Zeryan Bagok
Dema mirov nirxandinê Rêber APO dixwîne an jî rû bi rû tê taybet wekî jin bi hemu şaneyên xwe ve hejandinekê jiyan dike. Jinek heger dîrokê nas neke nikare bizanibe ku di esasê de hebuna me di dîrokê de bi berxwedaniyeke pir mezin ve derketiye holê. Li gel wê heger em xwe weke şexs nas nekin an jî tehlîla xwe ya şexsî nekin emê nikaribin dîroka rast ku weke jin me têda jiyan kiriye derxînin holê. Jineke heger dixwaze azadiya xwe bigere, bikeve riya heqîqet û êvînê çima pêwîste ber bi dîrokê ve rêwitî bike? Azadiya jin çiye? Yan jî çima pêwîstî hatiye dîtin ku weke têgîn jî azadiya jin em bikar tînin? Ji ber ku em van pirsan bi bersivînin hewceye ku em ber bi dîrokê ve rewîtî bikin.
Taybet weke jin ji bo azadiya xwe em nas bikin Rêbertî di esasê de perdeyên reş ku li ber çavê me hatibu danîn bi îdeolojiya xwe û felsefeya xwe ya jiyanî ve ew perde rakir, bi tîrejên heqîqetê ve riya me ya dîrokê ronî kir ku em karibin di dîrokê de azadiya xwe nas bikin. Bi banga aşitî û civaka demokratîk re Rêber APO rol û mîsyonek girîng dide jinan û diyar dike ku pêwîste jin û ciwan ji pêvajoyê re pêşengtî bikin. Jinên ciwan bi agahî girtina ji Rêber APO ve êdî derbasî serdemeke nû dibin. Bi silav û eşqê Rojê re êdî xuya bû ku xwe gihandina kesayeteke sosyalîst ve emê Rêbertî hembez bikin. Her miroveke lazim ji vê pevajoyê re bibe bersiv. Bê berdel û bê ked mirov nikare tema azadiyê derxîne. Ji bo jiyaneke azad û jiyaneke sosyalîst berî her tiştî pêwîste em taybetmendiyên xwe yên paşverû, yên ku naxwazin jina azad biafirîne re tekoşînekê bidin û ber bi rêya azadiyê ve biçin. Bi vê rengî re ji bo xurtkirina lêgerîna jinên ciwan a ji bo azadiyê û rêxistinkirina wan, kampên manîfestoyê hatin lidarxistin. Tevahiya rojê xwe bi xwendin û niqaşkirina manîfestoyê derbas kirin. Li vir de naskirina fikir û felsefeya Rêber APO ji nûve çêbû. Her jinên ciwan hêz ji Rêber APO girt. Bi vê rengî re encamekî xurt hatiye derxistin. Di seranserê bernameyê de, nîqaş li ser avakirina civakek demokratîk, pêşxistina çanda aştiyê û rola ciwanan di vê pêvajoyê de bûn. Beşdaran nîqaş kirin ka mirov çawa prensîbên bingehîn ên manîfestoyê bi rêya xebata hevkar û nîqaşan dixe pratîkê. Ji ber wê em dibêjin jin heke dixwaze azadiya xwe nas bike hewce ye ku destpêkê dîroka xwe ya hundakirî nas bike. Dîrokê de yê ku ziman afirandiye niha tu mêze dikî zimanê wê hatiye birîn. Yê ku jiyan bi awayeke pir dewlemend afirandiye tu mêze dikî jiyan ji bo wê buye cihê dojehê.
Yê hemu tiştên ku afirandiye navê wê danîtiye jine, lê roja me ya îro da navê wê tê qedexe kirin. Dema ku em ber bi dîrokê ve rêwîtî dikin hem bi kelecana dîrokê ve hem jî bi êşa dîrokê ve rû bi rû tên. Mirov dibîne ku li hemberî xwezaya civakê ku xwe dispêre xwezaya jin êrîşeke pir bi hovane hatiye kirin. Li vir de weke ku tola xwe ji azadiya jinê bigrin, tola xwe ji afirandina jin bigrin êrîşeke bi vî awayî dikin. Heger em vegerin roja xwe ya îro ku em têda jiyan dikin teyisandina jin ku ji bo azadiya xwe tekoşîneke pir mezin dike dibînin û hem jî êrîşên pergala kastîk katîl ya pir bi pergal dibînin. Roja me ya îro de pirsgirêka herî mezin ewe ku qetilkirina jin, tecawûz kirina jin û bi emir di temenê biçuk de zewicandin viya jî dibe şêwazekî qetil kirina jin. Ji ber wê em dibêjin ger ku em azadiya xwe nas bikin û tekoşîna ji bo azadiyê bidin pêwîste em ber bi dîrokê ve biçin, dîroka xwe nas bikin û bi roja me ya îro ve girêbidin.
