Farûk Sakik
Civîna 80’yî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hefteya derbasbûyî, li New Yorkê pêk hat. Beriya civînê konferansek jî di bin serokatiya Fransayê de, bi sernavê “Dîtina Çareseriyek ji bo Pirsa Filistînê û Pêkanîna Çareseriyek du Dewletî” hat organîzekirin. Di vê konferansê de ya herî balkêş axaftina Erdogan bû. Dema dest bi şova xwe kir, 4-5 fotografên bandor li wijdanê mirovahiyê dike nîşan dan. Bi van fotogarafan dixwest zilma dewleta Îsraîlê teşhîr bike. Me dema temaşe kir, komkujiyên li Kurdistanê, bi destê dewleta Tirkû bi fermana Erdogan pêk hatibûn, hatin ber çavên me.
Fotograf -1
9’ê Cotmeha 2019’an êrişên dagirkirina Serêkaniyê dest pê kirin. Di vê dagirkeriyê de me zarokek bi nave Muhamed nas kir. Bi çekên kîmyevî hatibû şewitandin û di kêliyên dermankirinê de diqêriya. Me dixwest kesek piştî axaftina Erdogan a li salona NY’ê derketa û di dest wî de ew fotogarafê Muhamed nîşan bida. Qêrîna wî zarokî di dîmenê de me bi guhê xwe bihîstibû. Ew kesên li salona Neteweyên Yekbûyî dema ku li vî forografî binêriyana wê dengê Muhamed jî bibihîstana. Wê demê ev fotograf bandoreke mezin li ser Kurdan çêkir. Piştî wî dîmenê Muhamed, Kurdan li ser medya dijîtal fotogarafên zarokên xwe parve nekirin. Şerm dikirin.
Fotograf -2
Di salên 90’î de li Kurdistanê di şer de dema ji gerîla derb dixwar dîsa vedigeriyan kuştina sivîlan. Di 3’ê Cotmeha 1993’yan de li Mûşê li Vartinisê ji malbatek 9 kes bi saxî ji aliyê eskerên dewleta Tirk ve hatin şewitandin. Ji vê malbatê fotografek heye û bûye sembola vê bûyerê. Xweziya kesekî bi vî fotografî bersiv bida Erdogan. Dokumantera vî komkujiyê hat çêkirin. Wê demê kesek zarok û şahidê komkujiyê bû, digot; “me futbol dilîst. Em hatin û me ew cesed dîtin, êdî me futbol nelîst. Şerm dikirin.
Fotograf -3
Piştî 15’ê Tebaxê li herêma Kurdistanê şer û pevçûnan nû dest pê kiribû. Dewleta Tirk bi taybet li herêma Cizîrê bi hovîtiyeke mezin dixwest gel ji gerîla qut bike. Ji destpêkê dixwest tedbîran bigire. Di 14’ê Çileya 1989’an de, li Kurdistanê li Hezexê li gundê Yeşîlyûrt bûyerek qewimî. Bi saetan îşkenceyên giran li gundiyan kirin. Bes nekir, evcar gundî rêz kirin û dixwestin ku bi zorê pîsîtîya mirovan bi herkesî bidin xwarin û wisa kirin. Ev pîsîtî bi zilikek, yek bi yek bi devê herkesî hat dayîn. Piştre zext dan ku kurê Kamîl, Bahattîn Muştak ew jî pîsîtiyê bide bavê xwe û wisa kir. Ji wê komkujiyê tu belgeyek di dest me de tuneye. Lê piştî buyerê rojnamevan Celal Başlangiç çû Yeşîlyûrt fotografek Mîzansen kişand. Xweziya li salona NY’ê di destê kesekî de ev fotograf hebûya. Piştî ku sal derbasbûn gundiyek behsa wê rojê dikir û digot; “Ew roj kesên ku cigare nedikişandin, cigare pêxistin. Kesî li rûyê kesî nedinêrî.” Şerm dikirin.
Lê Erdogan şerm nekir. Ev 3 fotografên zulma li Kurdan kirine hatin berçavê wî lê wijdan nehat bîra wî. Em 2 fotografên beriya desthilata wî deynin aliyek. Fotografê Muhamed ê Serêkaniyê wî dabû kişandin. Îro li Amerîka, li Sûrî li gelek deveran di lêgerinekê de ye ku axa Mihamed dagir bike û gelek fotografên dişibin qêrînên wî ji nû de bide kişandin. Şerm nake
Dibe ew roj li navenda Neteweyên Yekbûyî kes tunebû van 3 fotografên trajediya Kurdan a ji aliyê Erdogan û dewleta Tirk ve pêk hatine nîşan bidin. Lê Kurd û Tevgera Azadiyê ji bo tola van 3 fotografan têkoşîneke mezin dane.






