Lîloz Hisên/Qamişlo
Endamê Meclisa Bilind a Şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selah Sîno destnîşan kir ku ku bi talankirina şûnwarên Efrînê dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike û wiha got: “ Dagirkeriya Tirk dixwaz e bi talankirina şûnwaran dîroka Efrînê winda bike.”
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 8 sal in li Efrîna dagirkirî bi tevahî rêbazan sûcên dijmirovî pêk tînin. Sûcên kuştin, revandin, destdirêjiya li dijî jin û zarokan, qirkkirina xweza , guhertina demografîk û talankirina şûnewaran li Efrîn bênavber dewam dike. Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta vê kêliyê hedefgirtin û talankirina şûnwaran bi awayekî sîstematîk li Efrînê tê meşandin û tevahî cîhanê çavê xwe ji van kiryarên dijmirovî digrin.
Derbarê mijarê de endamê Meclisa Bulind a Şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selah Sîno ji Rojnameya me re axivî.

Selah Sîno diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve gelek binpêkirin derheqê cihên arkolojîk û şûnwarên kevnar e hatin kirin û wiha got: “Têkbirina şûnwaran û cihên arkolojîk ji destpêka şerê li Efrînê ve ketibû pilana dewleta Tirk de, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk Perestgeha Eyn Dara ku dîroka wê vedgere 1200 sal B.Z û di sala 1956’an de hatibû vedîtin, kirin armanc û parêstgeh ji sedî 60 hilweşiya. Me di wê demê de ev kiryarên hovane belge kirin û ji Saziyên taybet ên Parastina Mîratên Çandî û Mirovahî weke UNESCO û Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya têkildarî Sûriyê şand. Mudîriyeta Parastina Şûnwaran a Efrînê ev sûc di raghandina herêmî û navdewletê de parve kir û weke sûceke şer li dijî mîrata çandî ya mirovahî wesf kir.”
Bajarê Sîros (Nebî Horî)
Selah Sîno wiha domand: “Bajarê Sîrosê (Nebî Horî) jî bi hemû cûreyên çekan hate bombebarankirin, heriwha di çarçoveya êrişên leşkerî de Girê Cindrêsê yê dîrokî bi sedê mûşekan û bombeyan hate hedefgiertin, Desteya Şûnwaran ya Efrînê dosyaya binpêkirinên şûnwar û mîratên çandî û mirovahî piştî dagirkeriyê nesekinand û şopandina wê berdewam bû. Bi awayekî sîstematîk dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna sûcan li dijî cihên dîrokî, olî û şûnwaran tîmên taybet ava kir, lê vê carê bi riya kolandina bi alavên giran, hilwişandin, şewitandin, talankirin û dizîna şûnewarên di van cihên dîrokî û arkolojîk bû, herwiha veguheztina şûnwaran dervî welat di riya Tirkiyê de, da ku di bazara reş a cîhanî ya bazirganiya şûnwarên mîratî yên kevin de, bên frotina.”
Pêvajoya berovajîkirina rastiya şûnwarên arkolojîk
Selah Sîno destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi awayekî rasterast pêvajoya berovajîkirina rastiya şûnwarên arkolojîk bi hinceta sererastkirina cihên arkolojîk û şûnwaran pêk anî û wiha lê zêde kir: “Tevî ku qanûna navdewletî qebûl nake ku desthilatdariya dagirker bi tu pêvajoyên kolandin, veguhestin û sererastkirinê pêk bîne di herêma dagirkirî de, lê belê dagirkeirya Tirkiyê hemû binpêkirinên der heqê dîrok û şûnwarên herêma Efrîna kurdî de pêk anî, ev sûceke dijî mirovahiyê ye li gorî UNESCO’yê ku divê hemû civak parastina şûnwarên mîratî bikin da ku ji nifşekî bidin nifşê din, lê Tirkiyê berovajî vê yekê kir û hîn jî berdewam dike.
Li hember vê rastiya dijwar, bêdengiya navdewletî, hevkariya veşartî ya rêjîma berê û redkirina vekirina dozekê li dijî Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, weke Desteya Şûnwarên Efrînê tiştê ji destê me dihat tenê belgekirina van sûc û binpêkirinan bû bi delîlên zanistî ji wêne, vîdyo û şahîdan ji hundirê herêmê, herwiha vekirina kenalên danûstendinê bi Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya têkildarî Sûriyê, UNESCO’yê û rêxistinên civaka sivîl ên ku bi parastina mîratên çandî û miorvahî mijûl dibin, mijarên ku hatin belgekirin hatin şandin, weke doza pêkanîna binpêkirina li ser dîrok, şûnwar û mîratên Efrînê yên madî û nemadî di çend raporên Komîteya Lêpirsîna Navdewletî de hate eşkerekirin.”
