Birûc Resûl/Qamişlo
Ciwanên bajarê Qamişlo diyar kirin ku derketina derveyî welat ne çareserî ye, berovajî wê ciwan dikevin di bin xizmeta hêzên desthilat de û wiha gotin: “Pêwîst e her ciwanek fikir û felsefeya Rêber Apo bixwîne û li hemberî politîkayên ku li ser civakê têne meşandin têkoşînê bimeşînin û xwe birêxistin bikin”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî demekê dirêj di 28’ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Hevdîtin sê saetan dewam kir û hat diyarkirin ku li ser gelek mijaran hatiye nîqaş kirin. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Rêber Apo têkildarî ciwanên koçî Ewropayê dibin nirxandin û rexnên girîng kir. Di vê çarçoveyê de Endamê Meclisa Ciwanan ya Kantona Cizîrê Hogir Qamişlo û Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elend Hesen ji Rojnameya me re axivîn.

Hogir Qamişlo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çareserî ne pişta xwe dana welatê xwe ye: “Wek tê zanîn ku di herî dawî de Rêber Apo nameyek ji bo ciwanên ku diçinin derveyî welat û bi giranî mijara çûyina ciwanan ji dervyî axa xwe rexine kir. Di destpêka Şoreşa Rojava gelek welatî û bi taybet ciwanên kurd derbasî aliyê Ewropayê bûn, dema ku dihat gotin ku çima ciwan ji axa xwe direvin û dibin koleyê dewletên derve? Bersiva malbatên wan ev bû ku ji ber zor û zehmetiyên jiyanê pêwîst e hin zarokên me derkevin Ewropayê ji bona destekê bidin malbatên xwe. Lê di rastiyê de sedema derketin ango reva ji welat tê wateya kêm welat parêzî û ew kes di bin kontrola dewletên hegemondene, dema mirov bi zelalî li vê mijarê bifikre wê encam ew be ku dewletên hegemon bi zanebûn van ciwanan dikşîne aliyê xwe û bi taybetî jî ciwanên Rojavayê Kurdistanê. Ji ber li Rojava şoreşek hat destpêkirin û heya niha jî ev şoreş dewam dike, bêguman dewlet jî ew polîtîkiya xwe ya qirêj dide meşandin tenê ji bo têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê, piranî ciwanan birin aliyê xwe. Yanî derketina ciwanan ne bi sedemên şer û pevçûnan ango ji bo zehmetiyên jiyanê, lê belê ev jî siyaseteke dewletê ye ku herêma me vala bimîne û ew hêza mezin a ciwanan nemîne.”
‘Fikir û felsefeya Rêber Apo bixwînin’
Endamê Meclisa Ciwanan ya Kantona Cizîrê Hogir Qamişlo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em û tevahî ciwanên Kurdistanê pêwîst e fikir û fesefeya Rêber Apo bixwînin û nasbikin. Ji ber ku Rêber Apo siyaseta dewletên hegemon û dagirker baş dizane, di heman demê de nirxandina vê yekê di pareznameyên xwe de bi awayekî berfireh û zelal kiriye, bêguman li kêleka van nirxandin û pirsgirêkên heyî, çareserî jî daye pêşiya me ku em çawa xwe radestî dijminekî ewqas bêbext û xapînok nekin. Di heman wextî de ku çawa em xwe li hemberî şerê taybet yê ku hêzên desthilat li ser ciwan û jinan dide meşandin biparêzin. Herwiha tişta ku niha ji me tê xwestin rêxistinkirina civakê ye.”
‘Ciwan li Ewropayê ketine bin bandora sistema kaptalîzmê de’

Di heman çarçoveyê de Ciwanê bi navê Elend Hesen da zanîn ku dewletên desthiletdar ne tenê ciwanan di bin navê koçberiyê de dihewîne, lê belê kesê zana û rewşenbîr jî bi riya xwe wan dibin û wiha domand: “Dewletên desthilatdar dibêjin “Em li koçberên Sûriyê xwedî derdikevin”. Lê ev yek ne rast e. Li Ewropayê ew kesên ku kar bidin meşandin pir kêmin, ciwanan dikşîne milê xwe û ji bona berjewandiyê xwe. Em behsa ciwanên ku niha li Ewropayê jiyan dikin û welatê xwe berdane dikin, ev ciwan ketine di bin xizmeta hêzên serdest de. Lê ew niha di xewekî giran de ne û hîn jî bi ser hişê xwe ve nehatine ku bizanibin ev polîtîka hêzên serdeste û di bin navê alîkarî û xwedî lê derketinê dide meşandin. Ewropa ciwanan bi destheqekî erzan ji bona xwe bi kartîne û abûriya xwe pê xurt dike. Li ewropayê ciwan karê paqijiyê dikin û bajarên ewropayê paqij dikin, lê dema ku em li vir dibêjin ciwanan werin em bajarê xwe paqij bikin, guhdar nakin û vê yekê ji xwe re mîna şerim û kêmanî dibînin.
‘Banga Rêber Apo ji bona tevahî ciwanan e, û pêwîste ku em pêkbînin’
Endamê Ciwanên Şorerşger Elend Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê heya dawî têbikoşin û li ber xwe bidin, yê ku welatperwerbe û girêdayê ax û rûmeta xwe be, ne mumkine dûrî welatê xwe bikeve û xwe radestî dijmin bike. kesê welatparêz dibe pêşeng û şoreşger û xizmeta gelê xwe dike. Ji ber vê yekê bila tu kes xwe di bin navê jiyan zehmete û derketina Ewropayê çareseriye de, nexapîne. Tişta ku niha ji me û tevahî ciwanan tê xwestin ew e, ku em asta xwe ya zanebûnê pêşbixin û ramanê Rêber Apo bixwînin, di heman demê de xwe bi rêxistin bikin.