Rêber APO dibêje dîrok di rojame da em jî di destêkê dîrokê de veşartîne. Di esasê de tiştên ku em şîrove bikin û fêm bikin li pêş çavê me ne, lê em bi kijan çavê mêze dikin ev girînge. Destên ku çavên me girtine, hişmendiyên ku ne aîdî me ne û hişê me dagir kirine, aqilên ku ne cewhera jinê ye û bandoriya hişmendiya zilamsalariye pêwîste vana tespît bikin ku em karibin ji bo azadiya jin tekoşîn bikin. Xwezaya jin û xwezaya civakê girêdanbûna wan bi hevdu re heye. Çawa ku koka darê ji bo hebuna xwe mayînde bike bi bingeheke pir mezin ve bi axê re dibe yek û têkiliyeke heger ji hevdu qut bibe ewê dawiya jiyana wê were ava dike. Jin û xweza jî di esasê de wisa ye. Jin heger ji xweza dûr bikeve weke ku koka darê dema bê ax bimîne ber bi tunebûnê ve biçe jin jî dema bê xweza azadiyê xwe de hunda bike ewê ber bi mirinê ve biçe.
pergal herî zêde li ser xweza û li ser jin êrîş dike û bi êrîşê xwe ve dixwaze avabûna gerdunê tune bike. Dixweze ciwan û jin ji axê xwe dûr bixe. Polîtîqayên asîmîlasyonê didin meşandin. Lê jin û ciwan çiqas ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin û li welatê xwe de têkoşîn bikin ewqas dikarin civakbûnê xwe qezenc bikin. Sedemên ku em ji bo azadiya xwe tekoşîn bikin pir zêdene û bi awayeke pir zelal li ber çavên me ne. Çima em nikarin dengê xwe derxînin, çima em nikarin biaxivin û çima em nikarin hestê xwe yên azadiyê bi awayeke pir cesaret bînin ser ziman.
Rêbertiyê me ji bo jin dibêje ku; “jin pêwîste bi awayekî pir bi cesaret rexne bike”. Emê bi cesaret pergala kastîk katîl ku buye bela serê jin û mîrovahiyê rexne bikin. Emê bi cesaret rexne bikin ku azadiya jinê bi dest bixin. Heger em bi cesaret pergala heyî ku me kole dike rexne nekin emê di bin vê pergalê de xwe biperçiqînin. Jina ku bi cesaret û bi îradeya xwe tevbigere di bin hişmendiya ku wê dixwaze kole bike de namîne û ji bo azadiyê tekoşîn dike. Bê guman azadî ne hêsane lê belê tiştekî ku pêk tê ye. Jineke heger bêhna azadiyê û tema azadiyê bigre tu hêzeke beramberê wê de nikare astengiyan derxîne holê. Werin em wekî jinên ku azadiya xwe di xwaze re ber bi dîrokê ve rêwîtî bikin û wateya azadiyê nas bikin. Werin em pergala kastîk katîl ku niha di bin sîwana modernîteya kapîtalîstan de xwe rêxistin kiriye eşkere bikin. Rêbertî behsa wêrekiya jin dike. Em jî bi wêrekiyeke mezin bibêjin; bi ya heyî ra ango jiyana ku me dike kole, bê îrade dihêle re êdî bese! Ger ku em vê jiyana bi destê hin kesan re hatiye xîz kirin baş dahûrandin bikin û em bi xwe jiyana xwe bi rêve bibin emê wê demê bersîva ‘‘em di xwazin çawa jiyan bikin’’ bidin. Werin em bi naskirina jiyana sosyalîst re bersîva em dixwazin çawa jiyan bikin bigerin û tema vê jiyanê bi hemû şaneyên xwe re derxînin holê.