‘Di kongreyên navdewletî de binpêkirin hatin eşkerekirin’
Selah Sîno da zanîn ku Desteya Şûnwarên Efrînê ev binpêkirin di riya pêşengehên wêneyan, semîner û kongreyên herêmî û navdewletî de eşkere kir û wiha got: “Detayên ku bal dikşîne li ser sûcên dagrkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê dîrok, şûnwar û mîrateya herêmê li ser raghandinê eşkere bû. Desteyê 80 cih û girên arkolojîk, zêdetirî 30 mezarên olî yên muslimanên sune, elewî û Êzdî beleg kir, ev hejmar ne sabîtin ji ber ku me nikarîbû xwe bighêjînin an jî belgeyên zanistî yên taybet bi êrişên binpêkirin û hilweşînan bidest bixin, herwiha belgekirina gelek rewşên guhertina cihên erdnîgarî, gund û qadên bi navê kurdî bûn veguhrandin nîşaneyên Tirkî, belgekirina zordariya der heqê gelê Êzdî û neçarkirina wan ku ola Îslamê hilbijêrin di riya hilweşandina cihên wan ên pîroz, avakirina mizgeftan û peymangehên fêrkirina ola Îslamê ji bo wan.”
Armancên dewleta Tirk li pişt wêrankirina şûnwarên arkeolojîk
Dewleta Tirk ji destpêka damezirandina wê tirsa ji civakên resen dijî, ku di riya komkujiyên komî ev civak hilwişand, ji ber ew hêzeke dagirker e lewma hewil dide ku van civakan bitepisîne di nava civaka Tikriyê de, di çarçoveya hedefgirtina çand, mîrate, dîrok û şûnwarên wê. Armancên hilwişandina şûnwarên arkolijîk li çiyayê Kurmênc bi awayekî sîstematîk di çend xalan de tê zelalkirin:
1-Hilwişandina civaka Kurd ya herî zêde di Sûriyê de bi kurdetiyê girêdayî ye weke herêma Çiyayê Kurmênc(Cebel El- Ekrad) ku rêjeya gelê kurd ji şêniyên Efrînê dighaşt ji sedî 98 berî dagirkirnê û yên din ereb bûn bi awayên cuda derbasî herêmê bûn.
2-Jêbirin, xirabkirin û teşhîrkirina herêmê di riya êrişa li ser tovên şaristaniya herêmê û hilwişandina jîngeha arkolijîk da nivîsandina dîrokek nû ji bo tirkkirina herêmê, ku xwe dispêre şûnwarên ku rastiya wê berovajî kirin û teşhîrkirin, ji ber ku nivîsandina dîrokeke belgekirî xwe dispêre li ser şûnwarên hatin keşifkirin û bermahiyên madî ji komkirinên nifûsê. Dewleta Tirk hewildanên xwe kir ji bo rastiya tirkirinên jî bixe cihê gorîstana Nebî Horî li Sîrosê.
3-Bi wêrankirin û hilweşandina deverên arkeolojîk û mîratî yên ku ji hêla aborî ve sûdmend in xwest derbeyek aborî lê bixe. Tirkiye baş dizane ku geşbûna geştiyariyê tê çi wateyê, ku mîna petrolê ye, lê sûdmendtir û bê zirartir e.
4-Bêparkirina herêmê ji cihên navneteweyî yên wekî Perestgeha Eyn Dara, Şikefta Dodariyê, Dêra Sema’n û cihên arkeolojîk ên Bradê, ku tê de bermahiyên Qedîs Mar Maron, bavê civaka Maronî heye. Brad ji destpêka sedsala bîst û yekê ve bûye cihekî ziyaretê ji bo civaka Maronî.
5-Bandorkirin li ser pîskolojiya nifûsa xwecihî û têkbirina moralê wan bi rêya hilwişandina şûnwarên wan ên pîroz, kevnar û dîroka wan û berê wan bidin koçberkirina bi darê zorê ve ji bo amadekirina pêkanîna pêvajoya guhertina demografîk.
‘Bi zanistî û sîstematîk hin cih nehatine kolandin’
Selah Sîno tekezî kir li ser pêwistiya balkişandina li ser dosyaya şûnwar, mîrateyên dîrokî, projeyên parastin û sererastkirinê û wiha anî ziman: “Divê piştgirî bê dayîn ji bo rêveberiyên Şûnwaran li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşeke vê pisporiyê di peymangeh û zanîngehan bê vekirin, bi armanca avakirina tîmeke zanistî ku bi jîngeha arkolojîk re mijûl bibe, ji bo danasîna civakên herêmî li gorî giringî û sûden wê, êdî dibe alîkar di bilindkirina statuya civakan û baştirkirina asta wan a çandî, civakî, aborî û şaristanî di nav civakên cîran de, bi rêya geştiyariyê û têkiliya bi civakên pêşketî re, geşbûna hunerên destan û mîrata dîrokî.
Divê xebat ji bo vekirina dozên qanûnî li dijî dewleta Tirkiyeyê li dadgehên herêmî û navneteweyî û daxwaza tezmînatê ji bo herêma ku şûnwar û mîrata wê hatiye wêrankirin; bê kirin.”
Endamê Meclisa Bulind a Şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selah Sîno wiha gotinên xwe qedand: “Cihên arkolojîk ên ku hatine wêrankirin û talankirin li seranserê herêma Efrîn belav bûne, piraniya van cihan bi awayekî zanistî û sîstematîk jî nehatine kolandin, ji bilî cihên Eyn Dara, Şikefta Dodaryayê, Sîros (Nebî Horî), cihê arkeolojîk ê Girê Cendêris û Brad. Ji bilî cihên arkeolojîk, her malek li Efrînê rastî talankirin û dizînê hatiye, bi taybetî dizîna amûrên sifir ên kevin û firotina wan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ve û heta alavên hin mizgeftên kevin ên wekî xalîçe û sifir jî ji xerabiyê wan xilas nebûne.”





