke . Rejîma baas rêyek medaliyê bu û  hukumeta veguhêz jî rûyê  Baas yê dine. Li gor zanabuna me ya dîroka dewletên ku ji bo parastina civakê di dilêxwede hatine avakirin îro ew bi xwe bine qatîlên qastîk yê civakê , ji vê zanabunê em ketin riya pêwîstiya xwe ya parastinê û YPJ’ê bi şerê ku li dijî rêxistina herî terorîst DAÎŞ ê  da meşandin û îro buye xwediyê ezmûn û biranşên cur be cur û weke me got YPJ’e ji ber pêwîsteya xwe parastina jinan ava bu ne ji ber heskirina şer ji ber ku tu carî jin  aşiqê şer ne buye her tim aşiqê  azadî aşitî û wekeviyê buye , şerê me jî  wek YPJ û QSD şerê aştî û demokrasiyê ye , şerê  li dijî tek reng bun û yekdesdariyê ye .

Em dizanin gel û jinên ne rêxistinkirî pariyek pir erzane ji guran re, me ev li Beravê û Siwêda û li hemû parezgehên Sûriyê dît . Hukumeta veguhêz Kiryarên dermirovî li ser gelê xwe da meşandin , lê dema mirov li  asta van kiryaran dinêre pirsa gelo Colanî ji dil Sûrî ye an na , ji ber ku mirov nikare bifikire ku kesek ewqas heqaret , talan, koçber kirin,madeyên hişbir belav kirin, tecawiz û sebî kirin dikare bibe zarokê vî welatî .

Weke Rêber Apo gotî di demekî  wiha de ku hemû  dewlet di pêşbirka çêkirina çekên  kuştina jiyanê dene ,ji bu jiyan bi rengê jinê û çandan bixemile û jiyana aştî pêk were ez çekan dişiwitînim ,dîsa aqlê ku li ser jinê, têkbun û mirinê ferz dike em diruşma jin jiyan azadî bilind dikin .Belê  YPJ’e navê  felsefa  parastina jin û jiyanê ye û her wiha QSD  jî bi hemû pêkhateyên xwe li Bakur Rojhilatê Surî  û li Surî tevahî bu mertal û hêvî û ji bu parastina  gel û welatê xwe amedene bi hemû şêwazî  xwedî li xwe û welatê xwe derkevin. bi teybet piştî alozî , xetmîna çareserî li Surî derket ser rêyê avê  ku yekane  hêz û felsefeya çareseriyê li Suriyê QSD û YPJ ye . ji ber ku bun hêza guherîna civak û meşa dîrokê û di piratîkên xwe de nîşan dan ku ew  hêzên parastina heqîqî yê civakêne , û dibe asteng li pêş berjewendiya dewletên mîna Turkiye û hêzên hegemon ji bû vê jî her roj Turkiyeya  ku hukumeta veguhêz birêve dibe  gefan li Bakur û Rojhilatê Suriyê dixwe û banga çek danînê li QSD dike . Li vir pirsa ku xwe ferz dike eve li welatekî ne aram de , ku her roj zihniyeta tecawûzkar û kujer li ser kare , li welatekî jin û zarok tên revandin û qetil kirin û di  pêvajoyekê de ku her roj êrîş li  bajar û kolanan ,li dêr û dibistanan ,êrîş li bax û daristanan heye , çawa li cihekî ku devê tivingê daye sînga te û ji tere dibêje çek deyne ,mirov çawa dikare îqna bibe û çeka xwe parastina rewa deyne .  Bê guman dema aramî  , zagon û destur hebe tu pêwîstiya me û kesekî  din bi çekan namîne . Lê ji ber xeteriya heyî asta me ya amedekariyan jî gelek xorte , bi ezmûnên salan  û felsefeya jiyana azad emê tekoşîna xwe bilind bikin .di dawiyê de em dibêjin ji bu Suriyeke ne navendî , pir rengî, aram û demokrat , li dijî hemu rengên inkar kirinê gelê Surî divê dest bide hev û di eniya biratî û demokrasiyê de em bi hevre tekoşîn  û dengê alên xwe  bilind  bikin û welatê xwe Suriye rizgar bikin soza me jî ji gelê mere û ji tevahî gelê Suriyê re soza serkeftin û pêkanîna jiyana azade .

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.